Belavbûna radyasyonê pirs kir: Lêpirsîn hatiye destpêkirin?

img
MÊRDÎN - Berdevka HDP'ê Ebrû Gunay, radyasyona ku li Navenda Tenduristiya Dev û Diranan a Mêrdînê belav bûbû bir rojeva meclisê û pirsa ku "berpisyarî ya kê ye?"  kir. 
 
Berdevka HDP'ê û Parlamentera Mêrdînê Ebrû Gunay, radyasyona ku li Navenda Tenduristiya Dev û Diranan a Mêrdînê belav bûbû bir rojeva meclisê û bi daxwaza ku Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca bibersivîne pêşnûme pirsa Serokatiya Meclisê. Gunay, destnîşan kir ku navenda di 22'ê sibata 2022'yan de vebûye û di nav 4 mehan de ji ber ku bergiriyên pêwist nehatine girtin bi personel û nexweşên ku çûne navendê re di asteke bilind de radyasyon hatiye tespîtkirin. 
 
Gunay, derbarê negirtina bergiriyên pêwîst ên li navendê û pêvajoya hiqûqî derbarê mijarê de ji Wezîr Koca pirsan kir û xwest ku derbarê mijarê de daxuyanî bide.