Sancar: Dem dema bi cih anîna peyamên Newrozê ye

img
ENQERE - Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar diyar kir ku aqûbeta AKP’ê jî dê ji aqûbeta desthilatdariyên ku di neçareserkirina pirsgirêka kurd de israr dikirin û hewl didan siyaseta demokratîk tesfiye bikin cudatir nebe û wiha got: “Dem dema bi cih anîna peyamên Newrozê ye.” 
 
Meclisa Partiyê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Navenda Giştî ya Partiyê ya li Balgatê civiya. Axaftina destpêkê ya civînê ji hêla Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar ve hate kirin. Sancar, diyar kir ku lidarxistina civînê ya li avahiya partiyê girîng e û wiha got: “Gelek partiyên ku em ji çand û kevneşopiya wan tên, di demên berê de xebatên xwe li vir meşandin. Di serî de HADEP’ê û piştre jî DEHAP, DTP, BDP û heta demekî jî DBP’ê ev der weke navenda giştî bi kar anîn. Tevî hemû zext û zordariyan jî li vir civiyan û biryarên xwe dan. Tevî hemû zext û hewldanên tesfiyekirinê jî, siyaseta demokratîk li ser pêya ne.”
 
‘MEŞA BIRÛMET DIDOME’
 
Bi domdarî Sancar destnîşan kir ku ji bo pêşxistina mîrasa ji wan re ma ye, HDP bi hemû hêza xwe dixebite û wiha domand: “Divê hemû kes baş bizane ku dewlet, di hewldana xwe ya tesfiyekirina siyaseta demokratîk de têk çûye. Desthilatdarî û kadroyên cuda yên dewletê dîsa ev kevneşopiya siyasî hedef girtin. Di polîtîkaya şer a li dijî kurdan de israr kirin. Lê tevek jî niha di nava sergoya dîrokê de ne. Lê meşa gelê û xebatkarên me ku şopdarên vê mîrasa binirxin, didome. Aqûbeta AKP’ê dê ji aqûbeta desthilatdariyên berê cudatir nebe ku di neçareserkirina pirsgirêka kurd de israr dikirin û hewl didan siyaseta demokratîk tesfiye bikin. Heta ku ev desthilatdarî xwedî heman ferasetê be, dê heman aqûbet bi serê wê jî were û biçe ser sergoya dîrokê. Têkoşîna ji bo demokratîkkirina tevahiya Tirkiyeyê, ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd û aştiya hemû gelan bênavber didome. Bila gumana kesekî ji vê nebe.” 
 
DÊ BIRYARA DÎROKA KONGREYÊ BÊ DAYÎN
 
Di berdewamê de Sancar da zanîn ku ji ber şewba Covîd-19’ê, rêxistinên wan ên bajêr û navçeyan nekarîn kongreyên xwe di dema xwe de bikin û wiha pê de çû: “Lewma me nekarî 5’emîn kongreya asayî li dar bixin. Di halê hazir de diviyabû me di meha sibatê de bikira lê ji ber şewbê me nekarî. Gelemperiya amadekariyên me qediyan. Komîsyona me ya birêxistinkirinê, PM û lijneyên din bi azweriyeke mezin xebitîn û amadekariyên hewce kirin. Li pêşiya me kongre û dîroka kongreyê heye. Hûrgiliyên derheqê kongreyê de yek ji mijarên girîng ên vê civînê ne. Em ê dîroka wê bi hev re nîqaş bikin û hûrgiliyên wê bi hev re zelal bikin. Kongreya li pêşiya me dê bibe şahiyeke mezin a biryardarî û meşa me ya birûmet. Dê vîneke xurt bê nîşandan. Dê bi hezaran, dehhezaran kes bicive û nîşan bide ku êrişa li ser çanda me ya siyasî vala hatiye derxistin. Em ê vê peyamê bi hev re bidin. Em ê nîşan bidin ku êrişên heyî nikarin me ji rêya me bikin. Çi dikin bila bikin jî dê tu carî bi ser nekevin.” 
 
‘PARASTINA HDP’Ê, PARASTINA DEMOKRASIYÊ YE’ 
 
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîhat Sancar anî ziman ku desthilatdariya heyî, ji desthilatdariyên berê gelek rêbazên cuda bi kar anîn lê nekarî encamekî jê bigire. Sancar, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Her tiştekî di Doza Kompasê ya Kobanê de, di nava lepên wan de man. Senaryoya xwe ewqas belgengazî û ewqas bêçaretî çêkirine ku di her danişînê de ev kompas derket holê. Hevalên me, pergala wan li pêşberî dîrokê û di wijdana gel de mehkûm kirin. Doza girtinê ya ji bo HDP’ê hatiye destpêkirin, weke amûreke tesfiyekirina siyaseta demokratîk tê bikaranîn. Di serî de desthilatdarî, hemû kes baş pê dizane ku HDP xwedî fikrekî xurt e. Em bibiryar in ku dê heta dawiyê HDP’ê biparêzin. Parastina HDP’ê, parastina siyaseta demokratîk e. Parastina çareserkirina pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk, parastina aştiya mezin a li ser bingeha hemwelatiya wekhev e. Parastina HDP’ê, dijderketina pergala zilm, zordarî û kedxwariyê ye.” 
 
