Hevseroka KNK'ê Murad: Dixwazin bi van êrişan di 2023'yan de Lozanek din çêbikin

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Hevseroka KNK'ê Zeyneb Murad, diyar kir ku Tirkiye wê di êrişên xwe de bi Zap, Metîna û Avaşînê sînordar nemîne û got: "Di 2023'yan de sedsala tifaqiya Lozanê li pêşiya me ye. Tirkiye careke din dixwaze di vê sedsala ji nû ve sînorên xwe berfirehtir bike û ew wîlayeta ku weke Musul dihat binavkirin careke din bixe bin desthilatdariya xwe."
 
Tirkiyeyê di 23'yê Nîsana 2021'an de li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşînê yên bi ser Herêma Kurdistanê ve ji hewayî û bêjahî ve dest bi operasyoneke berfireh kiribû. Operasyona ku encam jê nehat girtin, Tirkiyeyê vê carê dîsa li heman herêman serî li amadekariyeke konsepteke şer a nû da. Tirkiyeyê bi hevkariya PDK’ê di 17’ê Nîsana îsal de li dijî heman herêman şer da destpêkirin. Di heman demê jî li dijî Mexmûr û Şengalê êrişên hewayî hatibûn destpêkirin. Li ser bersivdayîna hêzên Şengalê êriş hatin sekinandin.  
 
Hevseroka Kongreya Neteweyî ya Kurdistan (KNK) Zeyneb Murad têkildarî êrişên Tirkiyeyê yên li dijî axa Başûrê Kurdistanê ji ajansa me re axivî. 
 
'DIXWAZIN DI 2023'AN LOZANEK DIN ÎMZE BIKIN’ 
 
Zeyneb Murad, diyar kir ku armanca şerê nû hatiye destpêkirin tunekirina hebûna kurdan û dagirkirina axa Kurdistanê ye. Murad, bi lêv kir ku Tirkiye di çarçoveya vê konseptê de dixwaze xeyalên xwe yên Osmanî pêk bîne û got: “Stratejiyeke dewleta tirk a dirêj û bêdawî heye. Li gorî vê stratejiyê planên xwe çêdike.Yek ji vê planê jî plana şere. Niha konsepteke şer xistine dewrê. Yek ji vê jî herêmê Zap, Metîna û Avaşîn e.  Nêzikî salekî zêdetire li ser herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê êrişên xwe dan destpêkirin. Ev operasyon heta demekî berdewam kirin. Lê bi berxwedaniyeke bêhempa û piştgiriya gel a ji bo vê berxwedanê nekarî vê planê bi cih bike. Niha di roja me ya îro de dîsa di meha nîsanê de careke din şerekî berfireh hat destpêkirin. Bi çekên giran ji hewayî û bêjahî êriş dike. Êdî aşkereye ku dewleta tirk bi hinceta PKK'ê dixwaze vê herêmê bi giştî dagir bike. Dixwaze xewn û xeyalên xwe yên împaratoriya Osmaniyan bi cih bine û sînorên xwe berfireh bike û vegere sînorên ku di nav Mîsak-î Mîllî hatine destnîşan kirin. Li aliyê din di sala 2023'yan de sedsaliya tifaqiya Lozanê li pêşiya me ye. Tirkiye careke din dixwaze di vê sedsala nû de sînorên xwe berfirehtir bike û ew wîlayeta ku weke Musul dihat binavkirin careke din bixe bin desthilatdariya xwe de. Her kes jî dizane û jibîr nake ku dewleta Tirkiyeyê sala 1974'an de jî Kibris li ber çavê cîhanê dagir kir. Dixwaze hemû tiştî li ser Kurdistanê jî bike. Di roja îro de dixwaze Kurdistanê ji bo nûkirin û zindîkirina xeyalên xwe yên Osmaniyê bi taybet axa Başûr û Rojavayê Kurdistanê bixe bin xeteriya xwe. Bêgûman dewleta Tirkiyeyê tenê bi van herêman sînordar namîne. Ji xwe ev herêm herêmên stratejîk in. Çima dewleta tirk di dagirkirina Zap, Metîna û Avaşînê de bi israr e? Çimkî ev herêmên stratejîk in. Ji xwe ev ji herêm Başûrê Kurdistanê jî derbas dike. Di nav van xewn û xeyalên Tirkiyeyê de Kerkûk jî û Bexda jî hebû. Dewleta tirk bi awayeke aşkere vê yekê tîne ziman. Loma ne tenê gelê kurd hemû gelên din û pêkhateyên herêmê li hemberî vê dagirkeriyê bi bertek in. Dewleta tirk ku bi serkêşiya Erdogan metirsiyeke mezine li ser axa ku gel bi hev re jiyan dikin."
 
