HDP: Em ê bi ser kevin û darbekar dê têk biçin

img

ENQERE - HDP’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku di 28’emîn salvegera darbeya 2’yê adara 1994’an a li dijî DEP’ê de bi heman gotin û hincetan niha jî parêzbendiya parlamenter Semra Guzel hatiye rakirin. HDP’ê destnîşan kir ku serkeftin dê ya wan û têkçûn jî para darbekaran be. 

Lijneya Rêveber a Navendî (MYK) ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di 28’emîn salvegera darbeya 2’yê adara 1994’an li dijî Partiya Demokrasiyê (DEP) de daxuyaniyeke nivîskî weşand. HDP’ê ev pêvajo weke pêvajoyeke rûreşiyê pênase kir û da zanîn ku parlamenterên parêzbendiya wan hatiye rakirin, ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd pêşniyarên cuda dikirin. HDP’ê destnîşan kir ku parlamenter li dijî şer, aştî, li dijî mirinê, jiyan û li dijî înkarê jî heqîqet diparastin. 
 
NÊRÎNA WAN DI 28 SALAN DE QET NEGUHERÎ
 
HDP’ê, daxuyand ku ruhê tarî yên salên 90’î ku îradeya gelê kurd weke “terorîst” pênase dikir, di roja me de jî berdewame û ev tişt parve kirin: “Bi ser wan rojan re 28 sal derbas bûn lê belê nêrîn û êrişên wan ên li hemberî gelê kurd û nûnerên wan ên siyasî qet neguherî. Berevajî vê, hîn bêhtir bi dijminane û bi çavsorî nêz bûn û siyaseta demokratîk hedef girtin. Desthilatdariya AKP’ê hate şûna desthilatdariya serokwezîra wê demê Tansû Çîller û di salvegera darbeya 2’yê Adarê de bi heman gotin û hincetan, parêzbendiya parlamentera HDP’ê ya Amedê Semra Guzel rakir. Şerm û fihêtiya ku di salên 90’î de hêjayî vî welatî dihat dîtin, dîsa dubare kirin. Partiyên muxalefetê ku di sala 1994’an de ji bo DEP’iyan û di 4’ê mijdara 2016’an de jî ji bo rakirina parêzbendiya hevserok û parlamenterên me ketibûn rêzê, niha jî di mijara Semra Guzel de heman tişt kir.” 
 
DÊ DARBEKAR TUNE BIBIN 
 
Daxuyaniya HDP’ê wiha bi dawî bû: “Temamiya tiştên di nava 6 salên dawî de hatine kirin, nîşaneya bêçaretiya mekanîka darbeyê ye. Ne tayînkirina qeyûman, ne darbeya 4’ê mijdarê, ne dîlgirtina Leyla Guven û Mûsa Farisogullari, ne rakirina parêzbendiya Semra Guzel û ne jî Doza Qompasê ya Kobanê dê bikare wan darbekaran xelas bike. Her ku ew darbeyê dikin, siyaseta kurd hîn mezintir dibe û di hevsengiya siyaseta Tirkiyeyê de dibe aktora diyarker. Kesên bi rêya darbeyê ji Meclisê hatine derxistin, her carê hîn bihêztir vegeriyan Meclisê. Bêguman dê hukmekî van darbeyan nemîne û mîna darbekarên sala 94’an, darbekarên îro jî dê tune bibin. Ne Leyla Zana û ne jî Ahmet Turk, Orhan Dogan, Hatîp Dîcle, Sirri Sakik û Mahmût Alinak serî netewandin. Hevalên me jî îro li girtîgehan seknekî birûmet nîşan didin. Em jî dê vê sekna berxwedêr û birûmet heta dawiyê bidomînin. Em ê bi ser kevin û darbekar jî dê têk biçin.”