Toprak: Di çarçoveya rêgezan de serkeftin pêkan e

img

STENBOL - Endama Koma Diyalogê Bînnaz Toprak, diyar kir ku li dijî yekitiya serokomar divê muxalefet jî amadekariyan bike û ev tişt got: "Di warê ewlehiya hilbijartinê de peywireke girîng dikeve ser milê raya giştî jî. Dîsa heke partiyên muxalefetê di çarçoveya rêgezên partiyan de bên gel hev, serkeftin pêkan e."

Endama Koma Diyalogê Bînnaz Toprak, der barê qanûna hilbijartinê, ewlehiya hilbijartinê, hilbijartineke pêşwext, rewşa muxalefetê û saziyên civaka sivîl de ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re nirxandin kirin.
 
Toprak da zanîn ku dê AKP di hilbijartinên Serokomariyê de dengê sedî 50+1'î bi dest nexe û ev tişt got: "Li gorî nêrînên ku ji raya giştî hatine girtin, hêj ew dengê ku dixwazin negirtine. Ez wer difikirim. Rêjeya 56-57 deng hebe jî berî ku aborî ber bi xirabûnê ve biçe, dê ev mijara şer heta ku biçe ne diyar e, heke ev hemû tişt nebûna dê hilbijartineke pêşwext pêk bihata. Lewre dengê sedî 50+1 bi fikar e. AKP ji bo vê bigire bin ewlehiyê hevkariyê bi pêş dixe." Toprak destnîşan kir ku piştî 15 salan, AKP'ê di 7'ê Hezîranê de winda kiriye û wiha got: "Vê yekê di sedî 50 ya gel de kelecanek derxist holê. Lê MHP'ê helwesteke ew qas hişk danî holê û got ku 'Ez bi tu awayî nakevin vê hevkariyê, ez ê bibim partiya muxalefetê.' Heta HDP'a ku got 'Em ê ji derve ve piştgiriyê bidin vê koalîsyonê' jî red kir. Di dawiya vê de koalîsyon nehat avakirin, hilbijartinên 1'ê Mijdarê pêk hatin."
 
Toprak aşkera kir ku ji ber MHP tirsa dê di bin bendavê de bimîne dijî, AKP jî ji bo dengê sedî 50+1 bi dest bixe di nava hevkariyê de ne û ev tişt anî ziman: "Hejmartina dengê her duyan bi hev re niheqiyeke mezin e. Em bêjin ku HDP di sedî 9.99'an de ma, bi dengekî piçûk bendav derbas nekir. Dê nekeve Meclisê. Ji hêla din ve MHP'ê dengê 2-3 girtibe dê bikeve Meclisê. Ev niheqiyeke gelek mezin e. Hilbijartineke adilane gelek dûr e."
 
'SAZIYÊN SIVÎL ALÎGIRÊ RÊGEZAN E’
 
Toprak diyar kir ku qanûna hilbijartinê ya nû partiyan ji bo hevkariyê dide zorê û partiyên di referandumê de di Eniya Nayê de hatin gel hev jî bi bîr xist û wiha axivî: "Divê ev eniya na li gel hev bê girtin. Di vir de ji hêla gelek waran ve zehmetî hene. HDP'ê got ku 'Em bi CHP'ê re nakevin hevkariyê ji ber ku fikrêm ne li hev nagirin.' Ji hêla din ve di nava CHP'ê de hin kesên dixwazin bi HDP'ê re hevkariyê bikin jî hene, lê yên naxwazin bikevin hevkariyê jî hene. Tu behsa Îyî Partiyê bikî, dawiya dawî ji koka MHP'ê tê. Ne pêkan e bi HDP'ê re bên gel hev. Tişta ku ez difikirim CHP dixwaze di çarçoveya rêgezan de hevkariyekê bîne holê. Ferq nake her çar partî cuda duca bikevin hilbijartinê; ji ber ku her yek ji wan rêjeyeke dengên wan hene. Heke bi vê hevkariyê sînerjiyek tê xwestin bê bi dest xistin, sedî 50+1 di tûra duyemîn de bimîne namzetê kîjan partiyê dengê zêde bistîne divê piştgiriyê bidin wan. Rêxistinên civaka sivîl jî piştgiriyê didin hevkariya rêgezan. Lewre di hilbijartina Serokomariyê de MHP'ê jî piştgirî dabû namzetê CHP'ê Ekmeleddîn Însanoglu. Ew hevkarî nemeşiya. Beşeke zêde ya CHP'ê ji ber ku ew nava nedixwest deng neda. Piştî wê niha CHP dest pêkê pifî mast dike, piştre dixwe."
 