'ARMANC HILWEŞANDINA STATÛYA KURDISTANÊ YE'
 
Murad, anî ziman ku Tirkiye ji şerê Ukrayna û Rusyayê sûdê werdigire û wiha berdewam kir: "Dewleta tirk ji bo ku di vî şerî de encamek bigire her tiştekê xwe seferber kiriye. Çimkî em dibînin niha di cîhanê de şer heye û aloziyek heye. Şerê Rusya-Ukrayna ku tevî NATO têde heye dewleta tirk dixwaze ku li vê herêmê ji vî şerî sûd bigire. Divê gelê kurd metirsiyarî nêz bibe û hesasî nêzî van êrişan bibe. Dewleta tirk û rayedarên wê bi awayeke aşkere tînin ziman ku Başûr û Rojavayê Kurdistanê weke perçeyeke welatê xwe pênase dike. Ji xwe Kerkûkê weke beşeke wîleyeta xwe ya 82'yemîn pênase dike. Wîleyeta Musul û navçeyên hemû Başûrê Kurdistanê heya ku Kerkûk jî di nav de weke axa xwe pênase dikin. Loma statûya Başûrê Kurdistanê nas nakin. Ji xwe naxwazin ku statûya kurdan hebe. Bi taybetî plana dewleta tirk ew e ku statûya Başûrê Kurdistanê û federasyona ku li wir heye hilweşîne. Rayedarên dewleta tirk vê yekê bi awayeke aşkere tînin ziman. Erdogan û dewleta wî heta niha yek carê navê Kurdistan neanîye ziman. Wê peyvê ew nikarin bînin ziman. Di vir de xuya dibe ku beşeke wîleyateke împaratoriya Osmaniyan e. Vê naveşêrin û raste rast dibêjin. Lê mixabin li hemberî van kirinan heta niha rayedarên Başûrê Kurdistanê helwestek nîşan nedaye. Bi maskeya bazirganiyê dixwazin hevkariyê bidin dewleta tirk. Ew dixwazin rûyê Erdogan spî nîşanî cîhanê bidin û bibêjin ku 'Erdogan ne dijminê kurdan e, em bi wî re radibin û rûdinin’.  Ev trafîka çûyîn û hatina Tirkiyeyê jî ev bû. Loma weke hevkar û şirîk tê ditin.”
 
'TIRKIYEYÊ KRÎZA LI BAŞÛR Û IRAQÊ XWE RE KIRIYE FERSEND’ 
 
