Li Wanê starta xebatên 1’ê Îlonê hate dayîn

img
WAN - Li Wanê starta xebatên mîtînga ku dê bi minasebeta 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê bê lidarxistin, bi serdanên navçeyan hate dayîn. 
 
Li Wanê starta mitînga ku dê bi minasebeta 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê bê lidarxistin, hat dayîn. Şandeyan îro bi serdana navçeyên Erdîş û Serayê, gel vexwendin mitîngê. Parlamentera HDP’ê ya Wanê Mûazzez Orhan, Hevserokê HDP’a Wanê Fîkret Dogan û Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Mûstafa Avci ku qeyûm tayînî cihê wê hate kirin, li navenda navçeyê serdana dikandaran kirin û belavok belavkirin. 
 
‘KRÎZA SIYASÎ Û ABORÎ TÊ JIYÎN’
 
Orhan a li vir axivî, diyar kir ku li welat krîzeke siyasî û aborî heye û wiha axivî: “Gel êdî perîşan e. Sedemê vê krîzê politikaya şer a desthilatê ya li dijî gelê kurd e. Divê gelê me li xwe û keda xwe xwedî derkeve û ji vê re deng derxîne. Ji ber vê yekê divê gelê me ji bo bi awayekî xurt li dijî dijminatiya kurd derkeve divê tev li mitîngê bibe.”
 
‘EM DIKARIN VÎ ŞERÎ BIDIN SEKINANDIN’
 
Parlamenterê HDP’ê yê Wanê Mûrat Sarisaç, Hevseroka HDP’a Wanê Handan Karakoyûn, Hevseroka DBP’a Wanê Çetîn Ûyar jî li navçeya Serayê bi gel re hatin bahev. Şandeya ku yek bi yek serdana dikandaran kir, belavok belavkirin û gel vexwendin mitîngê. Sarisaç ê di serdanê de axivî, wiha got: “Li her qada kurd lê dijîn êrişek û şerek heye. Sekinandina vî şerî di destê me de ye. Ji bo ku em li dijî vî şerî derkevin, em hemû gelê xwe di 1’ê Îlonê de vedixwînin mîtîngê.”
 
Xebatên mitîngê wê sibê hem bi serdanên li navenda bajêr hem jî bi serdanên navçeyan wê berdewam bike.