Banga Rêya Sêyemîn li hêzên demokrasiyê kirin

img
STENBOL - Mahafûz Guleryuz di Konferansa Herêma Marmarayê de axivî û diyar kir ku bi Rêya Sêyemîn dikare hemû pirsgirêk bên çareserkirin. Guleryuz, her wiha bang li hêzên demokrasiyê kir ku di bin sîwana Rêya Sêyemîn de yekitiya xwe ava bikin. 
 
Konferansa Herêma Marmarayê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li avahiya partiyê ya navçeya Bagcilar a Stenbolê hate kirin. Endamê Lijneya Rêveber ê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Sedat Şenoglu, Hevberdevkê HDK’a Stenbolê Erkan Tepelî, Berdevka Meclisa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran, parlamenterên HDP’ê Pero Dundar, Sezaî Temellî, Zuleyha Gulum, Mûsa Pîroglu, Berdevkê Komîsyona Rêxistinkirina Navendî ya HDP’ê Mahfûz Guleryuz, Hevserokên HDP’a Stenbolê Îlknûr Bîrol û Ferhat Encu, nûnerên pêkhateyên HDP’ê û bi dehan kesên ji bajarên herêmê beşdarî konferansê bûn.   
 
Di konferansê de pankartên “Em di azadî têkoşînê de bi israr in”, “Li dijî tundiya dewleta mêr, şer û xizaniyê em li her derê ne”, “Em xwe birêxistin dikin û ber bi pêşerojê ve dimeşin” hatibûn daliqandin. Di heman demê de pankarta “Denîz Poyraz nemir e” ku wêneyê Denîz Poyraz jî li ser bû hatibû daliqandin. 
 
Konferans, di şexsê Aysel Dogan de bi deqeyek rêzgirtina ji bo hemû kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane dest pê kir. Di axaftina destpêkê ya konferansê de Mahfûz Guleryuz axivî. Gulyeryuz anî ziman ku li dar xistina konferansa xwe ya di serdemeke wiha de xwedî girîngiyeke dîrokî ye û wiha got: “Em dixwazin bi bîr bixin ku em neferên serdemeke dîrokî ne. Pergala kapîtalîst hem di asta kûrewî û hem jî di herêmî de di nava krîzekê de ye û bo xwe li rêyekê digere. Sedema şerê mezin a li herêmê jî ev e. Modêla netewe dewletê ya pergala kapîtalîst, ji bo gelan şer, pevçûn û karesat anîn. Di vî şerê li herêmê de herî zêde gelên me pê êşiyan. Lewma li hemberî van hevsengiyên hêz ên kapîtalîzmê jî berxwedan û têkoşîna herî mezin em didin. Anku Rêya Sêyemîn a HDP’ê û felsefeya wê ye.” 
 
‘EM DI RÊYA SÊYEMÎN DE XWEDÎ ÎDIA NE’
 
Bi domdarî Guleryuz destnîşan kir ku li gel şerê Ûkrayna û Rûsyayê, li Sûriye û Iraqê jî şer didome û wiha domand: “Li Rojhilata Navîn, Şerê Sêyemîn ê Cîhanê heye. Navenda vî şerî jî erdnîgariya kurdan e. Me ji hemû cîhanê re gotibû ku em ê bi rêya sêyemîn bersivê bidin vê xitimîna pergala kapîtalîst. Em dixwazin vê rêyê bi gelên Tirkiyeyê re nîqaş bikin. Em xwedî îdia ne. Em bi îdia ne ku em ê hemû pirsgirêkên Tirkiye û cîhanê çareser bikin. Banga me ji bo hemû hêzên ked û demokrasiyê yên Tirkiyeyê ew e ku xwe di bin sîwana Rêya Sêyemîn a HDP’ê de bibin yek û bi hev re têbikoşin. Rêya xelasiyê ya ji hemû krîzan, HDP û felsefeya wê ye.” 
 
ARMANCA ÊRIŞAN RÊYA SÊYEMÎN E
 
Di berdewamê de jî Guleryuz ev tişt anî ziman: “Sedema bingehîn a êrişên berfireh ên AKP-MHP’ê yên li dijî HDP’ê jî Rêya Sêyemîn e. Lê belê ev hewldanên wan vala ne. Ji ber ku HDP roj bi roj mezintir dibe. Divê bê zanîn ku li gel ewqas êrişan jî nikarin yek HDP’î teslîm bigirin. Hûn ê nekarin teslîm bigirin û serî pê bidin tewandin. Mîna yên berê em ê vê dethilatdara bêşiûr jî biavêjin ser sergoyê. Desthilatdarî herî zêde ji herêma Marmara û Stenbolê ditirse. Yek ji herêmên ku HDP dikare herî zêde xwe lê bigire ev herême ye. Vê herêmê her tim faşîzm ji vir dehf kir û dê dehf bike jî. Lewma ev konferans, konferanseke girîng e.” 
 
Piştî axaftina Guleryuz jî konferans ji çapemeniyê girtî berdewam kir.