Oluç: Hûn nikarin vîna xelkê Cizîrê têk bibin

img
ENQERE - Serokwekîlê Koma HDP’ê Sarûhan Oluç wêneyên serdegirtina avahiya HDP’ê ya Cizîrê nîşan da û wiha got: “Ev çi barbarî ye wiha? Hûn nikarin vîna gelê ku qada Newroza Cizîrê dagirtî bişikînin.” 
 
Serokwekîlê Koma Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sarûhan Oluç li Meclisê civîna çapameniyê li dar xist. Oluç, bertek nîşanî serdegirtina polîsên a bi ser avahiya HDP’a Cizîrê da. 
 
Oluç, di serî de gotinên Serokê Xizîne û Darayî Nûreddîn Nebatî ên demek nêz berê derheqê efnlasyonê de kiribûn û wiha got: “Di kanûna 2021’an de got; ‘dê di sibatê de enflasyon bikeve.’ Di sibatê de derket û got; ‘dê di meha nîsan û gulanê de enflasyon bikeve.’ Di meha adarê de derket û got; ‘dê enflasyon di tîrmehê de bikeve.’ Di meha nîsanê de jî derket û got; ‘hûn ê bibînin dê enflasyon ji meha kanûnê ve meh bi meh bikeve.’ Anku gotinekî wî gotina din nagire. Lê pirsgirêk ne di wî de ye. Nebatî, di dema Berat Albayrak de cîgirê wezîr bû û di 20’ê îlona 2018’an de armancên xwe vegotibûn. Lê hemû pêşdîtinên wî têk çûn. Lê sûc ne yê wî ye, sûc ê wî ye ku tevî vê kêrnehatiya wî jî ew weke Serokê Xizîne û Darayî tayînkirî ye. Anku pirsgirêk Serokê Giştî yê AKP’ê Tayyîp Erdogan aborînasê me yê mezin e.”
 
‘DÊ BÊJÎ QEY SEROKÊ DIYANETÊ YE’ 
 
Bi domdarî Oluç got ku enflasyona rast a li Tirkiyeyê pir bi ser ji sedî 61’ê de ye û wiha domand: “Serokê Xizîne û Darayî li şûna ku tevdîrê bigire, tê qala moral, hevgirtin û baş hîskirinê dike. Dê bêjî qey ne serokê Xizîne û Darayî lê serokê Wezîrê Karên Diyanetê ye û xutbeyê dide. Ne pêkane ku bi helwestekî wiha birçîtî, xizanî û bêkarî bi dawî bibe.”
 
Di berdewamê de Oluç bal kişand ser daneyên TUÎK’ê yên bêkariyê û wiha pê de çû: “Dibêjin ku li gorî meha berê 178 hezar kesî kar peyda kiriye. Gelo ev rast e? Li Wanê ji bo wergirtina 107 xebatkaran 44 hezar û 800 kesan serî lê da. Li Semsûrê ji bo wergirtina 9 xebatkaran 5 hezar û 217 kesan serî lê da. Baş e tu qala çi dikî TUÎK? Baş e ma ÎŞ-KUR jî ne saziya dewletê ye? Çima daneyên we hev nagirin? Di navbera wan de qederê milyonek bêkar ferq heye. Li gorî daneyên IŞ-KUR’ê, di navbera sibata 2021’an û ya îsal de 325 hezar bêkar zêde bûne. Lê li gorî daneyên TUÎK’ê di navbera heman pêvajoyê de hejmara 623 hezar bêkaran kêm bûye. Li Tirkiyeyê saziya ku herî zêde li dijî bêkarî û enflasyonê têdikoşe, TUÎK e. Daneyên xwe li gorî daxwaza desthilatdariyê amade dike.” 
 
‘WÊNEYÊ BARBARIYÊ’
 
Oluç, wêneyên serdegirtina avahiya HDP’a Cizîrê nîşan da û ev bertek nîşan da: “Deriyên avahî şikandine, avahiya me ya 4 qat herifandine û her tişt belave kirine. Ev, wêneyê hovîtî û barbariyê ye. Wêneyê barbariya midûriyeta emniyetê ya Şirnex û Cizîrê ye. Ev çi rezalet e. Dayîne ser cilnimêjan, derî û pace şikandine, bi taniya boriyên sobeyê dîwar, derî, poster û alavên partiyê qirêjî kirine. Hêzekê ewlekariyê ya ewqas barbar heye li pêşberî me. Dokumantarên partiyê diavêjin erdê, wêneyê hevala me Denîz Poyraz a li Îzmîrê hatiye qetilkirin û yê Selahattîn Demîrtaş diçirînin û diavêjin erdê. Ev çi nefret û barbarî ye? Hûn tola çi ji gelê kurd û gelê Cizîrê hiltînin? Ez dizanim ku hûn tola dîmenê Newroza Cizîrê hiltînin.”
 
‘GELO MA WE HEMÛ PSÎKOPOT LI CIZÎRÊ KOM KIRINE?’
 
Bi domdarî Oluç, qala parêzer Serkan Karakaş kir ku polîsekî bi zanebûn wesayît lê dabû û axaftina xwe wiha xelas kir: “Hûn radibin dibêjin, qeza ye. Lê ne wisa ye. Wesayîta Serkan Karakaş xera bûbû û dabû rexê rê. Polîs ji ewil bi wesayîta xwe derbas dibe û piştre dizîvire û dide ser Karakaş. Ev polîs binçav kirine. Di îfadeyê xwe de dibêje; ‘derûniya min baş nebû. Min dengên cuda dibihîstin lewma ev yek kir.’ Em şîfaya xêrê bo Serkan Karakaş dixwazin. Erê baş e me we hemû kesên psîkopot li emniyetên Şirnex û Cizîrê kom kirine? Yên ku îro li dijî partiya me ew barbarî kirî û yên lingên Karakaş şikandî tevek jî we li wir kom kirine? Dê têkoşîna me ya li dijî van rewşan bidome. Hûn ê nekarin vîna bi dehhezaran kesên qada Newroza Cizîrê dagirtin têk bibin. Hûn nikarin serî bi wan bidin tewandin.”