Li gorî Serokê Meclisê pirsa derheqê doza Apê Mûsa de ‘qebe’ ye!

img

ENQERE - Serokê Meclisê Mûstafa Şentop pêşnûmepirsa têkildarî doza Mûsa Anter ku ji hêla JÎTEM’ê ve hatibû qetilkirin, bi hinceta “Qebe û şikîner e” paşve şand.

Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Mêrdînê Pero Dundar bi daxwaza ku Wezîrê Edaletê Bekir Bozdag bibersivîne, derheqê doza Mûsa Anter (Apê Mûsa) ku di 20’ê îlona sala 1992’yan de hatibû qetilkirin û li 6’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê tê dîtin pêşnûmepirsek pêşkeşî Meclisê kir. Pêşnûmepirsa Dundar, paşve hat şandin. 
 
Pêşnûmepirs bi îmzeya Serokê Meclisê Mûstafa Şentop ve hate paşveşandin û di sedema paşveşandinê de jî xalên 67 û 96 ên Rêziknameya Hundirîn a Meclisê hat nîşandan. Di firqeya xala 67’an de vesazkirina “qebe û şikîner” û di xala 96’an de jî “nêrîna şexsî” heye. Hat gotin ku piştî guhertinên di pêşnûmepirsê de dê were nirxandin û pêşnûmepirs û hinceta îadekirinê ji meqama Dundar re hatin şandin. 
 
QEBE Û ŞIKÎNER
 
Gotina “Doza Mûsa Anter di sala 2014’an de bi Doza Serek ya JÎTEM’ê ku ji ber bi darê zorê windakirin û înfazên derhiqûqî yên di salên 90’î yên li bajarên kurdan hatine kirin hatibû vekirin kirine yek dosya. Lê belê wisa nehatiye nirxandin ku binpêkirinên mafan ên giran, berpirsyar û mekanîzmaya rê li ber vê vekirî derxîne holê.” Hat îdiakirin ku ev îfadeye “qebe û şikîner e.” 
 
NÊRÎNA ŞÊXÎ YE
 
Di pirsa 5’emîn a pêşnûmepirsê de jî wiha hatiye gotin: “Di serî de cînayeta Mûsa Anter, çima derheqê cînayetên di salên 90’î de li bajarên kurdan hatine kirin de lêpirsîneke bibandor nayê destpêkirin?” Ev pirs jî weke “nêrîna şexsî” hate nirxandin. 
 
DOZ BI DEMBORÎNÊ RE RÛ BI RÛ YE
 
Zanyarê kurd Mûsa Anter di 20’ê îlona sala 1992’yan de li Amedê hate qetilkirin. Li gel ku bi ser doza wî re gelek sal derbas bûn jî hêjta biryar nehatiye dayîn. Bi Doza Sereke ya JÎTEM’ê û ya Ayten Ozturk a ku di sala 1993’yan de ji hêla Mahmût Yildirim ê bi nasnavê “Yeşîl” ve hatiye qetilkirin kirin yek. Heke gotin di cih de be li bendê bûn ku doz ber demborînê bikeve. Di danişîna dozê ya 20’ê hezîranê de parêzeran bal kişandin ser demborînê û xwestin ku dosya were cudakirin. Lê belê şandeyê daxwazên parêzeran red kir û 5 roj mabûn ku doz bikeve ber demborînê ku danişîna dozê da 15’ê îlonê.