Guleryuz: Divê muxalefet bi eşkereyî û wêrek li dijî dagirkeriya li Rojava derkeve

ENQERE - Hevberdevkê Komîsyona Rêxistinkirinê ya HDP’ê Mahfuz Guleryuz têkildarî êrişek muhtemel a Tirkiyeyê ya li dijî Rojava bang li muxalefetê kir û got: “Bi awayek eşkere, wêrekî li dijî vê dagirkeriyê derkevin.” 
 
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi rêveberiya xwe ya nû dest bi xebatên xwe yên serdema pêşiya xwe kir. HDP wê plansaziyê kiriye ku seranserî demsala havînê bi rêveberî û palamenterên xwe li qadan xebatan bike û dê têkildarî polîtîkaya hilbijartina 2023’yan û bo serdema nû ya têkoşînê dê kolan bi kolan û tax bi tax xebatan bike. 
 
Endamê Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP’ê Mahfuz Guleryuz ku piştî kongreya 5’emîn wek Hevberdevkê Komîsyona Rêxistinkirinê hat bijartin mijarên di rojevê de ji ajansa me re nirxand. 
 
 
Guleryuz destnîşan kir ku wan kongreyek girîng li dar xistiye û ew ê bi ruhê serdema nû têkoşîna xwe li her qadên Tirkiyeyê berfirehtir bikin û polîtîkayên ji bo çareseriyê li pêş bixin. 
 
DI PÊŞIYA WAN DE TIFAQEK HEYE 
 
Guleryuz anî ziman ku ew ê di serdema xwe ya nû de jî xebatên tifaqa demokrasiyê zêdetir bikin û wê di rojên pêşiya me de li ser banga partiya wan bi beşdariya partî û saziyan xebatên amade kirine dê bi raya giştî re parve bikin. Guleryuz da zanîn ku ew amadekariyên tifaqek berfireh dikin û armanc dikin ku tifaqa demokrasiye ava bikin. 
 
‘EM Ê LI QADAN BIN’ 
 
Guleryuz diyar kir ku dê seranserî demsala havînê li qadan xebatan bi rê ve bibin û wan plansaziyek heta meha îlonê danîne pêşiya xwe û dê vê havînê kolan bi kolan, tax bi tax bi xelkê re bên cem hev û plansaziyek wan ku li pirsgirêkan guhdar bikin û jê re çareseriyê bibînin heye. 
 
‘PÊWÎSTE MUXALEFET EŞKERE LI DIJÎ HEWLDANA DAGIRKERIYÊ DERKEVE’
 
Guleryuz bal kişand ser gur û gefê Serokê Giştî yê AKP’ê û Serokkomar Tayyîp Erdogan ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û wiha got: “Cihê ku hemû çav û guhê muxalefet û hêzên demokrasiyê yên Tirkiyeyê ku li ser be ev der e. Erdogan ji bo ku xelkê razî bike carek din xistiye hişê xwe ku dê êrişî Rojava bike. Di destê Erdogan, AKP-MHP’ê de qada ku krîzê biafirînin nemaye. Tenê di deste wan de qadek krîzê maye ew jî êrişa li dijî Rojava ye û dagirkirina bajarên Rojava ye. Dixwazin bi vê hewldana dagirkeriyê xelkê ji xwe razî bikin. Ji bo girseyê bi xwe ve gire bidin, tenê rêbaza tevgera dagirkeriyê di destê wan de maye. Divê tevahiya Tirkiyeyê baş bibîne ku AKP-MHP dixwaze xwe bi vê êrişê li ser pêya bigire. Pêwîste hemû dînamîkên civakê viya bibîne. Divê hemû partiyên muxalefetê li dijî vê projeya ku AKP-MHP dixwaze xwe pê li ser pêya bigire rabe û bi eşkereyî û wêrekî li dijî vê hewldana dagirkeriyê derkeve û xebatan bike. Divê em pêşî li AKP’ê bigirin ku carek din nebe îktidar.” 
 
‘DIVÊ MUXALEFET BI ZELALÎ LI DIJÎ TECRÎDÊ RABE’ 
 
Guleryuz helwesta muxalefetê ya ji bo pirsgirêka kurd û tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Oalan jî rexne kir û got: “Muxalefet tecrîda li Îmraliyê tê sepandin wek mayîn dibîne û bi israr dixwaze ji vê bireve. Hem aliyê vê siyasî hem jî aliyê vê meseleyê yê hiqûqî heye. Tecrîd li dijî hiqûqa Tirkiyeyê jî. Divê ev awayek rast ji civakê re were gotin. Ev hem karê me hem jî karê muxalefetê ye. Divê di vê mijarê de muxalfet pir bi zelalî helwesta xwe deyne holê. Tecrîda li Îmraliyê ne ji bo menfata welat e. Rejîma ku îktidarê li Îmraliyê ava kir li tevahiya Tirkiyeyê belav bûye. Êdî tehamula kurdan li hemberî vê nameye. Pêwîste Ocalan bikeve dewrê. Heke bikeve dewrê dê aştiya navbera gelan zindî bibe. Lazim e gotin û fikrên birêz Ocalan bigihîjin civakê.” 
 
‘QETLÎAMA ZAXO BERDEWAMIYA ÎNKARA SED SALÊN DAWÎ YE’ 
 
Guleryuz bal kişand ser Qetlîama Zaxoyê û wiha got: “Mînaka dawî ya înkarkirina kurdan Qetlîama Zaxoyê ye. Ev qetlîam berdewamiya înkariya sed salî ye. Dixwazin erdnîgariya me ya bi zêr û zîv bêkurd bihêlin. Qetlîama ku li Zaxoyê hat kirin, sûcê şer û mirovahiyê ye. Roboskiya duyemîn e. Divê her kesê xwedî wîjdan û bêje ez însanim viya qebûl neke û helwesta xwe pir bi zelalî nîşan bide.”
 
MA / Bêrîvan Altan