Wekîlên AKP’ê milê Parlamenter Togrul şikandin

img

ENQERE – Di encama nîqaşa Efrînê ya li Lîjneya Giştî ya Meclîsê de wekîlên AKP’ê êrîşî HDP’iyan kirin û Parlamenterê HDP’ê Mahmut Togrul ê birîndar bû rapora 45 roj nikare kar bike girt. 

Li Lîjneya Giştî ya Meclîsê duh di navbera parlamenterên HDP’ê û AKP’ê de nîqaşa Efrînê qewimî. Nîqaş mezin bû û wekîlên AKP’ê êrîşî wekîlên HDP’ê kirin. Di pevçûnê de Parlamenterê HDP’ê yê Dîlokê Mahmut Togrul birîndar bû. Togrul ê rakirin nexweşxaneyê derket. Togrul ê milê wî şikest rapora 45 rojan a nikare kar bike girt. 
 
Togrul têkildarî mijarê agahî da Ajansa Mezopotamyayê û got: “Min li ser xalekê behsa Efrînê kir. Ne wek ku didin xûyakirin. Ew dibêjin ‘Em ê wan li Efrînê bicih bikin.’ Min jî got hûn kî li wir bicih bikin. Min jî got navê vê yekê guherandina demografiyê ye û min got navê vê qirkirina nijadî ye. Min behsa kuştin û birîndariya sivîlan kir. Axaftina min xelas bû û ez çûm cihê xwe. Pişt re rûniştina lîjneyê dewam kir. Pişt re hilbijartina xalê dest pê kir. Di wê navberê de min û Garo Paylan sohbet dikir. Wekîla wan a Konyayê hat cem me û got ‘Ez we şermezar dikim û filan.’ Min hilneda micidiyê. Pişt re ez ber bi derî ve çûm, min dît ku nêzî sed wekîlên wan bi ser me ve hatin. Me bala xwe dayê ku êrîşek organîze amade kirin.e Carek min dît ku em li erdê ne. Dema ez ketime xwarê milê min şikest. Ez û Garo û du hevalên din bûn. Lê wan bi sed kesan êrîş anî ser me.” 
 
Li gel Togrul, Parlamenterê HDP’ê yê Îzmîrê Muslum Dogan jî ji ber derb li sînga wî ket bi sivikî birîndar bû. Lê hat zanîn ku rewşa Dogan baş e.