‘Omer Guney li Enqereyê bi kê re hevdîtin kir?’

img
ENQERE - Parlementera HDP’ê Feleknas Ûca, ji Wezîrê Edaletê Abdulhamît Gul pirsî ku tetîkkêşê siyasetmedarên jin ên kurd ku Parîsê hatin qetilkirin, Omer Guney li Enqereyê bi kê re hevdîtin kir?
 
Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Êlihê Feleknas Ûca, diyar kir ku bi ser qetilkirina siyasetmedarên jin ên kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên di 9’ê Çileya 2013’an de li Parîsê hatin qetilkirin re 9 sal derbas bûn lê hêj komkujî nehatiye ronîkirin. 
 
Ûca, têkildarî mijarê bi daxwaza ku Wezîrê Dadê Abdulhamît Gul bi bersivîne peşniyazpirsek pêşkeşî Serokatiya Meclîsê kir. Di pêşniyazpirsê de têkiliya asta Omer Guney û MÎT’ê hat pirsîn. 
 
CIHÊ GORA GUNEY ÇIMA TÊ VEŞARTIN?
 
Ûca ji bo ku Wezîr Gul bi bersivîne ev pirs pirsîn: 
 
“*Têkiliya Omer Guney a bi MÎT'ê re di çi astê de ye? Gelo rast e ku Guney ji MÎT'ê re dixebitî? Omer Guney li Enqereyê bi kê re hevdîtin kiriye? 
 
* Sedemê veşartina cihê gora tetîkkeş Omer Guney ê di girtîgehê de bi awayekî biguman mir, a ji rayagiştî çiye?
 
* Derbarê rakirina biryara nepenîtiyê ya dosya lêpirsînê ya li ser qetilkirina Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez û pêvajoya lêpirsînê de wê tu daxuyaniyek ji raya giştî re bê dayîn?
 
* Tevî ku bi ser komkujiyê re 9 sal derbas bûn jî sedemê neronîkirina vê sûîkastê û dernexistina berpirsyaran çiye? Agahiyên ku Wezaretên Dadê û Karên Derve yên Fransayê di çarçoveya lêpirsînê de xwestin ji wan re hatine şandin? Heke nehatibin şandin, çima nehatine şandin? Wê werin şandin?
 
* Derbarê xebatkarên MÎT’ê yên di qeyda dengan de navên wan derbas dibin û kesên ferman dane wan de tu lepirsîn hatine destpêkirin? Heke hatibin dest pê kirin di çi astê de ye? Ev kes hêj dixebitin?
 
* Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê derbarê îfadeya “bêbandorkirin” ku di fezlekeya derbarê min de hatibû bikaranîn de tu lêpirsîn daye destpêkirin? Eger nehatibe destpêkirin, sedema wê çi ye? Îfadeyên Dozgeriya Komarê qebûlkirina ku komkujî ji aliyê MÎT'ê ve hatiye kirin? 
 
* Peşniyazpirsên ku em derbarê vê mijarê de didin çima bê bersiv tên hiştin? Têkildarî bersivdayina pêşniyazpirsên me û ronîkirina vê komkujiyê tu xebatên we hene?”