Gunay: Em li dijî tecrîd, qedexe, şer û dagirkeriyê tev li mitîngan bibin

AMED - Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay li Amedê civîna çapemeniyê li dar xist û banga tevlibûna mitîngên partiya xwe ya li Amedê û Stenbolê kir û xwest gel li dijî tecrîd, qedexeyan, şer û dagirkeriyê biherike qadên mitîngê. 

 
Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ebrû Gunay civîna çapemeniyê ya heftane ku li Navenda Giştî ya HDP’ê li dar dixe, vê hefteyê li Buroya Şêwrê ya Navenda Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a li Amedê li dar xist û geşedanên di rojevê de nirxand. 
Gunay wek her hefteyê piştî daxuyaniya tirkî bi kurdî jî beşek daxuyanî da û bal kişand ser mitîngên HDP’ê yên dê di 6-7’ê mehê de li Amed û Stenbolê li dar bixe. 
 
Daxuyaniya Gunay a beşa kurdî wiha ye:
 
“Li dijî şer û dagirkeriyê em hemû gelê xw e vedixwînin mitingên Amed û Stenbolê.
 
Partiya me bi şiara ‘Çareserî em in, ji şer û dagirkeriyê re na’ di 6’ê tebaxê de li Qada Stasyonê ya Amedê û di 7’ê tebaxê de jî li Stenbolê dê du mitîngên girseyî li dar bixe. Em dibêjin ‘Ji şer û dagirkeriyê na! Ji qedexekirina ziman, çand û hunera Kurdî re na! Ji qetlkirina jinan re, ji xizaniya jinan re na!’ Û ji bo vê jî em ê li her derê li qadan bin, bi taybetî jî di 6’ê mehê de li Amedê di 7’ê mehê de li Stenbolê em mitîngên girîng li dar dixin. 
 
Wekî hûn jî dizanin di Pêncemîn Kongreya me ya Asayî de bersiveke pir xurt derket meydanê. Di kongreya me de peyameke zelal û xwedîhêz derket holê. Niha bi van mitîngan re em ê helwesta xwe ya zelal careke din nîşanî hemû dinyayê û faşîzmê bidin. 
 
TECRÎD Û ŞER LI HEVERÊ BELAV BÛYE
 
Desthilat bi rêya şer û dagirkeriyê dixwaze îradeya gelê Kurd û îradeya muxalîfan bişikîne, hewl dide bi rêya şer û pevçûnê krîza aboriyê binixumîne, bertekên gelan biqedîne û desthilata xwe li ser pêyan bihêle. Êdî li vî welatî kesekî xwe ewle û şad hîs nake. Herkes di nav xetereyek mezin de jiyana xwe didom e. Tecrîd bi awayekî pir giran îro li ser hemû Tirkiyeyê belav bûye. Lewma em dibêjin çareserî em in û em hemû kesî vedixwînin mitingên me.”