Çîçek: Yên Îmraliyê jinedîtî ve tên, nikarin demokrasiyê bînin vî welatî

img

STENBOL – Hevberdevkê HDK’ê Cengîz Çîçek diyar kir ku hewceye muxalefet pergala tecrîd û îşkenceyê ya li Îmraliyê bibîne û wiha got: “Yek ji pîvanên sereke ya demokratbûna vî welatî, Îmrali ye. Yê ku Îmraliyê jinedîtî tê, nikare demokrasiyê bîne vî welatî.”

Ji 25’ê adara 2021’an heta niha ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan tu agahî nayên girtin. Ocalan li Girtîgeha Tîpa F a Îmraliyê tê girtin û 23 sal in di bin tecrîdeke giran de ye. Zêdetirî 10 meh in tu agahî ji Ocalan nayên girtin û ev yek rê li ber fikaran vedike. Di rewşeke wiha de Serokê Giştî yê AKP’ê Tayyîp Erdogan di 12’ê çileyê de got; “Ew kesê li Edîrneyê dê hesaba herî mezin bide Îmraliyê.” Gotina Erdogan bi rojan hat nîqaşkirin û Erdogan herî dawî di 26’ê çileyê de beşdarî bernameyeke televîzyonê bû û li ser pirsa rojnamegeran wiha got; “Divê ev pirs ji Ocalan bê kirin.” Li gorî partiyên muxalefetê, ev gotinên Erdogan nîşaneya hilbijartinê ye û qet qala tecrîda li ser Ocalan nekirin. 
 
 
‘OCALAN JI ZÎHNIYETA ERDOGAN NEFRET DIKE’
 
Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Cengîz Çîçek têkildarî gotinên Erdogan ên derheqê Îmraliyê, helwesta partiyên muxalîf û û geşedanên di rojevê ji ajansa me re axivî. Çîçek ji ewil bal kişand ser nîqaşên derheqê Îmraliyê de û wiha got: “Erdogan, hewl dide her tiştekî wek amûra lîstika desthilatiyê bi kar bîne. Lê divê mirov vê rastiyê bibîne ku heke kesek hebe ku birêz Ocalan hez neke, ew kes Erdogan bi xwe ye. Birêz Ocalan ji zîhniyet û daxwaza dîktatoriyê ya Erdogan aciz e. Birêz Ocalan, hewldana avakirina hegemonyayê ya Erdogan di qirika wî de hişt, nehat lîstikên Erdogan û rê li ber girt. Lewma jî di bin pergala tecrîd û îşkenceyê de ye ku di dîrokê de tiştekî wiha nehatiye dîtin. Girtîgeh, 24 saetan bi kamerayan tê şopandin. Û Erdogan baş pê dizane bê ka ev 23 sal in tişta birêz Ocalan motîve dike çi ye, li dijî kê bihêrs e û li dijî kê têdikoş e.”
 
‘OCALAN, ERDOGAN HIŞYAR KIRIBÛ’
 
Di berdewamê de jî Cengîz Çîçek da zanîn ku Ocalan bi salan berê Erdogan hişyar kiribû û wiha domand: “Birêz Ocalan ji Erdogan re gotibû; ‘Heke ku tu li pey dîktatorî û hegemonyayê bigerî, wê demê ji ewil dê min li hemberî xwe bibînî. Lê heke tu hewl bidî pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk çareser bikî, hem tu û hem jî welêt dê bi ser keve. Dê hemû gel bi ser kevin.’ Bi vî awayî Erdogan hişyar kiribû. Heta digot; ‘Pirsgirêka kurd, pirsgirêkeke ewqas zehmete ku divê tu baş li ber xwe bidî. Lê heke mîna desthilatiyên berê, tu jî ji bo mezinkirina hegemonyaya xwe ya siyasî bi kar bînî, dê aqûbeta te jî mîna desthilatên din be.’ Dema em îro lê dinihêrin, dibînin ku Erdogan jî li ber têkçûnê ye. Lewma divê em vê yekê baş destnîşan bikin; di navbera xeta demokratîk û azadîxwaz a birêz Ocalan û zîhniyeta koledar û mêtinger ku nûnertiya wê Erdogan dike de şer heye. Di esasê xwe de Erdogan ev rastî bi awayekî cuda anî ziman.” 
 
