Maçin: Divê ruhê yekitiya neteweyî di mitînga ‘Çareseriyê’ de bê cem hev

img

AMED - Parlamenterê HDP’ê Nusrettin Maçîn diyar kir ku divê partî û rêxistinên kurdan li dijî êrişên ser kurdan bi bernameyek hevpar tevger bikin û xwest ruhê yekitiya neteweyî ya kurd di mitînga “Çareserî em in” de bê cem hev. 

Li çar parçeyên Kurdistanê gelê kurd bi êrişên hêzên serdest re rûbirû maye. Li dijî van êrişan tevî hemû bangawaziyan jî yekitiya neteweyî ya kurd pêk nayê. Her çiqas yekitî pêk nehatibe jî lê xebat û bernameyên rêxistin û partiyên kurdan ên ji bo vê yekê berdewam dikin. 
 
Gelê kurd ku yekitiya xwe pêk nayîne li başûr û rojavayê Kurdistanê bi êrişên dijwar ên Tirkiyeyêre rûbirû maye. Her roj gefa li ser kurdan zêdetir dibe. Her çiqas li dijî vê bertek tên nîşandan jî di raya giştî ya kurdan de tê gotin ev hewldan têrê nake û divê ku yekitiya neteweyî pêk were. 
 
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li dijî şerê îktidara Tirkiyeyê bi dirûşma “Çareserî em in, ji şer û dagirkeriyê re na” dê li Qada Îstasyona Amedê mitînga bajarên herêmê li dar bixe. 
 
Parlamenterê HDP’ê yê Rihayê Nusrettin Maçin anî ziman ku yek ji rojeva girîng a mitîngê yekitiya neteweyî ya kurdan e û got: “Divê kurd di mitîngê de îradeya xwe ya yekitiyê nîşan bidin.” 
 
‘PÊWÎSTE BERNAMEYEK YEKITIYÊ BÊ DERXISTIN’ 
 
Maçin destnîşan kir ku êrişên Tirkiyeyê yên li dijî Herêma Kurdistanê “dagirkerî” ye û Tirkiye dixwaze aramiya herêmê serûbin bike. Maçin anî ziman ku divê kurd li dijî êrişên ser Kurdistanê bi bernameyek hevpar û yekitiyê rabin û got: “Divê ber bername tenê ne ji partiyên siyasî û tevgeran pêk were. Lazim e hemû beşên civakê yên kurdî di nava bernameya yekitiyê de cih bigirin. Pêwîste dînamîkên netewî cih bigirin. Pêwîstî bi bernameyek navendî ya daxwazên gelê kurd heye.” 
 
‘DIVÊ BI BERNAMEYEK NETEWÎ ASTENGÎ BÊN RAKIRIN’
 
Maçin destnîşan kir ku pêwîste kurd astengiyên li pêşiya yekitiyê rakin û wiha axivî: “Têkiliyên PDK’ê yên bi Tirkiyeyê re û têkiliyên YNK’ê yên bi Îranî re li pêşiya yekitiya kurdan astengiyên mezin in. Bandora vê yekê li ser dabeşkirina erdnîgariya me heye. Hê jî siyasetek me ku li şûna daxwazên neteweyî ji xwe re bike pirsgirêka mezin heye. Siyaseta kurd li şûna berjwendiya neteweyî, berjwendiya partî û grûbî ji xwe re esas digire. Mirov dikare astengiyên li pêşiya kombexeta yekitiya neteweyî bi beşdarkirina rêxistinên kedê, rêxistinên pîşeyî, tevgerên jinan, tevgerên ciwanan vê yekê ji holê rake. Mirov dikare bi bernameyek û rêziknameyek neteweyî astengiyan ji holê rake.” 
 
Maçin hişyarî da ku dê rewşa parçekirî ya kurdan dê bêtir kurdan ji ji hev dûr bike û parçe bike û destnîşan kir ku divê ruhê yekitiya kurdan di mitînga li Qada Îstasyonê de bê cem hev. 
 
MA / Mujdat Can