Aydenîz: Têkoşîna gelê kurd ji bo gelên cîhanê bûye mînak

img

ŞIRNEX - Hevseroka Giştî ya DBP’ê Saliha Aydenîz diyar kir ku polîtîkaya tunehesibandina kurdan a sed salî bi saya gelê kurd vala hatiye derxistin û wiha got: “Têkoşîna gelê kurd ji bo hemû gelên cîhanê bûye mînak. Hemû kes bi hêvî û baweriyeke mezin li têkoşîna gelê kurd dinihêre.” 

 
Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) li Rêxistina DBP’a Şirnex hevserok tayîn kir. Kongreya tayînkirinê li Eywana Kongreyê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Şirnexê hate kirin. Di kongreyê de Hevseroka Giştî ya DBP’ê Saliha Aydenîz, Parlamenterên HDP’ê yên Şirnexê Hasan Ozguneş, Nûran Îmîr, endamên Meclisa Dayikên Aştiyê, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), endamên Komeleya Alîkarî, Piştevanî û Çandî ya bi Kesên Xizmên Xwe li Dergûşa Mirovahiyê Winda Kirin a Mezopotamyayê (MEBYA-DER), Hevşaredarên Silopiyayê Adalet Fîdan, Suleyman Şavluk, Hevşaredarên Cizîrê Mehmet Zirig, Bêrîvan Kutlu, Hevşaredarên Hezexê Songul Erden, Mûrat Şen, Hevşaredarê Gundikê Melê Mûsa Sîdar û gelek welatî amade bûn. 
 
Hevseroka Giştî ya DBP’ê Saliha Aydenîz bi dirûşmên “Saliha Aydenîz vîna me ye” û “Jin, jiyan, azadî” hatin pêşwazîkirin. Li eywana kongreyê pankarta “Bi civaka rêxistinbûyî ber bi jiyana azad ve” hatibû daliqandin. 
 
‘DBP, RENGÊ KURDAN E’
 
Kongre bi rêzgirtinê dest pê kir û piştre jî Hasan Ozguneş axivî. Ozguneş, diyar kir ku DBP bi rengê kurdan hatiye avakirin û wiha got: “DBP li gorî paradîgmaya neteweya demokratîk tevdigere. Em di pêvajoyeke giran de ne. Li Başûr her cureyeke êrişan tê kirin. Her wiha zexta desthilatdariyê ya li Tirkiyeyê didome. Ev pêvajoya em tê re derbas dibin di heman demê de sedsala azadiyan e. Dê bibe sedsala gelên Rojhilata Navîn. Lewma divê em bi vê baweriyê têkoşîna xwe mezintir bikin. An em ê bi ser kevin an em ê bi ser kevin.” 
 
‘SEKNA DAYIKAN SEKNEKE MÎNAK E’
 
Piştre jî Hevseroka Giştî ya DBP’ê Saliha Aydenîz axivî. Aydenîz, diyar kir ku desthilatdarî ji dahikên her çar parçeyên Kurdistanê ditirse û wiha domand: “Dixwazin polîtîkayên ser hemû kurdan bimeşînin li ser dayikên kurd jî dimeşînin. Lê sekna dayikan a li dijî van polîtîkayên qirêjî hem ji bo Kurdistanê û hem jî ji bo Tirkiyeyê sekneke mînak e.” 
 
‘GELÊ KURD XWEDÎ LI DESTKEFTIYÊN XWE DERDIKEVE’
 
Bi domdarî Aydenîz anî ziman ku ew di pêvajoyeke dîrokî re derbas dibin û wiha got: “Dixwazin gelê kurd tune bikin. Ji bo ku destkeftiyên kurdan bên parastin û mezinkirin, divê faşîzm têk biçe. Çiqas êriş dikin bila bikin. Dê nekarin bi kuştin û girtinan gelê kurd têk bibin. Gelê kurd bi têkoşîneke mezin xwedî li destkeftiyên xwe derdikeve. Dê têkoşîna gelê kurd bibe bersiva van êrişan. Ev sedsal e kîjan desthilatdarî hatibe, xwe li ser bingeha tunekirina gelê kurd û gelên din ava kir. Têkoşîna gelê kurdan ev 50 sal in li dijî vê tê meşandin jî bo hemû gelên cîhanê mînak e. Hemû kes bi hêvî û baweriyeke mezin li têkoşîna gelê kurd dinihêre. Polîtîkayên înkarê yên sedsalî têk çûn.” 
 
‘DÊ TÊKOŞÎNA HER ÇAR PARÇEYAN BIDOME’
 
Aydenîz, salvegera Peymana Lozanê bi bîr xist û wiha pê de çû: “Dixwazin di salvegera Lozanê de destkeftiyên kurdan tune bikin. Bi xeyala Osmanî dixwazin gelê kurd tune bikin. Rojeva sereke ya Tirkiyeyê ew e ku azadiya gelê kurd ji dest bigire. Di hemû hevdîtinan de mijara wan ev e. Lê belê çi bikin jî gelê kurd dê li dijî van polîtîkayan têbikoşe. Çareseriya vê ne li Tehranê, ne li NATO’yê û ne jî li Madrîdê ye. Çareserî, gelê kurd bi xwe û naskirina mafên wê ye. Divê statûya gelê kurd bê naskirin. Heta ku neyê naskirin dê ev têkoşîn li her çar parçeyan jî bidome.” 
 
‘HETA TECRÎD TÊK DIÇE EM Ê TÊBIKOŞÎN’
 
Di berdewamê de Aydenîz got ku AKP-MHP dixwaze xwe hebûna xwe li ser dijminatiya kurdan bidomîne û ev nirxandin kir: “AKP, hewl dide bi saya polîtîkayên şer xwe ser pêyan bigire. Ev polîtîkaye ev sed sal in tên domandin lê bi saya têkoşîna gelê kurd vala hatin derxistin. Li hêla din bi alîkariya PDK û malbata Barzanî êrişî Başûr dikin. Divê em li dijî van êrişên ji bo tunekirina statûya kurdan tên kirin dengê xwe bilindtir bikin. Yekitiya Ewropayê, li dijî van êrişan tenê daxuyaniyan dide. Heke hûn mafên mirovan biparêzin, hewceye hûn gavên şênber biavêjin. Lê encamek ji van êrişan negirtin lewma dixwazin êrişî Rojava bikin. Mîna Kobanê dê gelê kurd xwedî li Rojava derkeve. Tevahiya van êriş û şeran girêdana xwe bi tecrîdê re heye. Ev 23 sal in li ser Îmraliyê tecrîd heye. Heta ku tecrîd tê têkbirin û birêz Ocalan azad dibe em ê têkoşîna xwe bidomînin. Çareserî, Îmrali ye. Bi Meşa Gemlîkê re me li dijî tecrîdê dengê xwe bilind kir. Vê jî desthilatdarî tirsand lewma ji bo rakirina parêzbendiya me êriş dikin. Heke parêzbendî were rakirin jî em ê têkoşîna xwe mezin bikin.” 
 
Piştî axaftina Aydenîz, rêveberiya Rêxistina DBP’a Şirnexê hate diyarkirin. Zekî Îrmez û Ayşe Salgucak weke Hevserokên DBP’a Şirnexê hatin hilbijartin. 
 
Kongre bi şahiyê bi dawî bû.