HDP ji bo mitîngên ‘Çareserî em in’ dadikeve qadan

img

NAVENDA NÛÇEYAN - HDP bi mebesta mitîngên li Amed û Stenbolê ku dê bi dirûşma “Çareserî em in ji Şer û Dagirkeriyê re Na!” ji sibê ve dest bi amadekariyan dike. 

 
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) dê ji bo protestokirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û krîza aborî û pirsgirêkên din ên Tikriyeyê li Stenbol û Amedê mitîngan li dar bixe. Mitîng dê bi dirûşma “Çareserî em in ji Şer û Dagirkeriyê re Na!” dê bê lidarxistin. Mitînga ewil dê di 6’ê tebaxê de li Amedê û ya duyemîn jî di 7’ê tebaxê de li Stenbolê bê kirin. 
 
MITÎNGA HERÊMÊ 
 
Mitînga Amedê dê li Qada Îstasyonê bê lidarxistin. Tê payîn ku Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar beşdarî mitîngê bibe û ji bajarên derdorê jî gelek kes tev li mitîngê bibin. Hat zanîn ku tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, polîtîkayên şer, krîza aborî û amadekariyên hilbijartinê mijarên sereke yên mitîngan in. 
 
XEBAT 
 
HDP ji bo mitînga Amedê ji sibê ve dest bi xebatan dike. Dê 25 parlamenter tev li xebatan bibin û tê payîn ku li hemû navçeyan bi gel re hevdîtin bên kirin. Her wiha di çarçoveya xebatan de dê biçin serdana malbat û esnafan. Xebatên behsa xeberê dê heta dîroka hilbijartinê jî berdewam bikin. 
 
Hat zanîn ku bernameya mitînga Stenbolê jî dê di rojên pêş de aşkera bibe û piştre jî dê starta xebatan bê dayîn.