Pêşniyazpirsa ji bo girtina zava paşde hat şandin

img

ENQERE - Parlamenterê HDP’ê Omer Farûk Gergerlîoglû ku têkildarî girtina zava û ferdên malbata wî pêşniyazpirsa dabû Serokatiya Meclisê lê hat zivirandin. 

 
Parlamenterê HDP’ê yê Kocaeliyê Omer Farûk Gergerlîoglû têkildarî zava û ferdên malbata wî ku ji ber flamaya kesk, sor û zer di dawetê de vekiribûn hatin girtin, pêşniyazpirsek dabû Meclisê. Lê pêşniyazpirsa Gergerlîoglû lê hat zivirandin. 
 
Gergerlîoglû xwestibû Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu pêşniyazpirsê bibersivîne. Serokatiya Meclisê pêşniyazpirsê bi hêceta xalên 96’emîn û 97’emîn ên Rêziknameyê paş de zivirand. Di hêcetê de hat gotin, “nêrîna şexsî ye” û “armanca wê tenê şêwirandin e.” 
 
Pirsa Gergerlîoglû ya “Gelo em ji nû ve zivirîn qedexeyên salên 90’î yên flamaya kesk, sor û zer” wek hêceta paşde şandinê hat nîşandan. 
 
Hat diyarkirin ku heke pirs were guhertin an ji pêşniyazpirsê bê derxistin dê li serê nirxandin bê kirin.