HDP wê li dijî êrişan li Amedê mîtîngê li dar bixe

img
AMED - HDP, wê li dijî doza girtinê û êrişan di 22’yê Çileyê de li Amedê bi dirûşmeya “Em HDP’ê diparêzin” mîtîngê li dar bixe. 
 
Rêxistina HDP’ê ya Amedê ji bo ragihandina mîtînga ku bi dirûşmeya “Em HDP’ê diparêzin” di 22’yê Çileyê de li Qada Îstasyonê li dar bixe, li avahiya HDP’a Yenîşehîrê daxuyanî da çapemeniyê. Endamên Komîteya Amadekar a Mîtîngê, Hevserokê HDP’ê yê Amedê Zeyyat Ceylan, parlementera HDP’ê Remziye Tosûn û rêveberên HDP’ê yên bajêr beşdarî daxuyaniyê bûn. 
 
‘EM Ê JI ÊRIŞAN RE BIBIN BERSIV’
 
Hevserokê HDP’ê Zeyat Ceylan, bi bîr xist ku êrişên desthilatê yên ser HDP’ê yên demên dawî de gihiştine asta herî jor û wiha got: “Bi hezaran hevalên me hatin girtin û binçavkirin. Her roj bi hêcetên cuda partiya me tê krîmînalîze kirin. Desthilata AKP’ê û MHP’ê ji bo desthilatiya xwe bi pêş ve bibe tenê partiya me weke asteng dibîne. Ji ber ku partiya me pêşenga têkoşîna demokratîk e. Dixwazin partiya me bigirin lê çi bibe bila bibe em ê xwedî li partiya xwe û xeta xwe ya siyasî derkevin.”
 
 ‘NIKARIN PÊŞIYA HDP’Ê BIGIRIN’
 
Ceylan, diyar kir ku di çarçoveya van hemû geşedanan de wê bi dirûşmeya “Em HDP’ê diparêzin” mîtîngekê li dar bixin û wiha berdewam kir: “Em ê bi vê mîtîngê bibin bersiva êrişên dijminane yên li ser gelê kurd û HDP’ê. Ew çi bikin bila bikin nikarin pêşiya HDP’ê bigirin. Ji ber vê yekê em dixwazin bi tevlîbûna gelê me, rêxistinên sivîl ên civakî, parazvanên mafên mirovan a bi hêz a mîtîngê bibin bersiv.”
 
‘EM BI MÎTÎNGÊ XWEDÎ LI VÎNA XWE DERKEVIN’
 
Parlementera HDP’ê ya Amedê Remziye Tosûn jî bang li gel kir ku bi tevlîbûna mîtîngê xwedî li vîna xwe derkevin û wiha got: “Mîtînga me dîsa wê bibe mîtînga ku dixwaze mafê jinan biparêze, mafê mirovan biparêze, dixwaze bibe dengê zindanan. Ez herkesê vedixwînim mîtînga me ku van daxwazan bînin ziman û bibin bersiva êrişa li ser gelê kurd.”