Bayindir: Çareserî jî muxatab jî Ocalan e

img

DÎLOK - Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir destnîşan kir ku kurd wê li dijî îktidara AKP’ê serê xwe netewînin û got: “Çareserkirina pirsgirêka kurd bi muzakereya bi Ocalan re pêkan e. Ji bilî wî tu sazî, dezgeh, kes û partî ne muxatab e.” 

 
Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Bajarê Dîlokê bi beşdariya Hevserokê Giştî Keskîn Bayindir 6’emîn Kongreya xwe ya Asayî li dar xist. Parlamenterê HDP’ê yê Dîlokê Mahmut Togrul, Meclisa Ciwanan a HDP, Dayikên Aştiyê û nûnerên rêxistinên sivîl tev li kongreyê bûn. 
 
Kongre li eywanek dawetê hat lidarxistin û pankarta "Bi civaka rexistinbûyî ber bi jiyana azad ve" û “Bi ruhê yekitiya neteweyî em têbikoşin” hatin daliqandin. Gelek ciwan û jin tev li kongreyê bûn û li ber muzîkê govend hat gerandin. 
 
LI DIJÎ TECRÎDÊ RADIBIN 
 
Endamê Meclisa Partiyê yê HDP’ê Mûsa Aydin axivî û diyar kir ku kurd li dijî êrişên îktidarê li ber xwe didin û wan li dijî tecrîdkirina Ocalan pêvajoya avakirinê dane destpêkirin û xetek sor a gelê kurd hebe ew jî azadiya Ocalan e. 
 
KURD LI SER PÊYA NE 
 
Parlamenter Mahmut Togrul jî anî ziman ku gelê kurd tevî hemû qetlîam, kuştin, girtin, zext û zilmê jî wek her tim li ser pêya ye û wê berxwedana kurdan bi ser bikeve. 
 
SED SAL IN BAR LI SER PIŞTA KURDAN E 
 
Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir jî bi bîranîna qurbaniyên Geliyê Sefo ya li Qelqeliyê ku wek 33 guleyan tên nasîn dest bi axaftina xwe kir. Bayindir destnîşan kir ku sed sal in li ser pişta kurdan barek giran heye û got: “Doz û dîrokek me girîng heye. Çawa ku sed sal berê qetlîaman û zilmê li ser gelê me didan ferzkirin îro jî heman zihniyet li ser kar e û polîtîkaya xwe didomîne. Dixwazin bi tunekirina hebûna kurda îktidara xwe bidomînin. Gelê kurd û dostên xwe 50 sal in li dijî zilm û dijminatiyê li ber xwe didin. Em îro bi milyonan kes têdikoşin û li ber xwe didin.” 
 
‘DEM DEMA AZADIYÊ YE’ 
 
Bayindir bal kişand ser Peymana Lozanê ku Kurdistanê kiribû 4 parçe û Tirkiye dixwaze sed salên din jî polîtîkaya Lozanê li ser kurdan berdewam bike û wiha axivî: “Dixwazin kurd bêziman, bêstatû bên hiştin. Lê belê kurd ne kurdên sed sal berê ne. 50 sal in ev tevger pêşengtiyê dike. Em dibêjin dem dema azadiya kurd û kurdistanê û yekitiyê ye. Em dixwazin li tevahiya Kurdistanê li ser welatê xwe bi ziman û çanda xwe bijîn û em ê jiyanek azad ava bikin.” 
 
‘EM Ê SERÊ XWE LI BER WE NETEWÎNIN’ 
 
Bayindir anî ziman ku li ser siyaseta kurdî zext û êriş berdewam dikin û wiha domand: “Gelê kurd wê siyaseta wan qirêj qebûl nake. Lewma li her qadê êrişî me dikin. Li her qadê êrişî nûner û bijarteyên gelê kurd dikin û dixwazin wan tasfiye bikin. Dixwazin parêzbendiya Hevseroka me Salîha Aydenîz rakin. Em li Dîlokê ji we re dibêjin, çawa ku Orhan Dogan, Ahmet Turk, Sirri Sakik, Leyla Guven serê xwe li ber we netewand, dê Salîha Aydenîz û Semra Guzel jî serê xwe netewînin. Viya baş bizanibin. Hûn çi dikin bikin, hûnê nikaribin siyaseta kurdan û dostên wan asteng bikin. 30 sal in bi heman rêbazan we partiyên kurdan girtin. Ji salên 90’î ve her ku çû ev partî mezin û belav bû. 30 sal berê em bi hezaran bûn lê em niha bi milyonan kes in. Siyaseta Tirkiyeyê em diyar dikin.” 
 
‘ÇARESERÎ OCALAN E’ 
 
Bayindir destnîşan kir ku krîzên li Tirkiyeyê her ku diçe kûrtir dibin û got: “Her ku we vê dijminatiyê li dijî kurdna kir, we dawiya xwe anî û gelê kurd jî bi hêz bû. Ji ber neçaresrkirina pirsgirêka kurd krîzên aborî û siyasî li benda me ne. Ji bo çareseriya van pirsgirêkan em rê nîanî we didin. Heke hûn dixwazin pirsgirêkê çareser bikin, rêya vê diyar e. Çareserkirina pirsgirêka kurd bi muzakereyên li gel Ocalan pêkan e. Ji bilî wî tu sazî, dezgeh, kes û partî ne muxatab in. Muxatab li Îmraliyê ye. Li benda vekirina rêya çareseriyê ye. Di Newrozê de bi milyonan kurd rêa çareseriyê nîşanî we da.” 
 
Piştî axaftinan di hilbijartinan hat kirin de Edhem Unal û Zelîha Arslan ji bo Hevserokatiya DBP’a Dîlokê hatin bijartin.