‘DERIYÊN ÎMRALIYÊ VEKIN’
 
Çîçek anî ziman ku venekirina deriyên Îmraliyê derbekî mirinê li tevahiya civakê dixe û wiha pê de çû: “Hemû kes vê rastiyê dibîne. Erdogan ji bo parastina desthilatiya xwe, bi qasî ji dest tê tecrîdê girantir dike. Erdogan dibêje; ‘Ocalan dê hesabê bipirse.’ Madem wisa ye, wê demê deriyan vekin bila ew bi xwe biaxive. Bi vê yekê xuya dibe bê ka Erdogan ji bo hilbijartinê dê rêyên çawa bi kar bîne. Lê hewldaneke vala ye ku kes pê naxape.” 
 
NÊZIKATIYA PARTIYÊN MUXALEFETÊ
 
Têkildarî nêzikatiya partiyên muxalefetê ya li hemberî gotinên Erdogan ên derheqê Ocalan jî Çîçek ev nirxandin kir: “Erdogan, her tim hewl dide di hêla polîtîk û bîrdozî de serê kurdan tevlihev bike û yekitiya wan xerab bike. Ew jî dizane ku heke bikare vê pêk bîne, wê demê dê bikare yekitî û feraseta sosyalîst, kedkar, gundî û jinên li Tirkiyeyê parçe parçe bike. Di vê mijarê de yek ji qada herî girîng jî, şerê taybet ê li dijî birêz Ocalan e. Her tim hewl dide bi spekulasyonan û ji tarîtiya tecrîdê sûd bigire da ku serê gelê Kurd û xelkên Tirkiyeyê tevlihev bike. Partiyên muxalîf vê rastiyê nabînin. Her yek ji berê xwe ve dibêje ‘ez ê pirsgirêka kurd çareser bikim û demokrasiyê bînim.’ Lê heta ku tu bêhiqûqiya li Îmraliyê nedî sekinandin, tu nikarî bibî demokrat. Heke bixwazin pirsgirêka kurd çareser bikin, hûn neçarin ku rastiya Îmraliyê qebûl bikin. Di pergala heyî de yek ji mijarên ku partiyên muxalefetê mîna desthilatdariyê difikire jî ev mijar e. Pîvana demokrasîparêzî û azadîxwaziyê ya vî welatî, nêzikatiya li dijî pirsgirêka kurd e. Yek ji xalên vê pirsgirêkê jî birêz Ocalan e. Em ê tu zîhniyeteke vîn û nûnertiya gelê kurd red dikin, qebûl nekin. Ev nêzikatî, sibe du sibe tenê dikare dewleta netewperest ava bike.” 
 
MUXALEFET HEWCEYE ÇI BIKE?
 
Çîçek destnîşan kir ku yek ji demokratîknebûna komarê ya herî bingehîn, pirsgirêka kurd e û wiha axivî: “Heke hûn bi rast û durist nêzî pirsgirêka kurd nebin, tenê ji bo çend dengan nêzî rastiya Ocalan bibin, bêhiqûqî û îşkenceya li wir jinedîtî ve bên, sibe du sibe hûnê ji bo berjewendiyên xwe mijara demokratîkbûnê jî paşguh bikin. Heke di demên berê de çavên xwe li rastiya gel, kedkar û çandên Tirkiyeyê negirtibûya, we di yekperestiyê de israr nekira, Erdogan ji xwe nedikariya îro wiha bi we bilîze. Îmrali, yek ji wan deveran e ku pîvanên demokratîkbûnê lê diyar dibin. Ka bila biçin ji gelê kurd bipirsin bê ka gelê kurd azadiya birêz Ocalan dixwaze yan na? Gelo hûn dê pirsgirêka kurd çawa çareser bikin? Heke muxalefet bixwaze lîstikên Erdogan vala derxîne, bila bang li Erdogan bike û jê re bibêje; ‘deriyên Îmraliyê vekin, bila Ocalan bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinan bike û mafên xwe yên qanûnî bi kar bîne.’ Ji bilî van gotinan, hemû nîqaşên din vala ne, lîstik in.” 
 
GELO KÎJAN KILIÇADAROGLU?
 
