Gunay: Derdekî Tirkiyeyê yê çareseriyê hebe bila ji Sûriyeyê derkeve

img
AMED - Berdevka HDP'ê Ebrû Gunay, bi lêv kir ku êrişên desthilata AKP'ê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê "operasyona tasfiyeya kurdan e" û wiha got: "Heke derdekî Tirkiyeyê yê çareseriyê û aştiyê hebe, yekane tişta bike ew e ku ji axa Sûriyeyê derkeve."
 
Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ebru Gunay di civîna çapemeniyê ya li Buroya Şewirmendiyê ya Navenda Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a li Amedê têkildarî geşedanên di rojevê de civîna çapemeniyê li dar xist. 
 
Gunay, di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser qezayên trafîkê yên li Dêrik û Dîlokê ku di encamê de 37 kesan jiyana xwe ji dest dan û got: "Sedema rûdana vê felaketê, wernegirtina tedbîran e. Li şûna ewlehiya jiyana gel, ranta alîgirên xwe parastin, lewma ev komkujiya mîna qezayê rû da."
 
'QESR Û ÇETEYÊN WÊ LI SÛRIYEYÊ TÊK ÇÛNE'
 
Gunay, di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser êrîşên dewleta tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û wiha axivî: "Êriş dewam dikin. Em rewşa li Sûriyeyê ji nêz ve dişopînin. Desthilatdariya ku ji sala 2011'an û pê ve bi rengekî bênavber şerê li Sûriyeyê xwedî kir û mezin kir, niha qala diyalog û hevdîtina bi Esad re dike. Bêguman em weke partî alîgirê çareseriya pirsgirêkan a bi diyalog û danûstandinane. Lê belê em zanin ku armanca rastî ya desthilatdariyê danûstandin û diyalog nîne. Hincetên vê pêşniyara diyalogê li aliyekî, di asta heyî de jinûve muxatabgirtina Esad tê wê wateyê ku Qesr û çeteyên wê di şerê li Sûriyeyê de têk çûne."
 
'QESRA NIKARÎ BI DESTÊ DAIŞ'Ê KURDAN TASFIYE BIKE HEWL DIDE BI DESTÊ ESAD BIKE'
 
Gunay, anî ziman ku rejîma Qesrê ji vê hilweşîna ku bandoreke mezin li Rojhilata Navîn kiriye ders wernegirtiye û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Li ser bingeha bêyî kurdan a diyaloga bi Esad re di polîtîkaya neçareseriyê de israr dike. Rejîma Qesrê tasfiyekirina kurdan ku nekarî bi destê DAÎŞ'ê bike û piştre bi xwe kete nava xaka Sûriyeyê û xwest bike, vê carê jî di navê diyalog û danûstandina bi rejîma Esad re bi hevkariya bi rejîma Esad an jî radestkirina li Esad hewl dide bike. Li rê û rêbazên vê yekê digre.
 
 
Tirkiye têkildarî Sûriyeyê xwedî perspektîfeke çareseriyê nîne. Tenê armanceke xwe heye; dijberiyê li kurdan dike û dixwaze kurdan bêstatu bihêle. Mijara ku ji bo vekişandina hêzên xwe ji herêmên dagirkirî, desteserkirina mafê kurdan weke şert destnîşan dike. Ev yek jî siyaseta çareseriyê nîne, polîtîkaya bazarî û şantajê ye. Beriya her tiştî ji bo rejîmê, Tirkiye welateke ku li gelek herêmên Sûriyeyê hêza xwe ya dagirkeriyê lê ye. Li gorî rejîma Sûriyeyê hemû komên çekdar ên Tirkiye piştgiriya wan dike, terorîst in."
 
Ebrû Gunay destnîşan kir ku siyaseta bingehîn a Tirkiyeyê bêaramîkirina Sûriye û Rojava ye, amadekirina bingeha ji êrîşên nû û dagirkeriyê re û plan û çalakiyên xwe hemû jî ji bo vê yekê ne.
 
'YEKANE TIŞTA KU TIRKIYE BIKE DIVÊ JI AXA SÛRIYEYÊ DERKEVE'
 
Gunay, anî ziman ku siyaseta herî rast ew e ku çareseriya li Sûriyeyê ji gelên Sûriyeyê re bê hiştin û wiha domand: "Tirkiye eger xwe ber bi vê pozîsyonê ve bikişîne, wê hingî xizmetê ji çareseriyê re bike. Bi bazarî, şantaj û dijminatiya li kurdan siyaseta çareseriyê nabe. Eger derdekî Tirkiyeyê yê çareserî û aştiya li Sûriyeyê hebe, yekane tişta ku divê bike ew e ku ji xaka Sûriyeyê derkeve, bes piştgiriyê bide komên çete yên ku piştgiriya wan dike."
 
'DI 1'Ê ÎLONÊ DE EM Ê LI QADAN BIN'
 
Gunay, diyar kir ku wê li qadan bi gelê xwe re têkoşîna xwe dewam bikin, li ber polîtîkayên şer rabin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Li dijî şer û tecrîdê di 1'ê Îlonê de em ê li qadan bin. Em bang li her kesî dikin ku bi rengekî xurt tevlî çalakiyên 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê bibin ku wê bi dirûşma 'Şer dide windakirin, aştî dide qezençkirin' bêne lidarxistin. Di 1'ê Îlonê de li Wanê bi beşdariya hevseroka me ya giştî Pervîn Bûldan û li Şirnexê bi beşdariya hevserokê me yê giştî Mîthat Sancar mîtîngan li dar bixin. Li her derê em ê tevî hêzên ked û demokrasiyê li qadan bin. Em ê li dijî şer dengê xwe bilind bikin. Ji ber ku şer dide windakirin, aştî dide qezençkirin."