Aydenîz: Li dijî tecrîdê divê têkoşîna hevpar bê mezinkirin

img
AMED - Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîha Aydenîz diyar kir ku ger azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pêk bê dê pêşî li ber azadiyan bê vekirin û got, divê hemû derdor têkoşîna li dijî tecrîdê mezin bikin.
 
Şerê ku desthilata AKP'ê di 17'ê Nîsanê de tevî Partiya Demokrata Kurdistan (PDK) li Herêma Kurdistana Federe da destpêkirin, bi êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didome. Serokkomarê AKP'î Tayyîp Erdogan ku bi serdanên dîplomatîk xwest şerê ku ew dixwaze bê pesendkirin, piştî tu encam wernegirtin bi Balafirên Bêmirov ên Çekdar (SÎHA) êrişê dibe ser bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Erdogan ku li Zap, Metîna û Avaşînê nikaribû bi ser bikeve, vê carê jî dixwaze bi êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê serketinekê bi dest bixe ji bo hilbijartinê. 
 
Em bi Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîzê re li ser şerê ku li Herêma Kurdistana Federe didome û êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û encamên konsepta şer ku desthilat tê de israr dike axivîn.
 
Erdoganê ku piştî şerê navxweyî yê Sûriyeyê li dijî Beşar Esad helwest nîşan da û piştgirî da hêzên paramîlîter, niha jî dibêje "Tu derdekî me yê wekî têkbirina Esad tune ye." Polîtîkaya Erdogan a Sûriyeyê hatiye asteke çawa?
 
Desthilatdariya AKP-MHP’ê pêşeroja xwe û berdewamiya xwe bi polîtîkayên şer ve girêdaye. AKP-MHP ku di warê siyasî, aborî, tenduristî û perwerdehiyê de nikare tu sozan bide gelan, hewl dide bi tifaqa faşîzmê bi sazûman bike û bi vî awayî li ser pêyan bimîne. Biçe kur jî hewl dide xwe bi dijminatiya li hemberî kurdan li ser piyan bihêle. Lewma rastiyek heye; ev jî desthilatek heye operasyonên derveyî sînor, komkujî, dagirkerî, îlhaq, talankirin û neçareserkirina pirgsirêka kurd jî bi polîtîkayên ewlehîyê bidomîne. Her wiha hevdîtinên dîplomatîk ên ku ev tifaq hewl dide di çaçroveya êrişa li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de û di çarçoveya plana şer de bi Esad re bike, cardin li ser esasê neçareserkirina meseleya kurd e. 
 
 
Tawîzên hatine dayîn ji bo têkbirina demokrasiya welêt, aboriya welêt, zemîna jiyana hevpar a gelê kurd û gelê tirk e. Ev siyaset ne siyaseta parastina yekpareyiya Sûriyeyê ye.
 
Ji ber hin sedeman ev desthilata ku ji sala 2011’an û vir ve digot ‘kujer Esad’ û tu tişt nema ji Esad re negot û bi çeteyên li wir re hevkariyê dike, ji aliyekî ve hewl dide statuya kurdan têk bibe, ji aliyê din ve jî hewl dide Sûriyeyê ji hev belav bike, niha jî ji bo têkiliyên dîplomatîk ên bi Sûriyê re pêşve bibe tu derî namîne lê naxe. Tu tawiz neman ku nedan. Tawîzên hatine dayîn ji bo têkbirina demokrasiya welêt, aboriya welêt, zemîna jiyana hevpar a gelê kurd û gelê tirk e. Ev siyaset ne siyaseta parastina yekpareyiya Sûriyeyê ye. Divê civaka Tirkiyeyê, gelên Tirkiyeyê, muxalefet, saziyên mafên mirovan, komele û tevgerên jinan li dijî planên şer rabin. 
 
Erdogan ne li Tehranê ne jî li Soçiyê destûr wernegirt. Lê belê êrişên li ser bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dewam dikin. Hûn bêdengiya navneteweyî çawa dinirxînin?
 
