Koçyîgît: Şerê heyî li dijî kurdên azad tê kirin

ENQERE - Parlamentera HDP’ê Gulistan Kiliç Koçyîgît diyar kir ku şerê li erdnîgariya kurdan tê meşandin li dijî kurdên azad tê kirin û wiha got: “Tehemûla kurdan nakin.” 
 
Êrişa Tirkiyeyê ya bi hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşîn ên Herêma Federal a Kurdistanê berdewam in. Di demekî ku ev êriş didomin de Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan ragihand ku dê li dijî Til Rifat û Minbic ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrişeke nû bidin destpêkirin. Tirkiye ku dixwaze pêvajoya endamtiya NATO’yê ya Fînlandiya û Swêdê weke firsendek bi kar bîne, mîna li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî hewl dide ji bo êrişeke din a li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî destûra DYA’yê bigire.
Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Mûşê Gulistan Kiliç Koçyîgît têkildarî geşedanên di qada siyasetê de, rewşa desthilatdarî û mûxalefetê û êrişên gengaz ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê axivî. 
 
Gulistan Kiliç Koçyîgît diyar kir ku sala 2023’yan saleke diyarker e û wiha got: “Hem ji bo desthilatdariyê û hem jî ji bo kesên bindest xwedî wateyeke cuda ye. Ji bo gelê kurd ku ev sed sal e rastî polîtîkaya înkar û pişaftinê tê û ji mafên xwe yên qanûnî bêpar hatiye hiştin, tê wateya statûyeke zagonî û xelasiya ji bindestiyê. Ji bo AKP-MHP’ê jî tê wateya komareke gelek cuda. Dixwazin komarê ji holê rakin û li şûna wê pergaleke olperest, nîjadperest, milîtarîst û selefî ava bikin.”
 
BERTEK NÎŞANÎ HELWESTA CHP’Ê DA 
 
Bi domdarî Koçyîgît da zanîn ku AKP-MHP hewl didin rejîma yekzilamî mayînde bikin û wiha pê de çû: “Ber bi mayîndekirina vê rejîmê û avakirina otokrasiyê ve diçin. Lê belê muxalefet piştgiriyê dide polîtîkaya wê ya derve. CHP’ê bi redkirina tezkereya dawî re gavekî erênî avêt lê belê di êrişên ser Herêma Federal a Kurdistanê de dîsa li kodên xwe yên dewletê vegeriya. Muxaleftbûna xwe tenê weke dijberiya AKP-MHP’ê dibînin. Di polîtîya şer de pirsgirêka kurd, diyardeyeke girîng e. Pirsgirêka kurd dikare bi rêyên demokratîk bê çareserkirin. Di rewşeke wiha de piştgiriya bi polîtîkaya şer re tê wê wateyê ku demokrasiyê tenê bo xwe dixwazin. Lewma divê ji ewil van kodên sedsalî biguherînin. Ji bo komareke demokratîk divê statûya Qanûna Bingehîn a hemû gel, bawerî û derdorên civakî bê naskirin, pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk bê çareserkirin. Ji bo vê divê rîskê bigirin û biwêrek bin.” 
 
‘MUXALEFET JI ERDOGAN CUAD NAFIKIRE’
 
Di berdewamê de Koçyîgît daxuyand ku sedema hemû krîzên heyî yên li Tirkiyeyê AKP û Erdogan in û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji bo pêvajoya piştî AKP amadekarî tên kirin. Lê em dibînin ku muxalefet jî hem di mijara polîtîkaya derve de û hem jî di mijara pirsgirêka kurd de ji AKP’ê cuda nafikire. Di dîzayna nû de pirsgirêka kurd diyarker e. Dixwazin kesê ku nû tê hilbijartin jî mîna Erdogan tawîzê nede kurdan, pê re aştiyê neke, di şer de israr bike, meseyan têk bibe û çar parçeyên Kurdistanê di nava sînorên Mîsak-i Mîllî de bibîne. Hinek derdor û hêzên di nava dewletê de kesekî wiha dixwazin.”
 
