Dede: HDP wê bi vê doznameyê nayê girtin

img

ENQERE - Cîgirê Hevserokên Giştî yê HDP’ê Umît Dede derbarê pêvajoya girtina partiya xwe de got: “Bi vê doznameyê HDP nayê girtinê. Hemû xebatên ku kirine sûc, pêvajoyên ku bi kordînasyona Erdogan hatine birêvebirinê ne.” 

Cîgirê Hevserokên Giştî yê HDP’ê Umît Dede yê ji Komîsyona Mafê Mirovan û Hiqûqê Berpirsiyar e derbarê doza girtina HDP’ê de ku duh mutala radestî wan hat kirin û pêvajoya hiqûqî de li Navenda Giştî ya partiya xwe civîna çapemeniyê li dar xist. 
 
Dede bi bîr xist ku mutalaya Dadgeha Destûra Binehîn gihîştiye ber destê wan û ji doznameya 800 rûpelî mutalayek 41 rûpelî ya ji aliyê dozger ve hatiye amadekirin derxistine û wê lêkolîna wan berfireh li ser vê doznameyê berdewam bike. 
 
 
‘DOZA GIRTINA PKK’Ê’
 
Dede bal kişand ser hin xalên mutalayê û got: “Dema meriv li vê mutalaya ji 41 rûpelî pêk tê, dişibe hemû doznameyên din ku bi dirêjî dozger behsa PKK’ê dike. Dema kesek vê doznameyê dixwîne ku nizanibe wê doza girtina PKK’ê jê fêm bike. Armanca wan ew e ku îdraksaziyê çêbikin. Me li dijî dozê parastina xwe ya pêşî pêşkêş kiribû tenê bersiv dane vê. Carek di vê mutalayê de tê dîtin ku ev dozek siyasî ye.” 
 
DOZGER DOZNAMEYÊ GIHANDIYE KONGREYA BAHÇELÎ
 
Dede anî ziman ku di pêvajoyên darazê de jî veşartî ye ku ev doz dozek siyasî ye û got: “Dozger bi lezûbez xwest doznameya ewil bigihîne kongreya MHP’ê ya di 18’ê Adarê de û çimkî vê fermanê Bahçelî daye. Bi taybetî dozger di 7’ê hezîranê de dozê vekir. Ev dîrok di tarîxa siyaseta Tirkiyê de girîng e. Çimkî AKP têk çêbû. Dozger tenê xwe spartiye beyanên îtîrafkaran. Dozname li ser îfadeyên dijhiqûqî hatiye amadekirin.”
 
‘ERDOGAN JÎ SÛCDAR E’ 
 
Dede anî ziman ku dozger dixwaze HDP’ê bi hewldanên pêvajoya çareseriyê û aştiyê krîmînalîze û got: “Wê ji vê dozê biryara girtinê dernekeve lê em dixwazin gazî AKP’ê bikin û bêjin; hem di doza komployî ya Doza Kobanê de hem jî di doza girtina partiya me de dixwazin dînamîtan bixin bin AKP’ê. Di wê serdemê de ev xebat tenê ne ji aliyê HDP’ê ve hatin kirin. Di heman demê de xebat bi koordinasyona Erdogan û bi beşdariya Musteşariya Ewlehiya Cemaweriyê, burokrasiya leşkerî û sivîl ên MÎT’ê ve hatin kirin. Pêvajoyek wiha bû. Çawa ku ev doz ji bo Tirkiyê tehdîtek e, di heman demê de ji bo AKP’ê jî tehdîtê dihewîne. Em dîsa eşkere bêjin ev doz di warê hiqûqî û yasayî de şerma giran e. Divê her kes xwedî li HDP’ê derkeve û li derûdora wê bibe xeleka parastinê.”