Kurdan jiyaneke nû û modeleke rêveberiya alternatîf pêşkêşî gelên Rojhilata Navîn kirin. Rêvebiriya ku birêz Abdullah Ocalan di çarçoveya Paradîgmaya Demokratîk, Ekolojîk û Azadiya Jinê de afirand îro ro li Rojavayê bi ruh û can bûye û ji bo Rojhilata Navîn ji nava alozî û şerê sedsalî derkeve, alternatîfek bberpêşî wê kir. Ev alternatîf, alternatîfeke li dijî berjewendiyên qirêj ên kapîtalîzm û dewletên hegemonîk e. Ev bêdengî, ji ber vê yekê ye.
 
Şerê li Herêma Kurdistana Federe didome û tu encam bi dest neketiye. Gelo wê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê serkeftin bi dest bikeve?
 
Kevneşopiya dewletê ya sed salî, xwe li ser polîtîkaya tunekirin û asîmîlasyonê sêwirand û bi vî awayî hebûna xwe domand. Lê belê rastiyaeke heye ew jî 50 sal in nikare bi operasyonên dervayî sînor, komkujî û talankirina xwezayê ji holê rake. Bi dehan desthilat ev rêbaz ceribandin û bi ser neketin. Ji şerê ku ji Nîsana 2022’yan ve li dijî Başurê Kurdistanê dimeşîne jî tu encam negirtin. Ji ber ku li vir tu encam negirtin, armanc dike ku êrişê bibe ser Rojavayê Kurdistanê. Wê ji vir jî tu encamê negire.
 
Êrişeke gengaz a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, wê di warê Tirkîyeyê de bibe cihê encamine çawa?
 
 
Dê kedkar, jin û gelên Tirkiyeyê êşa vî şerî bikişînin. Ev şer ne çareserî ye, dê hîn bêtir bibe sedema krîz û çiravan.
 
AKP-MHP'ê ku îro li Başurê nikare encamekê bi dest bixe û li vê wir tengijiye, ji bo desthilatdariya xwe biparêze, pêdiviya wê bi şerekî din heye û plan dike ku vî şerî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bidomîne. Lê dema ku Kobanê hat rizgarkirin, çawa ku gelên li derdora Kobanê bûn yek, dê di şerekî li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de jî xwedîderketineke cidî rû bide. Divê ev yek pir zelal bê bilêvkirin; şerekî wiha bike ku Tirkiye hîn bêtir bi krîz û aloziyan re rû bi rû bimîne û dê ber bi pêvajoyeke ku êdî nikaribe jê derkeve biçe. Divê gelên Tirkiyeyê li hemberî vê helwesteke pir zelal nîşan bidin. Ji şer zemîneke demokratîk dernakeve holê. Ên li dijî şerê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dengê xwe bilind neke, divê bizanibe ku gelê kurd îro ro ji bo azadiya xwe têdikoşe, lê ji bo demokrasiya Tirkiyeyê jî têdikoşe. Divê gelên Tirkiyeyê vê yekê bibînin. Dê kedkar, jin û gelên Tirkiyeyê êşa vî şerî bikişînin. Ev şer ne çareserî ye, dê hîn bêtir bibe sedema çiravekê û krîzê. 
 
Desthilat ku di neçareserkirina meseleya kurdî kûrtir dike, li Girava Îmraliyê jî her diçe tecrîdê kûrtir dike. 18 meh in tu xeber ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan nayê girtin. Armanca desthilatê ya bi polîtîkaya tecrîdê çi ye?
 
Rewşa tecrîdê ya li Îmraliyê 24 sal in dewam dike, lê di 7 salên dawî de bû tecrîdeke mutleq û kûr. Hikûmet bi tecrîdê dixwaze atmosfera şer û aloziyê kûrtir bike. Birêz Abdullah Ocalan di hevdîtina xwe ya dawî ya bi parêzeran re, ya di 7’ê Tebaxa 2019’an de, got, “Eger derfet çêbibe ez ê di nava hefteyekê de vê pirsgirêkê çareser bikim” û bi vî awayî vîna xwe danî rastê. Li aliyê din desthilat jî li dijî vê vînê seîr li şer û aloziyê da. Detshilat ji ber ku demokrasî û çareseriyê ji bo xwe xeter dibîne tecrîdê kûrtir dike. Birêz Abdullah Ocalan ji bo ku krîz veneguherin çareseriyê alternatîfan pêşniyar dike. Ji ber ku ev çareserî û alternatîf bi kêrî desthilatên ku dixwazin tekparêziya xwe, desthilata xwe û berjewendiyên xwe biparêzin nayê, tecrîd her diçe kûrtir dibe.
 
