Bûldan: Yên ku gelê me nas neke em jî wan nas nakin

img
ÎZMÎR - Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan di Kongreya Rêxistina HDP’ê ya Îzmîrê de axivî û diyar kir ku îktidarê welat veguherandiye tecrîdê. Bûldan got yên ku gelê wan û HDP'ê nas neke ew jî wan nas nakin û wexta roja wê hat dê nîşanî wan bidin. 
 
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Bajarê Îzmîrê bi dirûşma “Em bi hêvî û wêrek li dijî faşîzmê xwe bi rêxistin dikin û ber bi azadiyê ve dimeşin” Kongreya Asayî ya 4’emîn li dar xist. Kongre li Ewyana Sporê ya Celîl Atîk a li navçeya Konakê tê lidarxistin. Bi sedan welatî ji serê sibehê ve hatin eywana kongreyê û li ber stranên kurdî govend gerandin. 
 
Eywan bi alên HDP’ê, wêneyê Denîz Poyraz hat xemilandin û pankartên “Denîzek biçe, wê bi hezaran Denîz bên", "Ji Bo Aysel Tugluk edalet. Ji bo hemû girtiyên nexweş edalet”, “Jin li dijî şer, talanê û nijadperestiyê aştiyê diparêzin”, “Em li dijî talana xwezayê û bajaran jiyana ekolojîk diparêzin” û “Em li dijî tundiya zilam-dewlet, şer û feqîriyê li her derê ne” hatin daliqandin. 
 
Ev kongre diyarî bîranîna Denîz Poyraz a di 17’ê Hezîrana 2021’an de li avahiya HDP’a Îzmîrê hatibû qetilkirin, tê kirin. Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan, nûnerên rêxistinên siyasî û rêxistinên sivîl û girseyek qelebalix beşdarî kongreyê bûn. 
 
Dayika Denîz Poyraz, Fehîme û bavê wê Abdullîlah Poyraz jî mêvanên kongreyê bûn. Dirûşmên wek “Şehîd namirin”, “Denîz Poyraz nemire”, “Bijî Serok Apo” û “Bijî berxwedana zindanan” hatin berzkirin. 
 
Ji Meclîsa Aştiyê ya Elmanya Halîse Çelebî kulîlk diyarî dîwana kongreyê kir. 
 
Kelecana di kongreyê de xwe ji coşa gel dida nîşandan. Bi hezaran kesên beşdarî kongreyê bûn govend gerandin û dengê dirûşmên wan li eywanê olan da. Kongreyê bi bijartina dîwanê dest pê kir û ji bo cangoriyên têkoşîna azadî û demokrasiyê rêz hat girtin.
 
 
 
 
 
XELK HÊZ DIDE WAN 
 
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan derket ser dikê, mêvanan kongreya partiya xwe silav kir û dest bi axaftina xwe kir. Buldan diyar kir ku her ew tê Îzmîrê bi hêvî û coşa gel tê pêşwazîkirin û ew di çavê xelkê Îzmîrê de ronahî û di dilê wan de wêrekiyê dibîne û Îzmîr baxçeyê gelan e. Bûldan got ew bi xelkê xwe bi hêz in û mezin dibin û xwediyê HDP’ê yên esil gelê wan e. 
 
‘LI BENDÊ BIN HDP TÊ’ 
 
Bûldan bersiva gotinên Erdogan ên li ser HDP’ê da û got: “Yên digotin HDP êdî nikare kongreyekê li dar bixe, bila werin li vê eywanê binêrin û bibînin. Ka taqeta me heye an na? Tenê ne kongreyên me meydan, kuçe û cade yên me ne. HDP rastiya li welat û her tim bejn û bizavê xwe li meydanan nîşan dide. Bila li qadên 8’ê Adarê, Newrozê û mitîngên HDP’ê binêrin. Li bendê bin. Ka HDP heye an tune ye. Hûn ê li wan qadan bibînin.” 
 
KOMPLO PÛÇ DIBIN 
 
Bûldan da zanîn ku ew wek lehiya rûbar û ava biharê diherikin û radibin û got: “Dek û dolabên wan nagirin. Vaye em yên azadîxwaz tên. A rast bila ew baş dizanibin êdî taqeta wan nemaye. Têk diçin û wê biçin ser sergo. Bila haya wan ji wan hebe. Ew têk diçin, em jî her roj mezin dibin. Du dozên komplogerî li ser me meşandin. Yek Doza Kobanê ya din jî doza girtina partiya me. Her du jî di destê wan de man û teqaiyan. Hesabên wan serûbino bû. Gelê me wê destûra wan komployê wan nede.”
 
BERSIVA QETLÎAMÊ 
 
Bûldan bal kişand ser qetilkirina Denîz Poyraz û îro ev coş û kelecan û xwedî derketina kongreya wan bersiva ji bo qetlîamên li ser kurdan û li dijî HDP’ê ye. Bûldan anî ziman ku Tirkiye bi feqîrî û krîzek aborî ya mezin re rûbirû maye û got: “Bihakirina ceyranê û tiştên din şêlandin e. Xelk û feqîrî ne di xema îktidarê û çete û alîgirên wan de ye. Dixwazin dîsa werin ser îktidarê. Lê em ê destûr nedin vê yekê û îktidarê têk bibin.” 
 
‘WELAT VEGUHERIYE TECRÎDÊ’ 
 
Bûldan bal kişand ser tecrîdkirina Ocalan û got: “Bi tecrîda li Îmraliyê di şexsê birêz Ocalan de welat veguherandin welatê tecrîdê. Tecrîd êdî li hemû Tirkiyeyê belav bûye û her diçe belav dibe. Em li pêşberî hikûmeteke ku hewl dide mirovan di malên wan de bihêle, ter û keda gel îstîsmar dike, keda karker, kedkar û hilberîneran ji nedîtî ve tê. Li hemberî wan muxalefeteke xurt ku bikaribe wan têk bibe pêwîst e.” 
 
‘YÊN KU WE NAS NEKIN, EM JÎ WAN NAS NAKIN’ 
 
Bûldan bal kişand ser hevdîtina 6 lîderên partiyên siyasî û wiha got: “Duh serokên 6 partiyên siyasî hatin ba hev. Piştî vê hevdîtinê hemû qiyamet li ser medyaya civakî belav bû. Hin kes hebûn ku dipirsîn çima di nav van 6 serokên partiyan de HDP tune ye. Gelê me yê ezîz, yên ku we nas nekin em jî wan nas nakin, bila ev jî baş were zanîn. Dema ku wext hat yên ku me tune dihesibînin em ê jî wan tune bihesibînin û nîşanî wan bidin.” 
 
Piştî axaftina Bûldan bi yek lîsteyê kongre pêk hat û Berna Çelîk û Vedat Çinar Altan ji bo hevserokatiya bajêr hatin bijartin.