Erdogan sînyala operasyona Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê da

img
BEDLIS - Serokkomarê AKP’î Erdogan ê navçeya Xelatê axivî, sînyala êrişa li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê da. 
 
Serokkomarê AKP’î Tayîp Erdogan ku tev li salvegera “Serkeftina Milazgirê” ya li navçeya Xelata Bedlîsê hate lidarxistin bû, bal kişand ku wê li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê operasyonek bê kirin û got: “Em van operasyonan li gorî pêşaniya ewlekariya welatê xwe bidomînin.”Em dikarin şevekê ji nişka ve bên û hem jî dikarin bên her derê. Ez careke din ji tevahiya cîhanê re îlan dikim ku heta em sînorên xwe yên Başûr bi korîdoreke 30 kîlometre kûr ewle nekin, wê têkoşîna me neqede.”