Aydenîz: Komployê bi tecrîdê didomînin

img

AMED - Hevseroka Giştî ya DBP’ê Saliha Aydenîz di hevdîtina amadekariya kongreyê de axivî û bertek nîşanî tecrîda li ser Îmraliyê da. Aydenîz diyar kir ku bi tecrîdkirina Ocalan re komploya navneteweyî tê domandin. 

Xebatên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ên ji bo 6’emîn Kongreya Awarte ku dê di 27’ê sibatê de bi dirûşma “Dem dema azadiyê ye” were lidarxistin, berdewam in. Di çarçoveya xebatan de îro li Sûr a Amedê li eywaneke dawetan çalakiyek hat lidarxistin. Li gel hevserokên Rêxistina Bajar a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê Gulistan Atasoy û Zeyyat Ceylan, gelek kesên din jî beşdarî çalakiyê bûn. Di serî de ji bo kesên di têkoşîna demokrasî û azadiyê de jiyana xwe ji dest dayîn rêz hat girtin û piştre jî Hevseroka Giştî ya DBP’ê Saliha Aydenîz axivî. 
 
REWŞA GIRTIYÊN NEXWEŞ
 
Aydenîz da zanîn ku ev demekî dirêje wan dest bi xebatên kongreyê kirine û kongreya xwe di pêvajoyeke giran de li dar dixin. Aydenîz piştre jî bal kişand ser rewşa girtîgehan û wiha got: “Jin, ciwan û gelemperiya gelê me li qadan têdikoşe. Lewma polîtîkayeke dijminane li dijî kurdan dimeşînin. Hewl dan li ser vê dijminatiyê, pergaleke dîktatoryal ava bikin. Lê gelê kurd bi têkoşîna xwe ev hewldan têk bir. Li girtîgehan têkoşîneke mezin heye û divê em li wan xwedî derkevin. Divê ev mijar ji rojeva me nekeve û em wan bi tenê nehêlin. Di şexsê Aysel Tugluk de daxwaza me ew e ku hemû girtiyên nexweş bên berdan. Hewl didin li ser girtiyên nexweş, zextê li siyaseta kurd bikin. Ka hevalên me çawa li girtîgehan li ber xwe didin, divê em jî li vir têbikoşîn.” 
 
DIJMINATIYA LI KURDAN
 
Aydenîz destnîşan kir ku AKP nikare ne li hundir û ne jî li derve xwe li ser pêyan bigire û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Lewma hewl dide bi dijminatiya kurdan xwe li ser pêyan bigire. Bi vê sedemê jî tecrîda li ser Îmraliyê girantir dikin. Birêz Ocalan tevî tecrîdê jî têkoşîneke mezin dide. Ji ber ku birêz Ocalan ji bo pirsgirêkan pêşniyaran dike, hewl didin dengê wî qut bikin. Dixwazin tecrîdê girantir bikin da ku dengê Ocalan dernekeve. Komplo, niha jî bi tecrîdê tê domandin.” 
 
BERSIV DA KILIÇDAROGLU
 
Aydenîz bi domdarî bal kişand ser gotina Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglu ya ‘rêya demokrasiyê ji Amedê derbas dibe’ û axaftina xwe wiha qedand: “Di diyarkirina siyaseta Tirkiye û Rojhilata Navîn de têkoşîna gelê kurd a demokrasiyê diyarker e. Ew jî vê rastiyê dizanin. Hewl didin gelê kurd nêzî xwe bikin. Van kesan çavên xwe li têkoşîna hebûn, ziman û nasnameyê ya gelê kurd girtiye û gotinên xwe yên berê dubare dikin. Madem ku rêya demokrasiyê ji Amedê re derbas dibe, wê demê ji bo statûya kurdan, rakirina tecrîdê, bidawîkirina polîtîkaya qeyûman û naskirina vîna gelê kurd çi hewce bike, wê bikin. Em jî dizanin rêya demokrasiyê ji Amedê derbas dibe lê ji bo vê rêyê nexşeyek pêwîst e. Yên ku nexşerêyeke wan ji bo kurdan nebe, nikarin bibin desthilatdar. Kurd êdî bi van gotinan naxapin.”