Dosyaya rakirina parêzbendiya Aydenîz pêşkeşî Lijneya Giştî kirin

img

ENQERE - Rapora Komîsyona Têkel a ji bo rakirina parêzbendiya Hevseroka Giştî ya DBP’ê Saliha Aydenîz hatiye amadekirin, pêşkeşî Lijneya Giştî ya Meclisê hat kirin. 

 
Komîsyona Têkel ku ji hêla Komîsyona Edaletê û Makeqanûnê ve hatiye avakirin, têkildarî 5 fezlekeyên derheqê Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Parlamentera Amedê Saliha Aydenîz civiya û biryar da ku parêzbendiya Aydenîz were rakirin. Partiya Gel a Komarê (CHP) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) şerh danî ser rapora ji hêla komîsyonê ve hatiye amadekirin û bi vî awayî pêşkeşî Lijneya Giştî ya Meclisê hate kirin. 
 
CHP’ê banga civîna awarte li Meclisê kiribû û bi vekirina Meclisê re rê li ber vebû ku rapora “parêzbendiyê” jî were nîqaşkirin. 
 
Li ser banga civîna awarte ya parlamenterên CHP’ê, Lijneya Giştî ya Meclisê biryar dabû ku bicive û mijara tundiya di qada tenduristiyê de were axaftin.
 
DIBE KU MECLIS JI BO PARÊZBENDIYÊ BICIVE
 
Li gorî Rêznameya Navxweyî ya Meclisê, ji bo civîna Meclisê çi mijar weke sedem hatibe nîşandan, di civînê de ew mijar tê nîqaşkirin û Meclis piştre tê girtin. Heke koma AKP-MHP’ê ji bo roja din daxwaza xebatê bike, wê demê dê pêkan be ku ji bo nîqaşkirina rakirina parêzbendiya Aydenîz hevdîtin were kirin. 
 
AKP, MHP û HDP’ê da zanîn ku dê beşdarî hevdîtinan nebin û partiyên din ên li Meclisê jî ragihandibûn ku dê tev li Lijneya Giştî ya Meclisê bibin. CHP’ê beriya banga civîna awarte bike, bi HDP’ê re neşêwirî bû û HDP’ê jî ev yek weke “Bêihtiramiya siyasî” nirxand û biryar da ku tev li hevdîtinan nebe.