Kûrtûlan mijara Şaredariya Akdenîzê bir rojeva meclisê

img
MÊRSÎN - Parlamentera HDP'ê Fatma Kûrtûlan, biryarên ku piştî binçavkirina endamên meclisê yên HDP'î duh li Meclisa Şaredariya Akdenîz hatin girtin bir rojeva meclisê. 
 
Di 28'ê tîrmehê de rojek berî ku Meclisa Şaredariya Akdenîzê civîna xwe ya awarte ya  ji bo rayeya 50 milyon TL deyn, firotin û kirêkirina neguhêzbarên şaredariyê û veguherandina Parqa Yilmaz Guney a ji bo wargehê pêk bîne 5 endamên meclisa şaredariyê yên HDP'ê hatin binçavkirin. Ji ber van binçavkirina di civîna ku rojek pişt hat girtin de li ser daxwaza Şaredarê Akdenîzê yê AKP'î Mûstafa Gultak, rayeya 50 milyon TL deyn, firotin û kirêkirina neguhêzbarên şaredariyê û veguherandina Parqa Yilmaz Guney a ji bo wargehê, bi dengên endamên meclisê yên AKP'î hat qebûlkirin.  
  
Piştî ku ev biryar li meclisa şaredariyê hatin girtin endamên meclisê yên HDP'î hatin berdan. 
 
Parlamentera HDP'ê ya Mêrsînê Fatma Kûrtûlan, mijarê bir rojeva meclisê û bi daxwaza ku Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylû bibersivîne pêşnûmepirsek da Serokatiya Meclisê. 
 
Kûrtûlan, di pêşnûmepirsên xwe de sedema binçavkirina endamên Meclisa Şaredariya Akdenîzê yên partiya xwe û hinceta taloqkirina civînê ya 28'ê tîrmehê pirsî. Her wiha Kûrtûlan, sedema dewrkirina Parqa Yilmaz Gunay a Wezareta Werşîş û Ciwanan pirs kir û xwest ku bê aşkerakirin armanca xerkirina 50 milyon TL'yî bê aşkerakirin. 
 
Kûrtûlan, pirs kir ku derbarê mijarê de lêpirsîn hatiye destpêkirin an na.