Murad, bal kişand ser nefta li Başûrê Kurdistanê û destnîşan kir ku şerê Tirkiyeyê li ser wê ye ku Kurdistanê dagir bike û wiha axivî: “Her kes sedema şerê Ukrayna û Rusyayê dizan e. Niha temînkirina enerjiyê ji aliyê Rusyayê ve hatiye sekinandin. Ev jî di nava hemû welatan de bûye krîzek mezin. Loma Tirkiye niha hewl dide ku pir bike. Her kes dizane ku axa Kurdistanê dewlemend e. Bin erdê wê hemû neft e. Dewleta tirk jî dixwaze ji vê sûdê bigire. Bi Tifaqiyên qirêj dixwaze bazirganiyê bike. Dixwaze bi tifaqiya dualî di vî karî de encam bigirin. Ev bi xwe rê li ber xeteriyeke mezin vedike. Niha di nava hizbên siyasî de nêrazîbûneke gelek mezin heye. Niha li ser vê mijarê di navbera YNK û PDK'ê de aloziyek heye. Dîsa li ser heman mijarê di navbera hikûmeta Iraqê û herêmê de alozî heye. Niha nerazîbûneke gelek mezin heye. Çima? Çimkî li ser berjewendiyên netewî hesabên mezin tên kirin. Ev nayê qebûlkirin. Niha di bin navê karê dîplomasî de bi Tirkiyeyê re bazirganiyeke qirêj tê meşandin. Îro barê Kurdistanê gelek giran e. Ew welatê ku bi sedan hezar şehîd û girtiyên wê hene û her wiha deskeftî hene di bin xetereyê de ye. Di roja me ya îro de bi bazarên pir erzan û qirêj xeterî mezintir dibe.” 
 
'HER KES DEYNDARÊ CIVAKA ÊZDÎ YE' 
 
Murad, êrişên li ser Şengalê jî bi bîr xist û anî ziman ku li dijî van êrişan pêdivî bi rêxistinkirinê heye û wiha got: "Êrişên li ser Şengalê konsepteke vî şerê Tirkiyeyê ye. Ev berdewamiya ‘Peymana Şengalê’ ya 9'ê Cotmehê ye. Dixwazin îradeya civaka me ya êzdî bêparastin bihêlin. Êrişên li ser Şengalê her çiqas ji aliyê Artêşa Iraqê ve hatibin kirin jî tiliya PDK'ê û Tirkiyeyê têde heye. Ev operasyona ji aliyê Mûsûlê ve pêk hat. Tirkiye dixwaze vê herêma Nînova jî bike bin desthilatdariya xwe. Viya rastiyek e. Dewleta tirk raste rast bi îstîhbarata xwe li ser Mûsûlê çêkiriye. Ji Başîka bigire heta gelek deverên din he Tirkiyeyê hem di warê îstîhbaratê de hem jî di warê leşkerî de xwe bicih kiriye. Bi sedema vê yekê em dibînin ku Tirkiye êrişî Şengalê dike. Niha rastiyek heye ku hikûmeta Iraqê di aloziyekî de ye. Li Iraqê ev 8 meh in hikûmet nehatiye damizirandin. Loma biryara van êrişan PDK û Tirkiye didin. Çimkî di Iraqê de siyasetek perçebûyî heye. Di heman demê de li herêma Kurdistanê de jî perçebûyin heye. Ev parçebûn jî dibe sedem ku destê dewleta Tirkiyeyê xurtir bibe. Lê em dibêjin çawa heta niha berxwedaniyek hebû wê ji niha pê ve jî bi berxwedaniyê bi ser bikeve. Civaka me ya êzdî wê ji van êrişan re bibe bersiv. Divê ku em wan tenê nehêlin. Erk û berpiryariyeke netewiyî ye ku em xwedî lê derbikevin. Her kes deyndarê vê civakê ye. Di asta însanî û cîhanî de her kes berpirsyare ku rê nedin van êrişan. Îro ne tenê gelê kurd, asurî, keldanî, sûryanî jî di xetereyê de ne. Ji ber vê yekê erka netewî ye ku em li hemberî vê dagirkeriyê bisekinîn. Divê em eniyeke navnetewî û niştimanî ku ji hemû pêkhatan pêk tên ava bikin û destûr nedin ku dagirkerî derbas bibe. Çimkî ne tenê ji bo gelê kurd ji bo hemû aliyan şerê man û nemanê ye."