‘EM Ê HÊVIYA AŞTIYÊ BIPARÊZIN’ 
 
Mîthat Sancar, daxuyand ku parastina HDP’ê berpirsyariyeke li hemberî gelan, mirovahî û dîrokê ye û ev tişt anî ziman: “PM, baş di ferqa vê berpirsyartiyê de ye û dê li gorî vê biryarên xwe bide. Mîna heta niha dê îro jî gelên me xwedî lê derkevin û ji bo vê dê her cureyeke têkoşînê bê dayîn. Em bi dehhezaran, bi milyonan tên. Ji bo çareseriya demokratîk û aştiyê dimeşin. Ji bo pêşîlêgirtina desthilatdariya ku binpêkirinên dermirovahî yên li girtîgehan hewl dide li seranserî welêt berbelav bike, dimeşin. Em, ji bo guherandina hêmayên ku vê desthilatdariyê li ser pêyan digire, tên. Em ê vê pergalê ji binî ve biguherînin. Divê em her cureyeke polîtîkaya zordar, kedxwar û dijmirovî biguherînin. Em ê bi dostên xwe re li Tirkiyeyê mezintirîn Tifaqa Demokrasiyê ava bikin. Ji bo alternatîfbûn, çareserî, aştî û aramiya welêt em ê Tifaqa Demokrasiyê mezintir bikin. Ji bo vê jî em ê hemû derfetên xwe bi kar bînin û bi derdorên cuda yên civakê re hevdîtinan bikin. Dê kêmaniyên xwe nîqaş bikin û rexneyên civakê jî bi micidahî bigirin dest û wisa pêş bikevin.” 
 
‘RÊYA 3’YEMÎN HEYE’
 
Sancar, diyar kir ku bila hemû hêzên demokrasiyê, yên aştî û demokrasiyê dixwazin, yên dixwazin zilm, zordarî û talan bi dawî bibe mil bidin milên wan û bi hev re bimeşin. Sancar, wiha dom kir: “Em ê Tirkiyeyê neçarî du aliyên dişibin hev nekin. Rêya me ya 3’yemîn heye. HDP heye ku dê nûnertiya vê rêyê bike û Tifaqa Demokrasiyê heye ku HDP wê mezin dike.” 
 
HEMWELATIYA WEKHEV 
 
Di berdewamê de Sancar bal kişand ser binpêkirinên li girtîgehan û wiha got: “Hema hema her roj em zilm û bêwijdaniya ku li girtîgehan bi taybet jî li rêhevalên me yên jin tê kirin tînin ziman. Di şexsê Aysel Tugluk, Gultan Kişanak, Ayla Akat Ata, Sebahat Tuncel û Fîgen Yuksekdag de em ê her roj vê zilmê vebêjin. Di vê mijarê de Meclisa Jinan a HDP’ê ku Hevseroka Giştî Pervîn Bulsan a hêja serokatiya wê dikir, îradeya herî xurt raber kir. HDP ev e. HDP, partiya têkoşîna jinên ku ehd xwarine vî welatî biguherînin e. Partiya karker, kedkar, bindest û hemû baweriyan e. Hemû bawerî wekî hev tên temsîlkirin. Li ser bingeha hemwelatiya wekhev û azadiya baweriyan, hemû gelan dikin yek û wisa dimeşin.” 
 
‘DEM DEMA SERKEFTINÊ YE’
 
Sancar, axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Dîroka me, dîroka zehmetiyan e. Lê di heman demê de dîroka têkoşîn û serkeftinê ye. Dem dema wê ye ku em bi vê têkoşîn û çanda berxwedanê Tirkiyeyê jinûve ava bikin. Dema dema wê ye ku em bedelên hatine dayîn veguherînin destkeftiyan. Dem dema serkeftinê ye. Tifaqa me bi gelan, bi jinan, kedkar û derdorên tune tên hesibandin re ye û em ê teqez bi ser kevin. Bêguman dê bi vê civînê re nexşerêya demên pêş were diyarkirin. Dê bi vê civînê re biryarên wisa bên dayîn ku ronahiya çiraya Newrozê li her deverê bê belavkirin. Di Newrozê de gelê me peyam dan. Di Newrozê de biryardariya gelê kurd nîşanî hemû cîhanê dan. Niha jî divê em berpirsyartiyên peyamên Newrozê bi cih bînin. Dem dema avakirina demokrasî, azadî, aştî û hemwelatiya wekhev, dem dema HDP’ê ye. Dem dema Tifaqa Demokrasiyê ye. Qet gumana me nîne ku rêya me vekirî ye. Em ê wê veguherîna mezin pêk bînin û bi hev bi ser kevin.”