Bûldan: Dest ji vê darbeyê berdin

img

STENBOL – Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan biryara rakirina parêzbendiya Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz wek darbeya li dijî îradeya gel nirxand û vê bangê li îktidarê kir: “Dest ji darbeyê berdin.” 

 
Hevseroka Giştîya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan têkildarî biryara ji bo rakirina parêzbendiya Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Ayedenîz, li avahiya Rêxistina HDP’ê ya Stenbolê civîna çapemeniyê li dar xist. Serok, hevserok û cîgirên jin ên partiyên pêkhateyên HDP’ê tev li civînê bûn. 
 
BIRYARÊN BÊHIQÛQ 
 
Bûldan diyar kir ku Qanûna Destûrê û Komîsyona Têkel a Edaletê dê ji bo rakirina parêzbendiya Aydenîz bicivin û ew texmîn dikin dê çi encam jê derkeve. Bûldan anî ziman ku ji bo hemû parlamenterên wan heman biryar tên girtin û sibê biryara ku derkeve jî dê berevajî demokrasi, edalet û wîjdanê Tirkiyeyê be. 
 
Bûldan anî ziman ku hema bêje her roj li gelek deverên Tirkiyeyê rojane sê jin tên kuştin û Meclis ji bo vê tu deme biryara civandinê negirtiye û got: “Xelk ji feqîriyê û bêkariyê nizane wê çi bike, lê Meclis ji bo vê nacive. Daristan bênavber dişewite lê Meclis viya nabihîze û nabîne û ji bo wê nacive. Zaxo hat bombebarankirin û welatiyên sivîl wek qetlîama Roboskiyê hatin qetilkirin, lê Meclis ji bo vê biryarek negirt. Lê dema mijar dibe parlamenterên HDP’ê û HDP di çarçoveya fermanê de Meclis dicive û siyasetmedar tên ba hev û ji bo parlamenterên HDP’ê ango kurd biryarên bêhiqûqî digirin.” 
 
DARBEYA LI DIJÎ ÎRADEYA GEL 
 
Bûldan destnîşan kir ku heke di civîna sibê de biryarek dijî wan derkeve dê viya wek “darbeye” bigirin dest û got: “Em carek din li vir diyar dikin ku em ê biryarek li dijî îradeya Meclisê, gele Amedê qebûl nekin. Her kes dizane ku em bi îktidarey vasyetkar re rûbirû ne. Partiyek îktidarê ku li dijî her qadê darbeyê dike heye. Hiqûq tê binpêkirin û îradeya gel tune tê hesibandin.” 
 
‘JI XEYNÎ ME HER KES TÊ PARASTIN’
 
Bûldan diyar kir ku yên ku qetlîama Roboskî û qetlîamên din dikin parêzbendiya wan heye, polîs û leşkerên maşîneyên zirxî li zarokan diqelibînin parêzbendiya wan heye û wiha axivî: “Li vî welatî yên îşkenceyê dikin, êrişî gel dikin û êrişî partiya me dikin parêzbendiya wan heye û tên parastin. Li vî welatî yên ku dibêjin, ‘ez ê te bi dîwar ve bizmar bikim’ parêzbendiya wan heye. Yên ku bertîlê dixwin û bertîlê didin parêzbendiya wan heye. Yên li vî welatî fesadiyê tev li îhaleyê dikin, sûcên rûreş dikin parêzbendiya wan heye. Lê belê bi tu awayî parêzbendiya wan nayê rakirin û tên parastin. Lê belê îro yên aştiyê, azadiyê, demokrasiye diparêzin parêzbendiya wan tê rakirin û di dawiyê de jî wan dixin zindanan. Li Tirkiyeyê rastiyek wisa heye.” 
 
‘DEST JI VÊ DARBEYÊ BERDIN’
  
Bûldan destnîşan kir ku yên li Tirkiyeyê aştiyê, demokrasiye û siyaseta demokratîk diparêzin tên cezakirin û wiha got: “Ez li vir hem li ser navê partiya xwe hem jî li ser navê hevalên xwe gazî komisyona sibê dê bicive dikim. Dest ji vê darbeyê berdin. Li hemberî îradeya parlamentoyê rêzdar bin. Li hemberî îradeya gel rêzdar bin. Li hemberî îradeya gelê Amedê Salîha Adeynîz rêzdar bin. Çawa ku Çîller û îktidarên din di darbeyan de bi ser neketin hûnê jî bi ser nekevin. Em destnîşan dikin em ê des ji têkoşîna xwe bernedin. Em li ba Hevseroka DBP’ê Salîha Aydenîz in û em li dijî rakirina parêzbendiya wê kur ê li ber darizandina wê veke ne.” 
 
PARTIYÊN ÇEP PIŞTEVANIYA XWE ANÎ NÎŞAN DAN
 
Piştî Bûldan, Hevseroka SYKP’ê Canan Yuce, Hevberdevka SODAP’ê Sevtap Akdag Karahli, Hevseroka ESP’ê Ozlem Gumuştaş, Cîgira Seroka Giştî ya Partiya Şoreşger Burcugul Çubuk, Hevberdevka Partiya Çep a Kesk Ayşe Erdem jî axivîn û piştevaniya xwe ya ji bo Salîha Aydenî anîn ziman.