Soylû polîsên ku êrişî wekîlan kirin dê xelat bike

img
ENQERE - Wezîrê Karên Navxweyî Sûleyman Soylû, diyar kir ku ew dê polîsên ku êrişî wekilên TÎP'ê kirine xelat bike. 
 
Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylû êrişa polîsan a li dijî parlamenterên Partiya Karkeran a Tirkiyeyê (TÎP) ku ji bo salvegera protestoyên Geziyê pankarta li ser "Her der Taksîm, her der berxwedan" dinivîsî bi pira 15'ê Tîrmehê ve kirin, parast. Soylu ser hesaba xwe ya Twîtterê dîmenê bûyerê parve kir û wiha got: "Ez van hevalên xwe yên polîs ji ber ku peywira xwe bi cih anîne bi xelat dikim. Em giliyê wekîlên ji HDPKK'ê ketine meclîsê bikin. Ji rayagiştî re birêzdarî radigihînin." 
 
ÇI BÛBÛ?
 
Serokê TÎP'ê Erkan Baş, parlementerên TÎP'ê Sera Kadigîl û Ahmet Şik ji bo salvegera protestoyên Geziyê ya 9'emîn pankartek bi pira 15 Tîrmehê ve daliqandin. Benikê pankartê ji aliyê polîsan ve hat birîn. Di dîmenên ku parlamenterê TÎP'ê yê Stenbolê Ahmet Şik ser hesaba xwe ya Twîtterê de bi zindî dide de diyar e ku polîs bi gotina "Hûn nikarin vê alê li vir bidalîqînin" mudaxaleyî wan dike. Tê bihîstin ku welatiyên derdorê jî ji polîsan re dibêjin "Ew parlamenter e, parlamenter". Şik, anî ziman ku polîsan bi berstûyê wî re girtine û kişandine.