Konferansa HDP'ê bi dawî bû: Em ê Komara Demokratîk ava bikin

img

ENQERE – Konferansa Mezin a 4'an a HDP'ê ku du rojan dewam kir bi coş û biryardariyeke mezin bi dawî bû. 

 
Konferansa Mezin a 4'an a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ku li Navenda Çandê ya Nazim Hîkmet hat lidarxistin, piştî du rojan bi dawî bû. 
 
Konferans bi dirûşmeya "Berxwedana Mezin Meşa Mezin" hat lidarxistin. Hevserokên Giştî yên HDP'ê Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar, Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Ayşe Acar Başaran, endamên Meclîsa Partiyê û Desteya Rêvebir a Navendî, parlementer, hevserokên bajaran, endamên Meclîsa Jinan, endamên Desteya Rêvebiriyên Herêmî yên Demokratîk, Hevberdevkên Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Esengul Demîr û Cengîz Çîçek, Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, Hevserokên Giştî yên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz û Keskîn Bayindir, Hevserokên Giştî yên Partiya Bindestan a Sosyalîst (ESP) Ozlem Gumuştaş û Şahîn Tumuklu, Berdevka Platforma Piştevaniyê ya Sosyalîst (SODAP) Sevtap Akdag Karahali, Hevberdevkên Partiya Çep a Kesk Ayşe Erdem û Îbrahîm Akin, Seroka Giştî ya Partiya Şoreşgeran Elîf Torûn Oneren, Hevserokên Partiya Damezrandina Jinûve ya Sosyalîst (SYKP) Canan Yuce û Cavît Ûgûrlû, aktivîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê jî di nav de 647 delege tevli konferansê bûn. 
 
Konferans îro bi coşa jin û ciwanan dewam kir. Duh di konferansê de geşedanên li cîhanê, Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê hatin nîqaşkirin. Bi awayekî berfirehî li ser rol û rista sereke ya HDP'ê ya di siyasetê de, helwesta muxalefetê ya ji bo HDP'ê û polîtîkayên desthilatê yên ji bo domandina tehkuma wê hat sekinandin. 
 
Îro jî li ser rêxistinbûyînê, astengiyên li ber rêxistinbûyînê û avakirina komara demokratîk hat sekinandin. 
 
Piştî nîqaşan pêşniyazên komîsyonan û komîsyona navendî hatin nîqaşkirin. 
 
MEŞA GEMLÎKÊ
 
Her wiha di her du rojên konferansê de jî li ser Meşa Gemlîkê hat sekinandin ku dê KCD, HDK û DBP di 12'ê Hezîranê de bi hev re li dar bixin hat sekinandin. Di konferansê de ji bo vê meşa li dijî polîtîkaya tecrîdê ya li Îmraliyê, bang li rêxistinên demokratîk û hemû welatiyan hat kirin. Di konferansa HDP'ê de biryardariyeke mezin xwe da der ji bo Meşa Gemlîkê. Ji biryar û nîqaşên girîng yek jê jî komar bû. Beşdarên konferansê destnîşan kirin ku ew bi biryar in ku Komara Demokratîk ava bikin. 
 
BI GOVENDGERANDINÊ BI DAWÎ BÛ
 
Piştî nîqaşan û biryaran wêne hat girtin. Konferans bi berzkirina dirûşmeyên “Biji berxwedana HDP'ê” û “Bê Serok jiyan nabe” bi dawî bû.  Di dawiya konferansê de jin û ciwanan govend gerandin.
 
HDP, dê danezana xwe ya encamê ya konferansê van rojan bi raya giştî re parve bike.