HDP'ê daxwaz kir ku 'qanûna dezenformasyonê' bê vekişandin

img
ENQERE - HDP'ê, pêşniyarqanûna ku AKP-MHP'ê derbarê danekirinên li ser medya sanal û înternetê de amade kiribûn li dijî Destûra Bingehîn dît û xwest bê vekişandin. 
 
Parlamenterên AKP-MHP'ê derbarê danekirinên (qanûna dezenfoprmasyonê) li ser medya sanal û înternetê de pêşniyarqanûnek amade kirin û pêşkêşî Serokatiya Meclisê kiribûn. Li ser pêşniyarqanûnê li Komîsyona Mecrayên Dîjîtal hevdîtinan dest pê kir. Parlamenterên HDP'ê Dersim Dag û Abdullah Koç ên endamê komîsyonê li dijî pêşniyarqanûna AKP-MHP'ê derketin û daxwaz kirin ku pêşniyarqanûn bi temamî bê vekişandin. 
 
Hevdîtinên li ser pêşniyarqanûnê didomin.