‘RÊGEZA VEGERA PERGALA PARLAMENTERIYÊ GIRÎNG E'
 
Li ser pirsa divê li dijî hevkariya AKP-MHP'ê hevkariyeke çawa bê pêşxistin jî Toprak ev bersiv da: "Berî her tiştî partiyên bi hev re bikevin tevgerê divê li ser van rêgezan li hev bikin. Dema qezenc kirin vegerin pergala parlamenteriyê. Ji ber ku pergala serokatiyê ya li gorî tirkan di cîhanê de mînakên wê tune. Ez zanyara siyasetê me û van pergalan hemûyan baş dizanim. Pergaleke werê ye ku li gorî me li hev anîne û hemû hêzê di destê yek kesî de kom dikin. Tirkiye bi vê yekê nikare xwe bigihîne cihekî, vê yekê Saadet Partî, Îyî Partî û CHP jî dibêje. Divê careke din veger, di heman demê de li gorî heq û azadiyan makeqanûn bêr sererastkirin. Ez nizanim dê dawî wiha be lê ihtimalek mezin dê di vê çarçoveyê de be. Divê mafên azadî û wekheviy3e bên berfirehkirin."
 
'ŞANSÊ SERKEFTINA MUXALEFETÊ ZÊDE YE'
 
Toprak anî ziman ku qanûna hilbijartina nû gelek bi pirsgirêk e, bi nîqaşên dê bi ewlehî be an na bi tirseke mezin re rû bi rû ye û wiha pê de çû: "Parastina sindoqan jî dengê ku dikeve sindoqan û heman deng ji sindoqan derketin jî peywireke partiyan e. Heke ev pêk bên dê li dijî desthilatdariyeke 17 salan a lewaz bûyî jî serkeftin zêde be. Ez wiha difikirim."
 
'SAZIYÊN SIVÎL VÎNÊ BIDIN NÎŞAN, DÊ PARTÎ HEMBAR DERNEKEVIN’
 
Toprak anî ziman ku hilbijartin bi lez bi pêş kevin, tiştên ku saziyên sivil bikin jî bi lez bi pêş dikevin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Xebatên di pêvajoya referandumê de hatin kirin divê niha jî bên kirin." Toprak krîmînalîzekirina HDP'ê jî bi bîr xist û wiha axivî: "Di vir de zextên raya giştî gelek girîng e. Divê saziyên civaka sivîl, ode, yek bi yek tekakesî û raya giştî ji bo yekitiyeke wiha bêjin ku 'bên gel hev, li dora van rêgezan bibin yek û bi hev re tev bigerin.' Heke vîneke wiha daynin holê dê partiyên siyasî li dijî vê nesekinin. Zexta raya giştî girîng e û teqes divê ev bê kirin. Wekîlên CHP'ê rojên borî gotin ku 'Em dikarin bi HDP'ê re hevkariyê bikin.' Li gorî min jî divê ev bê kirin. HDP partiyeke 6 milyon deng girtî ye. Partiyeke li Meclisê tê temsîlkirin e û kes nikare wekî hucreya terorê pênase bike."
 
'DIVÊ MUXALEFET JÎ XWE AMADE BIKE'
 
Toprak herî dawî ev nirxandin kir: "Qasî ku ez dizanim li herêmê civîn tên kirin û dê hêj zêdetir bên kirin. Heta niha me digot dê di dema xwe de hilbijartin bên kirin, me digot hêj salek û nîv heye. Ji bo wê hevkariya serokomar tê kirin û divê muxalefet jî amadekariyê bike. Di vir de peywireke girîng dikeve ser milê hilbijêran jî. Divê teqes biçin ser sindoqê. Heke xebat bê kirin û hilbijêr piştgiriyê bide tişta ku pêk neyê tune."
 
MA / Necla Demîr