Ji 6 partiyan daxuyanî: HDP ne bi tenê ye

img
NAVENDA NÛÇEYAN - 6 partiyên siyasî têkildarî provakasyona li hemberî HDP'ê daxuyaniyeke hevpar dan. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku HDP ne bi tenê ye û wiha hat gotin: "Demildest bila dorpêça polîsan bê rakirin. Demildest divê derbarê kesê ku gef li Ayşe Acar Başaranê xwar lêpirsîn bê destpêkirin û bê darizandin." 
 
6 partiyên siyasî têkildarî provakasyona li hemberî Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) daxuyaniyeke hevpar dan. Partiya Kedê (EMEP), Partiya Tevgera Kedkaran (EHP), Malên Gel (Halkevlerî), Federasyona Meclîsên Sosyalîst (SMF), Partiya Karkeran a Tirkiyeyê (TÎP) û Partiya Azadiya Civakî (TOP) bi sernavê "HDP ne bi tenê ye" daxuyaniyek dan. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku li cem HDP'ê ne. 
 
Di daxuyaniyê de provakasyona li Îzmîrê hat bibîrxistin û wiha hat gotin: "Hevrêya me Denîz Poyraz, di provakasyoneke bi vî rengî de li avahiya HDP'ê ya Îzmîrê hatibû qetilkirin. Lê em ê vê carê nehêlin. HDP'ya ku raya bi milyonana welatiyên me girtiye ne bi tenê ye. Aştî û biratî ne bi tenê ye." 
 
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku HDP ne bi tenê ye û wiha hat gotin: "Demildest bila dorpêça polîsan bê rakirin. Demildest divê derbarê kesê ku gef li Ayşe Acar Başaranê xwar lêpirsîn bê destpêkirin û bê darizandin."