Sancar: Tirkiye bûye welatê mirina bê wext

img

ENQERE - Parlamenterê HDP’ê Mithat Sancar, beriya dest bi erka Wekîltiya Serokatiya Meclîsê bike axivî û wiha got: “Ji bo em êşan kêm bikin û birînan derman bikin rêya jêveneger rêya aştî û demokrasiyê ye. Ev welat bûye welatê mirinên bê wext." 

Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Wekilê Serokatiya Meclîsê Mithat Sancar, beriya dest bi erka xwe ya nû bike axaftinek kir û wiha got: “Siyaseta demokratîk, bi niqaşan û rêvebirina rêbazên aştiyane pêkan e. Ji bo vê yekê jî divê berî her tiştî piranî esas bê girtin. Bingeha siyaseta demokratîk piranî û azadi ye. Ger ku azadî tune be dê otoriterî û ger ku piranî tune be dê totalîterî pêş bikeve. Ger ku azadî ji holê rabe dê tundî û zext zêde bibin. Ger ku piranî ji holê rabe jî dê nifrin zêde bibe. Ger ku siyaseta demokratîk ji holê rabe, dê xwedayê tolê serdest be." 
 
XISTINA WEKÎLTIYA HDPIYAN LI DIJÎ WATEYA DÎROKA MECLÎSÊ YE
 
Sancar, anî ziman ku xistina wekîltiyê û girtina wekîlan li dijî wateya dîroka meclisê ye û wiha got: "Di dîroka  parlamento û meclîsa Tirkiye de tiştekî wisa hêj çênebûye. Heta niha parlamenteriya 9 wekîlan hatiye xistin û 10 wekîl jî girtî ne. Parlamentoyek wisa li dijî wateya xwe ya dîrokî ye. 
 
RÊYA ÇARESERIYÊ DEMOKRASÎ Û AŞTÎ YE
 
Sancar, bal kişand ser pêdiviya demokrasi û aştiyê û wiha got: “Ji bo em êşan kêm bikin û birînan derman bikin rêya jêveneger rêya aştî û demokrasiyê ye. Ev welat bûye welatê mirinên bê wext. Şer, mirin û xerakirin e. Pirên aştiyê yê navbera gelan û civakan bi şer xera dibe. Ji bo kêmkirina êşan û birînan bi riya aştî û demokrasiyê çareser dibe. Em dikarin kîn, nifrîn, dijminantiyê ji pêşiya xwe paqij bikin. Dibe ku jan û êşên wê zêde bin, lê pêkan e. Ez bi hevîme ku em Tirkiye ji mirinên pêşwext xelas bikin. Ji bo em ji polîtikayên mirinê derkevin û derbasî polîtîkayên jiyanê bibin divê em berpirsiyariya xwe pêk bînin. Hem hemû baş zanin ku ji xwînê hinne çênabe." 
 
Sancar, piştî axaftinê ji bo Lijneya Giştî ya Meclîsê bi rêve bibe derbasî cihê xwe bû.