HDP heta 1’ê Îlonê dê li qadan be

img

ENQERE - MYK’a HDP’ê bi serokatiya Hevserokên Giştî Bûldan û Sancar civiya û bernameya xwe ya çalakiyan a heta 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê diyar kir. 

Desteya Rêveberiya Navendî (MYK) a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) duh bi serokatiya Hevserokên Giştî Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar li Navenda Giştî civiya. Di civînê de li ser mitîngên Amed û Stenbolê ku dê di 6-7’ê mehê de bên lidarxistin axaftin û nîqaş hat kirin. Her wiha peyamên di mitîngan de bên dayîn jî hatin nîqaşkirin. Endamên MYK’ê û parlamenter ji bo mitîngan li herêman hatin wezîfedarkirin û dê HDP bi hemû hêza xwe xebatên mitîngan bike. 
 
HDP DÊ BI GEL RE PEYAMAN BIDE 
 
HDP bi van mitîngan li gel girseya xwe xwe amade dike derbarê polîtîka û xeta Rêya Sêyemîn, tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û krîzên aborî, civakî û siyasî peyamên xurt bide. Piştî mitîngên dê bi dirûşma “Çareserî em in, jişer û dagirkeriyê re na” bên lidarxistin jî dê xebatên HDP’ê bidomin. 
 
LI HATAY Û MANÎSAYÊ BERNAMEYÊN BI GEL RE 
 
Di 12-13’ê tebaxê de bi beşdariya Hevserokê Giştî Mîthat Sancar dê li Hatayê hevdîtin gel bên kirin û serdana rêxistinên sivîl û esnafan bê kirin. 
 
Hevseroka Giştî Pervîn Bûldan jî di 11’ê tebaxê de dê li Manîsayê bi gel re were gel hev û bi nûnerên rêxistinên sivîl re bicive. 
 
HDP HETA 1’Ê ÎLONÊ LI QADA YE 
 
HDP seranserî havînê dixwaze li qadan bi hilbijêr ango girseya xwe re bê cem hev. Têkildarî talankirina xwezayê ya li Şirnexê dê bi beşdariya Hevserokên Giştî xebatek were kirin. HDP dê di meha tebaxê de li Şirnex, Colemêrg û Mûşê jî civînên gel li dar bixe û serdanan pêk bîne. Bernameya xebatên HDP’ê daye pêşiya xwe dê heta 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê berdewam bike. 
 
Her wiha HDP ji bo mitîngên 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê ku bi awayên hemwext li dar bixe dest bi amadekarî û xebatan kiriye.