Ger di pêvajoyeke wiha de ku şer berbaşav dibe û krîzên piralî kûr dibin, hevdîtin bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re bên kirin dê guherînek çawa rû bide?
 
 
Divê xwedî li vê vînê bê derketin. Ger birêz Abdullah Ocalan bi awayekî fîzîkî azad bibe, dê rê li ber azadiyan jî bê vekirin. Ji bo vê jî pêwîste hemû alî bi hev re li dijî tecrîdê bitêkoşin û wê mezin bikin.
 
Di pêvajoyeke wiha de dı şert û mercên azad de hevdîtina birêz Abdullah Ocalan a gel, rêxistinên civaka sivîl û hemû hêzên demokrasiyê re, tê wateya pêşiya demokrasiyê. Rakirina tecrîda li Îmraliyê, tê wateya rakirina tecrîda li her her derî. Lewma rêya derketina ji vê yekê bi azadiya fîzîkî ya Birêz Abdullah Ocalan ve pêkan e. Ji lew re me pêvajoya diyalogê ya bi birêz Abdullah Ocalan re dîtiye. Di wê dema pir kin de jî ku çendî neyta desthilatê ne diyalog û guftûgo bû jî, me dît ku bê çawa rê li ber demokrasiyê vebûye. Binerin, vîna “Ez ê di hefteyekê de çareser bikim” pir hêja ye. Divê xwedî li vê vînê bê derketin. Ger birêz Abdullah Ocalan bi awayekî fîzîkî azad bibe, dê rê li ber azadiyan jî bê vekirin. Ji bo vê jî pêwîste hemû alî bi hev re li dijî tecrîdê bitêkoşin û wê bilind bikin.
 
Hûn bi dirûşmeya “li dijî şer û mêtîngeriyê azadiya civakî” re civînên gel li dar dixin. Bernameyên we çawa derbas dibin?
 
Em di wê bîr û baweriyê de ne ku divê rêxistineke ku gel bi hev re xwe birêxistin bike û bingeha xwerêveberiyê ava bike bê avakirin. Ji ber vê yekê; îro li Kurdistanê siyaseta mêtingeriyê tê meşandin. Rêxistinbûna civakî û têkoşîna azadiya civakî ya li hemberî vê polîtîkaya mêtingeriyê, wê mêtingeriyê têk bibe û pêş ve bixe. Me bi vê kampanyaya ku daye destpêkirin, me zemîna hevdîtina bi gel re ava kiriye. Gelê kurd di Newrozan de, li qadên bi milyonan kes lê kom dibin û nêrînên xwe radigihînin, bi awayekî zelal got, em ê dest ji azadiya xwe bernedin. Pir eşkere got, "em dev ji azadiya Birêz Abdullah Ocalan bernadin." Ji ber vê yekê ev kampanyaya ku me daye destpêkirin, ji bo hîn bêtir xurtkirina vê zemînê ye û em li ser vê zemnê dest ji têkoşînê bernadin; ev xebat ji bo ku bingeha rêxistinbûna hem qada siyayaseta demokratîk hem jî ya civakî berbiçav bibe tê kirin. Em li her derî moraleke xurt ji gel digirin. Ji lew re li her derê rastiyeke ku li ser azadiyê hûr bûye heye. Rastiyeke ku li ser zimanê xwe, çanda xwe û xwerêveberiya xwe hûr bûye heye. Rastiyeke gel heye ku dixwaze êdî ev têkoşîna 50 salî veguhere statuyekê. Em di wê baweriyê de ne ku azadiya gelê kurd nêzîk bûye. Em bawer dikin ku dê sedsala 21'ê bi têikoşîna ji bo azadiya gelê kurd bi dawî bibe.
 
MA / Mujdat Can