Sancar hişyarî da muxalefetê: Li dijî planên şer hişyar bin

img
ENQERE - Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar diyar kir ku tu hevkêşe û senaryonên ku HDP di nav de nebin, dê Tirkiyeyê ber bi destpêkeke nû ve nebin û got: “Em partiya çareseriyê û hêza diyarker in. Em bang li muxalefetê jî dikin ku li dijî plan û senaryoyên şerê îktidarê hişyar bin." 
 
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) piştî 5’emîn Kongreya Asayî ya Mezin civîna xwe ya ewil li avahiya pêvek a Balgat a Enqereyê pêk anî. Di civînê de dê endamên Lijneya Rêveber a Navendî (MYK) û bernameya xebatê were diyarkirin. 
 
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar di civînê de axivî û da zanîn ku wan kongreya xwe bi coşeke mezin li dar xistiye. Sancar, bi domdarî ev tişt anî ziman: “Bi mirûzê me ji wir girtî re em ê rêya xwe hêj xurttir bidomînin. Dirûşma me zelal e û em hêza çareseriyê ya vî welatî ne. Çareserî em in. Me got ku soza me heye. Li welêt niha krîzên piralî hene û divê em ji bîr nekin ku di dîroka vî welatî de krîza herî giran heye. Her wiha derfetên çareseriyê jî herî zêde niha hene. Lê belê hewcehî bi hêzeke siyasî ku bikare van derfetan bi kar bîne heye. Da ku bikare bernameyeke çareseriyê yê alternatîf a hevgirtî pêş bixin. HDP jî bi îdiaya çareserkirina van krîzên piralî rêya xwe didomîne. Peywira herî girîng a kongreyê li milên me bar kiriye jî ev e. Berxwedan, karê me ye. 
 
EM ÇARESERIYA RASTEQÎN PÊŞNIYAR DIKIN
 
Em niha bi dorpêçên piralî re rû bi rû ne. Pêvajoya tesfiyekirinê bênavber didome. Me hewldanên dorpêçkirinê têk birin. Em hîn berfirehtir dibin û rêya xwe didomînin. Em serfiraziya vê rastiyê dijîn. Partiya me ji bo hemû pirsgirêkên Tirkiyeyê çareseriyê pêş dixe. Partiya me, çareseriyên rasteqîn pêşniyar dike. Ji bo pêşniyarkirina çareseriyên rast hewcehî bi hevrûbûneke jidil heye. Heta ev nebe, ne pêkane ku çareseriyên mayînde bên dîtin. Partiya me xwedî rêxistiniyeke xurt û piştgiriya mezin a gel e. Li dijî hemû êrişan me bi serfirazî li ber xwe da. 
 
EM HÊZA DIYARKER IN 
 
Biryara HDP’ê ya ji bo pêvajoya nû berxwedan û bûyîna hêza avaker e. Doza kompasê ya Kobanê, êrişên cur bi cur û êrişên nemerdane yên weke qetilkirina hevala me Denîz Poyraz ku dê danişîna doza wê sibe were dîtin, nekarîn berê me ji vê rêyê biguhêzin. Hem bi bernameya xwe ya siyasî û hem jî bi piştgiriya mezin a gel re em hêza diyarker a çareseriya pirsgirêkên vî welatî ne. Me gelek caran anî ziman ku tu eleqeya hêza diyarker bi hejmar an jî rêjeya dengan re eleqedar nîne. Erê rast e hejmar girîng e ji ber ku heke tevî ewqas dorpêç û êrişan jî heke gel hêj jî piştgiriyê bide me, ev nîşaneya wê ye ku rêya me rêyeke rast e. 
 
RÊYA ME RÊYEKE RAST E
 
Kêmasiyên me hene û di bidestxistina encaman de hinek kêmanî derketin. Dibe ku şaştiyên me jî hebin lê di bingeha xwe de rêya me rêyeke rast e. Madem rêyeke rast e, wê demê divê em bicivin, nîqaşan bikin û plansaziya xebatan diyar bikin. 6 mehên pêşiya me girîng in û dê gelek tişt êdî zelal bibin. Em neçar in ku xwe ji bo vê pêvajoyê baş amade bikin. Berpirsyariyeke wiha ya dîrokî li ser milên we hevalên ji bo PM’ê hatine hilbijartin heye. Çareserî em in û em xwedî bernameya çareseriyê ne. Û em xwedî wê israrê ne ku van biryaran têxin nava jiyanê. Ez naxwazim bi dûvdirêjî qala hemû çareseriyan bikim lê soza me ya herî mezin a bo vî welatî demokrasî û aştiyeke mayînde ye. 
 
PIŞTGIRIYA GEL
 
Tu hevkêşe û senaryonên ku HDP ne tê de nikare welêt ber bi destpêkeke nû ve bibe. Tenê dê bi kêrî dirêjkirina vê aloziya sedsalî were ku rê li ber pêvajoyên xwînî û qirêjî vekiriye. Em bi biryar in ku vê hevkêşeya xwînî bi dawî bikin. Em ê v3e jî bi saya bernameya xwe ya siyasî û piştgiriya xurt a gel bikin.” 
 
SANCAR HIŞYARÎ DA MUXALEFETÊ 
 
Sancar bal kişand ser planên îktidarê yên heyama pêşiya me û wiha got: "Serdema pêşiya me wisa nîşan dide îktidar ji ber tirsa windakirinê û ji ber vê panîkê dê serî li senaryoyên cihêreng ên xeternak bide. dahatû serdemek e ku tê de îhtîmala serî li senaryoyên cihêreng ên xeternak bi panika windakirina hêzê pir zêde ye. Ji aliyekî ve senaryoyên şer tên amadekirin, amadekariyên şer ên ji senaryoyê wêdetir derbasî qonaxa plansaziyê bûne. Êrişa dagirkeriyê ya li ser Sûriyeyê, bi taybetî jî li ser Rojava di rojevê de ye, lê ne tenê ev, êrişa li ser destkeftiyên kurdan di her qadê de jî weke rêya herî girîng a vê desthilatdariyê tê dîtin ku hebûna xwe bidomîne. Li dijî planên şer ên li her qadê divê em tifaqa demokrasiyê weke tifaqa aştiyê ava bikin. Li aliyê din dixuye ku planek heye dê bi planên kaosê gel bitirsînin û vîna gel dîl bigirin. Tişta herî girîng a ku dê planên kaosê jî pûç bike ev e ku em bi beşên herî berfireh têkoşîna demokrasiyê bi biryar bidin destpêkirin. Bi vê wesîleyê em hemû hêzên sosyal demokrat û muxalefetê hişyar dikin; Werin em li dijî planên şer û senaryoyên kaosê hişyar bin. Werin em îradeya hevpar a pûçkirina van bi hev re nîşan bidin." 
 
Piştî axaftina Sancar, civînê ji çapemeniyê re girtî berdewam kir.