Ozguneş: Kurd û cîhan dê destûrê nedin ku xeyala AKP-MHP'ê ya Osmanî pêk bê

img

AMED - Parlamenterê HDP’ê Hasan Ozguneş diyar kir ku AKP-MHP dixwaze xeyala Osmaniya Nû pêk bîne lê dê kurd û hêzên cîhanê destûrê nedin. Ozguneş ji bo mitînga Amedê jî ev bang kir: “Werin em li dijî polîtîkaya şer û înkarê bi hev re li qadan dengê xwe bilindtir bikin.” 

 
Desthilatdariya AKP’ê di sala 2015’an de dîsa vegeriya konsepta şer û di 100’emîn salvegera Peymana Lozanê de amadekariyên xwe li ser bingeha polîtîkayên Neo-Osmanî dike. Li hêlekê êrişên AKP-MHP’ê yên ji 17’ê nîsanê ve li dijî Herêma Federal a Kurdistanê didomin û li hêla din gefê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dixwe. Her çend ku Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan nekarîbe ji bo êrişeke gengaz destûr ji DYA û Rûsyayê girtibe jî, bi êrişên xwe yên li dijî Başûr û Rojava re gelek komkujiyan pêk tîne. Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li dijî vê polîtîkaya şer û êrişan biryar da ku di 6’ê tebaxê de li Amedê û di 7’ê tebaxê de jî li Stenbolê bi dirûşma “Çareserî em in, na ji şer û dagirkeriyê re” mitîngan li dar bixe. Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Hasan Ozguneş têkildarî mijarê bi ajansa me re axivî. 
 
Hasan Ozguneş diyar kir ku Tirkiye hêj jî dev ji xeyalên Osmanî bernedaye û wiha got: “Pergala Hikûmeta Serokkomartiyê, hewlda nûjenkirina pergala padîşahtiyê ye. Her wiha Serokê Karên Diyanetê jî bi rola xelîfteyê radibe. Pergala heyî dixwaze xeyala MHP û Ergenekonê ya Osmanî pêk bîne. Her kes pê dizane ku bi Lozanê re hinek deverên Rojava û Başûr ji inglîz û fransiyan re hatin hiştin. Tirkiye dixwaze di vî Şerê Sêyemîn ê Cîhanê de ji aloziyên heyî sûd bigire û li Rojhilata Navîn tiştekî bi dest bixe. Bêguman armanca wê ya ewil Kurdistan e. Dixwazin Rojava û Başûr bi zora çekê bi dest bixin. AKP-MHP hewl didin vê xeyalê her zindî bihêlin lê konjoktur û rewşa aborî rê nade.” 
 
‘HEDEFA WAN ROJAVA Û BAŞÛR IN’
 
Bi domdarî Ozguneş anî ziman ku di hedefa xeyala Osmaniya Nû de Rojava û Başûr hene û ev rewş wiha nirxand: “Dixwazin êrişên mezintir bikin. Dê di pêşerojê de diyar bibe bê ka hêzên hegemon û herêmî dê çiqas destûrê bidin. Ev xeyaleke vala ye. Ne kurd û ne jî konjoktura Rojhilata Navîn û cîhanê dê destûrê nede. Ji ber polîtîkayên AKP-MHP’ê, avadaniya siyasî têk diçe. Niha 451 milyar dolar deyn heye. Êdî civak li ser sergoyan nan kom dike. Mirov xwe ji ber xizantiyê dikujin. Budçe û xizîne vala ye û pere nayê. Aborî li ber têkçûnê ye. Ji hêla siyasî ve jî xitimî ne. Li derve jî hemû kes kirine dijmin. Civak kirine du beş. Yên serî netewînin xayîn û yên din jî hemwelatî ne. Bi vî şerî re exlaqê civakê jî hilweşiya.” 
 
LI DIJÎ ALOZIYAN MITÎNGA ÇARESERIYÊ
 
Di berdewamê de Ozguneş bi lêv kir ku HDP li dijî vê aloziyê bi stratejiya Rêya Sêyemîn têdikoşe û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dê bi mitîngên li Amed û Stenbolê re rêya çareseriyê nîşanî Tirkiyeyê bê dayîn. Hevrikiya Tirkiyeyê ya bi Yewnanistanê re, daxwaza êrişa li dijî Rojava û êrişên ser Başûr bi gelên Tirkiyeyê dide windakirin. Em dixwazin bi gelê xwe re, bi hêzên demokrasiyê, derdorên humanîst, alîgirên demokrasî û aştiyê re hêza xwe bikin yek û gaveke nû biavêjin. Em ê li dijî êrişên ser Rojava û Başûr û kuştina sivîlan dengê xwe bilindtir bikin. Ji bo ku pirsgirêka kurd û pirsgirêkên bi cîranan re bi rêya guftûgoyê û bi rêbazên aştiyane bên çareserkirin em ê biqîrin. Ji ber ku dawiya polîtîkaya şer û înkarê, wêranî ye.” 
 
BANGA MITÎNGÊ
 
Ozguneş, got ku gelên Tirkiyeyê ber bi tarîtiyekê ve diçin û axaftina xwe wiha xelas kir: “Lewma jî ev mitîngên me girîng in. Bi taybet em bang li gelê Amedê û hêzên demokrasiyê dikin; werin em li dijî van polîtîkayên şerxwaz û qirker li Amed û Stenbolê dengê xwe bilindtir bikin. Di demekî ber bi hilbijartinê ve em xwe bêhtir birêxistin bikin, sekna xwe zelal bikin û rê li ber vê rewşê bigirin.” 
 
MA / Mujdat Can