Parlamenterên Îskoçyayê ji bo HDP’ê pêşniyazname dan parlamentoyê

img
ENQERE - Parlamenterê Partiya Kesk Ross Greer ê ku endamê Parlamentoya Îskoçyayê te  têkildarî rakirina parêzbendiyên parlamenterên HDP’ê pêşniyazname yek da Parlamentoya Îskoçyayê û bang li hikûmeta Tirkiyeyê kir ku li gorî biryarên DMME’yê tevbigere.
 
Parlamenterê Partiya Kesk Ross Greer ku endamê Parlamentoya Îskoçyayê ye, têkildarî zextên li ser Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) pêşniyaznameyek da Parlamentoya Îskoçyayê. Parlamenterên bi navên Karen Adam, Ariane Burgess, Maggie Chapman, Bob Doris, Kenneth Gibson, Bill Kidd, Gillian Mackay, Ruth Maguire, John Mason, Stuart McMillan, Emma Roddick, Paul Sweeney, David Torrance û Mercedes Villalba piştgirî dan pêşniyaznameyê. Di pêşniyaznameyê de wiha hat gotin: 
 
“Em bi bîr dixin ku Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) hewldana rakirina parêzbendiya siyasî ya 40 parlamenterên HDP’ê weke biryareke derhiqûqî pênase kir. Piştî guherîna di qanûna bingehîn de; bêyî ku guh bidin dozên şexsî, derheqê parlamenteran de doza cezayên komî hatin vekirin û ji wê rojê ve jî rewşa girtî ya 14 parlamenteran berdewam dike. Hêjayî bibîrxistinê ye ku bi vê biryarê re parêzbandiya Hevserokên Giştî yên HDP’ê yên berê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş hatin rakirin û piştre jî hatin girtin. Li gel van yekan, hikûmeta tirk parêzbendiya hevserok û parlamenterên HDP’ê yên serdema berê rakirin. Tevî ku DMME’yê biryara binpêkirinê dabû jî, ev biryar nehat bicihanîn. Bi rakirina parêzbendiya van parlamenteran re xala 10’emîn a Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) hate binpêkirin ku mafê azadiya îfade û kombûnê diparast. Em li dijî kampanyaya zexta domdar a rejîma li Tirkiyeyê li ser HDP’ê, komên mafên mirovan û saziyên xweser ên çapemeniyê derdikevin û bang li hikûmeta tirk dikin ku li gorî biryarên DMME’yê tevbigerin.”