Sancar bi Wezîra Karên Derve ya Almanyayê re hevdîtin kir

img
ENQERE - Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar bi Wezîra Karên Derve ya Almanyayê Annalena Baerbock re hevdîtin kir. 
 
Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar bi Wezîra Karên Hundir a Almanyayê Annalena Baerbock re hevdîtin kir. Di hevdîtinê de Hevberdevka Komîsyona Têkiliyên Derve ya HDP’ê Feleknas Uca û Parlamentera Mûşê Şevîn Coşkun jî amade bûn. Di hevdîtinê de li gel Baerbock her wiha nûnerên partiyên siyasî yên Parlamentoya Alman a Federal jî amade bûn. 
 
Hevdîtin bi qasî 35 deqeyan dom kir û mijarên doza girtina HDP’ê, Doza Kobanê, girtiyên nexweş û siyasî yên di girtîgehê de, operasyonên li dijî Herêma Federal a Kurdistanê, operasyona tê payîn dê li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bê kirin hatin nîqaşkirin. 
 
BAL KIŞANDIN SER PIRSGIRÊKA KURD
 
Di hevdîtinê de Sancar da zanîn ku daxwaza girtina partiya wan, operasyonên li dijî Herêma Federal a Kurdistanê û êrişên bênavber ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bingeha xwe ji neçareserkirina pirsgirêka kurd digirin û wiha got: “Heke pirsgirêka kurd neyê çareserkirin, dê desthilatdariya heyî dê di polîtîkaya hundir û derve de qadên îstîsmarkirinê bi kar bîne û polîtîkaya şer bidomîne. Hincetên ku desthilatdarî ji bo operasyonên li derveyî sînoran nîşan dide, rast nînin. Piştgiriya bo desthilatdariyê kêm dibe û bi van operasyonan dixwaze xwe komî ser hev bike. Her wiha divê polîtîkaya Almanyayê jî bingeha xwe ji nirxên demokratîk bigire û armanca wê aştiya herêmî û kûrewî be.”
 
Her wiha Annalena Baerbock û şandeya pê re di saetên serê sibehê de bi CHP’ê re jî hevdîtin kir.