HDP dê li Stenbolê bibêje ‘Çareserî em in’

STENBOL – HDP’ê kitekitên mitînga 7’ê tebaxê ku dê li Kartalê li dar bixe aşkera kir û wiha got: “Em ê bi mitîngê re bibêjin ‘çareserî em in’ û dê ji siyaseta şer û înkarê ya desthilatdariyê re bibêjin ‘bes e.’” 
 
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) dê di 7’ê tebaxê de li Kartal a Stenbolê bi dirûşma “Çareserî em in, Na ji şer û dagirkeriyê re” mitîngê li dar bixe. HDP’ê kitekitên mitîngê li avahiya xwe ya li navçeya Beyoglûyê bi daxuyaniyekê aşkera kir. Di daxuyaniyê de nûnerên partiyên pêkhateyan jî amade bûn û hat gotin ku dê mitîng li qada mitîngê ya Kartalê bê lidarxistin. 
Hevseroka HDP’a Stenbolê Îlknûr Bîrol di daxuyaniyê de axivî û wiha got: “Em ê bi vê mitîngê re krîza aborî û hemû pirsgirêkên din teşhîr bikin. Gel ji ber polîtîkayên desthilatdariyê aram nîne û bi reşbînî li pêşerojê dinêre. Desthilatdariya AKP-MHP’ê welêt xistiye nava krîzeke wiha û hewl dide bi helwesta xwe ya dagirkeriyê xwe ji van krîzan derxîne. Vê polîtîkayê jî rê li ber xizanî, talankirina xwezayê, mirin û komkujiyan vekir. Em van polîtîkayên AKP-MHP’ê qebûl nakin û her tim tînin ziman. Dirûşma mitînga me ya Stenbolê, nîşaneya dengê li dijî zext û polîtîkayên faşîzane yên desthilatdariyê ye. Banga min li hemû rêxistinên girseyî, kedkar û ciwanan ew e ku dakevin qada mitîngê. Em ê bi vê mitîngê nîşan bidin ku nifteya çareseriyê di destê me de ye. Em ê bi vê mitîngê bibêjin ‘çareserî em in.’ Em ê ji siyaseta şer û înkarê re bibêjin bes e.” 
 
BANGA TEVLIBÛNA MITÎNGÊ
 
Hevserokê HDP’a Stenbolê Ferhat Encu jî bi lêv kir ku AKP-MHP zirarê dide her tiştê herêmê û wiha bang kir: “Xwezayê talan dikin. Qeyûm tayînî vîn û zimanê gelê kurd kirin. Dixwazin HDP’ê bênefes bihêlin. Ev du sal in bi dozên mîna Doza Kompasê ya Kobanê re hewl didin partiya me li derveyî siyasetê bihêlin. Divê gelê kurd, kedkar û karker li dijî vê dengê xwe bilind bikin. Siyaseta şer a AKP-MHP’ê qedera gelan nîne. Werin em li dijî vê faşîzmê dakevin qadan. HDP ji bo vî welatî xwedî roleke girîng e. Werin em bi hev re siyaseteke watedar bimeşînin.”
 
Enuc herî dawî got ku dê mitîng di 7’ê tebaxê saet di 17.00’an de li Kartalê bê lidarxistin.