Kaçmaz: Çavkaniya krîz aborî jî û îşkenceya li welêt jî tecrîd e

img

WAN - Parlamenterê HDP'ê Huseyîn Kaçmaz diyar kir ku çavkaniya pirsgirêkên li welêt polîtîkaya tecrîdê ye û got: "Wê polîtîkaya şer çi li vî welatî zêde bike? Mifteya çareseriyê li Îmraliyê ye." 

Zêdetirî salek e tu xeber ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ê 23 sal in di Girtîgeha Îmraliyê de bi awayekî girankirî tê tecrîdkirin, nayê girtin. Herî dawî Ocalan di 25'ê Adara 2021'ê de bi telefonê bi birayê xwe Mehmet Ocalan re axivîbû.
 
Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Şirnexê Huseyîn Kaçmaz, polîtîkaya tecrîdê û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan nirxand. 
 
ÇAVKANIYA BÊHIQÛQÎTIYÊ
 
Kaçmaz, diyar kir ku tecrîda li Îmraliyê bi demê re sîrayetî tevahiya qadên jiyanê kiriye û got: "Ên welêt bi rê ve dibin, ji bo derî hiqûqê tevbigerin serî li tecrîdê didin. Bêedaletiya li Birêz Ocalan tê kirin, ji bo hemû qadan xetere ye. Gelên Tirkiyeyê bi tecrîdê ber bi xizaniyê ve tên şandin. Lê kesên welêt bi rê ve dibin, di nava luksê de ne." 
 
Kaçmaz, gotinên Ocalan ên di 7'ê Tebaxa 2019'an de bi rêya parêzerên xwe ragihandibû û gotibû "Ez dibêjim, ez ê di nava hefteyekê de şer û pevçûnan rawestînim. Ez dikarim hel bikim, bi xwe bawer im, ji bo çareseriyê amade me. Lê divê dewlet jî û aqilê dewletê jî çi hewce be bike" bibîr xistin û got, lê desthilata AKP'ê li hemberî vê serî li kûrkirina tecrîdê daye. Kaçmaz, destnîşan kir ku desthilat ji bo bekaya xwe tevahiya welêt ber bi xizaniyê ve şandiye û got: "A rast sedema vê bihabûna li bazaran jî tecrîda li Îmraliyê ye. Sedema îşkenceya li girtîgehan û cenazeyê ji girtîgehan derdikevin jî tecrîd e. Ji lew re vekirina deriyê Îmraliyê vekirina deriyê demokrasiyê ye. Gava deriyê Îmraliyê vebe, gava meseleya kurdî û meseleya edalet û hiqûqê çareser bibe, dê tahdeya li civakê tê kirin, polîtîkayên çewisandinê jî bi dawî bibin û siyasetmedar dê nikaribin derî hiqûqê tevbigerin. Tecrîda li Îmraliyê, rêbazeke ku kesên di polîtîkayên şer û pevçûnan de israr dikin." 
 
Kaçmaz, anî ziman ku ev tecrîd zirarê dide gelên Tirkiyeyê û got: "Heya tecrîda li Îmraliyê bi dawî nebe dê demokrasî neyê vî welatî. Heya demokrasî neyê dê civak bi krîzan û rûxandinan re rû bi rû bimîne. Birêz Ocalan gelek caran got, 'Tirkiyeya ku meseleya kurdî çareser neke, dê nebe welatekî demokratîk. Saziyên Tirkiyeya nedemokratîkî dê tu carî dmeokratîk nebin." 
 
Kaçmaz, bal kişand ser polîtîkayên hundirîn û derve yên şer ên Tirkiyeyê jî û got: "Li hemberî van polîtîkayan Birêz Ocalan bi helwesta xwe ya çareserkirin û HDP jî bi polîtîkayên xwe yên çareserkirinê heye. Heya tecrîd ranebe, dê astengiyên li ber demokrasiyê jî ranebin. Heya tecrîd ranebe dê desthilat ji bo bekaya xwe hîn bêtir otorîterbûnê ferz bike. Polîtîkaya tecrîdê bi Tirkiyeyê dide windakirin. Mifteya çareseriyê li Îmraliyê ye. Lewma divê civak rakirina tecrîdê ferz bike." 
 
MA / Mehmet Şah Orûç