Parlamenter Kaçmaz ‘rûxandina’ li Birca Belek bir rojeva Meclisê

img
ŞIRNEX - Parlamenterê Şirnexê Huseyîn Kaçmaz rûxandina di bin navê “restorasyonê” de li Birca Belek a 6 hezar salî tê kirin de bir rojeva Meclisê. 
 
Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Huseyîn Kaçmaz rûxandina di bin navê “restorasyonê” de ku li Birca Belek a li navçeya Cizîrê ku xwedî dîroka 6 hezar salî ye tê kirin, bir rojeva Meclisê. Kaçmaz bi daxwaza ku Wezîrê Çand û Turîzmê Mehmet Nurî Ersoy bi bersivîne pêşniyazpirs da Serokatiya Meclisê. Kaçmaz di pêşniyazpirsa xwe de anî ziman ku li Keleha Birca Belek kemçe tên xebitandin û dîwarên dîrokî yên kelehê bi talûkeya hilweşînê ve rûbirû ne. 
 
‘RESENIYA DÎROKÎ HATIYE RÛXANDIN’ 
 
Kaçmaz di pêşniyazpirsa de diyar kiriye ku derdora Keleha Birca Belek bi nixûmandina bazalt hatiye kirin û bi vî awayî reseniya keleha dîrokî hatiye rûxandin. Kaçmaz di pêşniyazpirsê de da zanîn ku Keleha Birca Belek ji aliyê Desteya Herêmî ya Parastina Hebûnê Çandê ya Amedê ve wek qada 1’emîn a Asta Sîta Arkeolojîk hatiye ragihandin û Şirketa Belvkirina Ceyranê ya Dîcleyê (DEDAŞ) jî di nava qada sîtê de avahiya du trafoyan ava kiriye. 
 
Kaçmaz têkildarî mijarê van pirsan ji wezîr Mehmet Nurî Ersoy kir: 
 
“* Kîjan fîrma tevli îhaleya restorasyona Birca Belek bûne û maliyeta îhaleyê çiqas e? 
 
* Ji bo parastian reseniya keleha 6 hezar sal dîroka wê heye gelo çi tevdîr hatin girtin?
 
* Gelo kîjan saziyê destûr daye DEDAŞ’ê ku di nava qada Sîtê ya Arkolojîk de avahiya trafo ava bike? 
 
* Gelo ji bo rakirina avahiya trafo dê xebatek were destpêkirinê? 
 
* Gelo hûnê ji bo ev xebata ku xweşikiya xwezayî ya Birca Belek xera dike û xebata ku wek sererastkirina derdorê hatiye binavkirin bê sekinandin bikevin dewrê?