‘SEDEMA ŞER KRÎZA KAPÎTALÎZMÊ YE’
 
Parlamementer Koçyîgît diyar kir ku Tirkiye ji şerê ku di encama krîza kapîtalîzmê de rû dayî sûd digire û ev tişt anî ziman: “Sedema şerê niha yê li Rojhilata Navîn û Ûkraynayê, krîza kapîtalîzmê ye. Şerekî di navbera NATO û Rûsyayê de ye. NATO piştî jihevbelavbûna Sovyet Rûsyayê, bi israr xwest berfireh bibe, xwe gihand sînorên Rûsyayê, baregehên leşkerî ava kirin û ji bo çekên biyolojîk baregeh ava kirin. Ev şer, weke bertekekî li dijî van hewldanan derket. Her wiha hem DYA, hem YE û hem jî hemû hêzên navdewletî dixwazin li Rojhilata Navîn serwer bin û teşe bidin vê herêmê. Krîzên ji ber netewe dewletên ku sînorên wan bi rastekê hatine xêzkirin berdewam in. Qelsbûna hegemonyaya DYA’yê ya li Iraqê, windakirina hegemonyaya li Sûriyeyê, vekişîna ji Efxanistanê û destwerdana Rûsyayê ya li şerê Sûriyeyê, parçeyeke vê kaosê ye. Di serî de DYA û Ingilistan, hêzên navneteweyî dixwazin şerê Rûsya-Ûkraynayê weke firsend bi kar bînin û Rojhilata Navîn li gorî dilê xwe dîzayn bikin. Di vê rewşê de Erdogan û Tirkiyeyê dixwazin weke mircekî bi kar bînin. Tirkiyeyê weke qereqola pêş a NATO’yê bi kar tînin. Lewma tevî ku Tirkiye çekên kîmyewî bi kar tîne jî dengê xwe jê nakin.”
 
‘GELÊ KURD DÎSA BÛYE HEDEF’
 
Koçyîgît, got ku ji ber şerê Rûsya-Ûkraynayê krîza xaza xwezayî li Ewropayê derketiye û ev nirxandin kir: “Ewropa ketiya nava hewldanên nû. Dîsa li Kurdistan û Rojhilata Navîn vegeriyan. Ji bo veguhestina enerjiyê, Kurdistan xwedî rêgehekî krîtîk e. Dixwazin Kurdistanê bikin mêtingehek, di bin rêveberiyekî de kom bikin û bêdeng bikin. Lewma dengê xwe ji şerê li Başûr û gefên ser Rojava nakin. Dixwazin xaza başûrê Kurdistanê li ser Tirkiyeyê derbasî Ewropayê bikin. Xuyaye ku DYA û YE’yê di vê mijarê de li hev kirine. Lê yên ku tên qurbanîkirin û tune tên hesibandin, Kurdistan û gelê kurd e. Tirkiye, kurdên teslîmgirtî û ji kurdbûna xwe derketî dixwaze. Hêzên navneteweyî jî kurdên ku entegrebûyî, li dijî berjewendiyên wan tevnegerin û li dora dewletekî biçûk kom bûyîn dixwazin. PDK’ê ji xwe berjewendiyên xwe yên şexsî danîne pêşiya yên neteweyî. Dibêje qey ev yek dê wê xelas bike.”
 
‘ŞER LI DIJÎ KURDÊ AZAD TÊ KIRIN’
 
Herî dawî jî Koçyîgît ev tişt anî ziman: “Hêzên herêmî û navneteweyî ji kurdên azad ditirin. Tehemûla wan a bo kurdê azad nîne. Lê kurd dev ji daxwaza azadiya xwe bernade. Di sedsala duyemîn a komarê de hewl didin kurdan dorpêç bikin, tune bikin, destkeftiyên wan ji holê rakin û bikin xulamên xwe. Kurd jî bi biçûkan heta mezinan tevek li dijî vê li ber xwe dide. Hêviya me heye. Heke em kurd azadî, wekhevî, demokrasî û statûyê bixwazin, wê demê divê em têbikoşîn. Erê rast e bedelên wê giran in lê belê ev bi sedan sala ye ji xwe em bedelekî giran didin. Em naxwazin vê sedsalê jî mîna koleyan bijîn. Şoreşa me ya Rojava heye ku hem hêviya me û hem jî ya Rojhilata Navîn geş dike. Em di serdemekî krîtîk re derbas dibin û ji bo hemû mirovahiyê têdikoşîn.” 
 
MA / Bêrîvan Altan