Derheqê gotinên Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglu de ku ji ewil digot ‘em ê Qendîlê serûbin bikin’ û piştre jî digot; ‘rêya demokrasiyê ji Amedê derbas dibe’ de jî Çîçek ev nirxandin kir: “Hem gelê kurd û hem jî rêxistinên kurd êdî ji van gotinan têr bûne. Jixwe bi salan berê Erdogan ev gotin kiribû. Lê niha rejîmeke faşîst ava kiriye û mîna cinawirî ye. Gelo ma kî dizane sibe du sibe tu jî mîna wî nabî? Ji bo ku neveguherî cinawirekî, divê hûn rastiya gelê kurd, vîna wan a polîtîk qebûl bikin. Em hewl didin fêm bikin bê ka yê ku digot ‘em ê Qendîlê bi erdê re bikin yek’ Kiliçdaroglu ye yan yê digot ‘rêya demokrasiyê ji Amedê derbas dibe’? Heke yê ku qala Qendîlê dikir be, wê demê em ji we re bibêjin derbasî be. Ev zimanê nîjadperest, li Konyayê vediguhere komkujiyê. Ji bo kurdan Amed cihekî girîng e. Divê deriyên Îmraliyê bên vekirin. Heta ew derî neyên vekirin, dê tu pêşketin çênebin.”
 
TIFAQA DEMOKRASIYÊ
 
Çîçek di berdewamê de balkişand ser hevdîtina 8 partî û rêxistinan û wiha derbirî: “Hewcehiya me bi tabloyeke wiha hebû. Di asta pîvanan de divê em bikarin bên cem hev. Çawa ku hêzên dewletparêz bi hemû derfetên xwe ji bo desthilatiya xwe seferber kiribin û hatibin cem hev, hewceye ji bo parastina berjewendiyên civak, kedkar û bindestan em jî bên cem hev. Em li hev du bêhtir xwedî derbikevin û têkoşîneke hevpar bimeşînin. Lewma hatina van rêxistinan ya li gel hev, em dikarin wek wêneyeke dîrokî jî pênase bikin.  Ji bo destpêkê, gavekî baş bû. Lê bes nake. Em dixwazin hemû derdorên cuda di vî wêneyî de cih bigirin. Hewldana me ji bo vê ye. Derdê me ne ‘tifaqa hilbijartinê’ ye. Jixwe hewcehiya me jî pê nîne. Heta ku em tifaqa xwe neguherînin tifaqeke civakî, em ê nekarîn bi ser kevin. Ji bo vê, du pêşniyarên me hene. Li hêlekê hilbijartin dê hebin lê li hêla din dê bibe tifaqeke ji hilbijartinan gelek berfirehtir. Anku dê tifaqa gelan, tifaqa bindestan bê avakirin. Ku ev kes dê di her qadên jiyanê de mil bi mil têbikoşin. Jixwe rejîmên dîktator jî ji van tifaqan ditirsin.”
 
PÊVAJOYA BERXWEDANÊ 
 
Cengîz Çîçek axaftina xwe wiha xelas kir: “Wek HDK’ê, yek ji mijara bingehîn a xebata me ya nû dê bibe ew ku em birêxistinkirina tifaqa hemû hêzên azadîxwaz ên Tirkiyeyê, hêzên çepgir û hemû derdorên ku xwe wek tevgerên civakî dibînin, bi perspektîfeke nû binirxînin. Xebatên me yên di vê çarçoveyê de dest pê kirin. Hevdîtinên me yên bi pêkhateyên din re didomin. Ji vir û şûnde yek ji xebatên sereke ya HDK’ê dê bibe birêxistinkirina Tifaqa Demokrasiyê ya di nava gel de. Xebata me ya di vê çarçoveyê de ev nêzî meh û nîv in dest pê kiriye. Pêvajoyeke giran û hesas heye. Divê em bêhtir bên cem hev, bi şêwazên cuda pêngavên nû biavêjin û pêvajoyeke berxwedanê ya mezin bidin destpêkirin. Ji bo vê amadekariyên me hene. Ji bo vê jî em bang li hemû pêkhateyên xwe û rêxistinên dost dikin.” 
 
MA / Ferhat Çelîk