Muslim: Tirkiye bi çekên Ewropayê komkujiyê dike

img
NAVENDA NÛÇEYAN – Civîna sazî, partî, rêxistin û kesayetên Kurdistanî yên li Ewropa yên ji bo eşkerekirina helwesta neteweyî ya ji bo Efrînê didome. Di civînêde Endamê Komîteya Têkiliyên Derve ya TEV-DEM’ê Salih Muslim wiha got: “Dewleta Tirk bi çekên Ewropayê mirovan li Efrînê dikuje. Ev ne ya qebûlkirinê ye.”
 
Endamê Komîteya Têkiliyên Derve ya TEV-DEM’ê Salih Muslim, di civîna sazî, partî, rêxistin û kesayetên Kurdistanî yên li Ewropa ku ji bo eşkerekirina helwesta neteweyî ya ji bo Efrînê de got, “Dewleta Tirk bi çekên Ewropayê mirovan li Efrînê dikuje. Ev ne ya qebûlkirinê ye.” 
 
Hevserokê berê yê PYD’ê Salih Muslim li civînê anî ziman ku ji bo lidarxistina civîneke wiha dereng mane û işaret bi girîngiya vê platformê kir. Muslim bal kişand ser komkujiyên Tirkiye li Kurdistanê dike û got: “Berê bi rêya çeteyan êrîşî Kobanê, Şengal, Kerkûkê kir, niha jî êrîşî Efrînê dike. Komkujiyên ku li wan cihan nekarî temam bike, dixwaze li Efrînê temam bike. Bi dîtina me di navbera Efrînê û herêmên din ên Kurdistanê de ti cudahî nîne. Efrîn dewama Sûr, Cizîr, Nisêbîn û Şengalê ye. Dewleta Tirk dixwaze komkujiyên ku sedsala 20’an li dijî Ermenî, Suryanî û Kurdan kir, dixwaze niha temam bike. Lewma ji bo Kurdan ne meseleyeke şexsî ye, ev ji bo me meseleyeke şeref û namûsê ye. Divê her kes bi vê zanibe.”
 
DIXWAZIN EFRÎNÊ RADESTÎ TERORÎSTAN BIKIN
 
Salih Muslim bang li gelên Ewropayê kir û di dewama axaftina xwe de got: “Ya ku îro li Rojhilata Navîn diqewime û berxwedana tê kirin, ji bo ewlekariya we ye. Teqînên li vir rû dan her tişt nîşan da. Dixwazin Efrînê ji Kurdan bistînin û radestî terorîstan bikin. Em li wê derê parastina Ewropayê û mirovahiyê dikin. Em ji Ewropayê dixwazin ku xwedî li qanûnên xwe derkevin. Ji ber ku gelê Efrînê bi çekên Ewropayê tê kuştin. Leopardên Elman tên bikaranîn. Qanûn, pîvan û peymanên NATO û Neteweyên Yekbûyî hene. Lê belê îro ev tênê binpêkirin. Em nabêjin ‘werin ji bo me şer bikin’. Em dibêjin, ‘Pîvan û qanûnên xwe bi cih bînin’. Kuştina me bi çekên Ewropayê ne tiştekî însanî ye. Em vê qebûl nakin.”
 
ZAROKÊN EFRÎNÊ AXA XWE DIPARÊZIN
 
Muslim da xuyakirin ku gelê Efrînê li dijî êrîşan li ber xwe dide û got, “Mafê kesî nîne ku ji gelê Efrînê re bêje derkeve yan jî dernekeve. Ew der cihê gelê Efrînê ye. Zarokên li wir axa xwe diparêzin. Çima wê cih û warê xwe biterikînin? Bila her kes bi vê zanibe. Ev civîn gelekî girîng e. Hûn bi sedan saziyên Kurdan temsîl dikin. Ji bo şerefa me Kurdan çi pêwîst be divê em wê bikin. Roj roja yekîtî û hevgirtinê ye. Divê her kes li gorî vê tevbigere. Lewma ev civîn girîng e. Her kesî silav dikim.”