MYK’a HDP’ê: Beriya doza Denîz Poyraz gef li parlamenterên me xwarin

img

ENQERE - MYK’a HDP’ê têkildarî êrişkarê beriya doza Denîz Poyraz bi çekê hatiye Edliyeya Îzmîrê daxuyanî da û ev pirs kir: “Gelo di navbera vî kesî û kesê gef li parlamenterê me xwarî de têkiliyek heye yan na?” 

 
Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) têkildarî êrişkarê ku beriya danişîna doza Denîz Poyraz bi çekê ketiye Edliyeya Îzmîrê daxuyanî da. Daxuyanî ji hêla Buroya Çapemeniyê ya HDP’ê ve hate parvekirin û hat gotin ku ji roja destpêkê heta niha dibêjin ku ev komkujî bi awayekî plankirî hatiye kirin, kujer ji hêla hêzên ewlekariyê ve tê parastin, kesên sor kirin û plankirin tên veşartin û komeke di nava dewletê li pey kaosê ye.
 
Bi domdarî hat gotin ku beriya danişînê, li ser rêveberên wan ên navçeyan, parlamenter, nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl lêgerîn hatiye kirin û ev tişt hatin parvekirin: “Lê belê kesekê ku di destê wî de çeka lûledirêj hebû bi rehetî ji noqteya kontrolê derbas bû, hate pêşiya edliyeyê û hewl da êriş bike. Di 17’ê hezîrana 2022’yan de jî kesê bi navê Akin Akgoz peyama ‘... Hûn li pêşiya edliyeyê kom bibin û em jî dê birayekî xwe yê bombeya zindî bişînin wê derê..’ ji parlamenterên me re şand. Me têkildarî vî kesî cihên têkildar agahdar kir. Em dîsa ji desthilatdarî, wezareta karên hundir û Emniyeta Îzmîrê dipirsin; gelo di navbera vî êrişkarî û kesê gef xwarin de têkiliyek heye yan na? Di navbera vî êrişkarî û kesê Denîz Poyraz qetil kirî de têkiliyek heye yan na? Ev êrişkar jî ji hêla hêzên komkujiya Denîz Poyraz plan kiribûn ve hatiye organîzekirin? Tevî ewqas tevdîran jî ev êrişkar çawa ewqas bi hêsanî nêzî avahiya edliyeyê bûye?” 
 
‘BILA KESEK BÊDENG NEMÎNE’
 
Daxuyanî wiha bi dawî bû: “Lê em bi vekirî dibêjin ku tu êriş nikarin me têk bibin. Em hêza xwe ji gelên xwe, ji têkoşîna demokrasî, azadî û edaletê digirin. Em ê hesabpirsîna xwe bidomînin. Em van kesên li pey kaosan digerin û lîstikên talûke dilîzin careke din hişyar dikin; hûn dê di bin van hewldanên provakasyonan de bimînin. Em dikarin van planên kaosê bi hev re têk bibin. Bila kesek bêdeng nemîne, jinedîtî ve neyê û teslîmî planên van derdorên tarî nebin.”