HDP: Wezîrê Dadê ji mirinên girtîgehê berpirsyar e

img

ENQERE - Cîgirê Hevserokên Giştî yên HDP’ê Serhat Eren diyar kir ku Wezîrê Dadê ji mirinên li girtîgehan berpirsyar e û bang li Wezareta Dadê kir ku ji bo binpêkirinên li girtîgehan bi dawî bibin bi lezgînî bikeve nava liv û tevgerê.

 
 
Komîsyona Hiqûqê û Mafê Mirovan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) têkildarî binpêkirinên mafan, mirin û tecrîda li girtîgehan li Navenda xwe ya Giştî civîna çapemeniyê li dar xist. Cîgirê Hevserokên Giştî yên HDP’ê ku ji Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan Berpirsyar Serhat Eren, nirxandin kirin. Eren, bi lêv kir ku tecrîd û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan berdewam dikin û wiha got: “Birêz Ocalan bi malbata xwe re nikare hevdîtinê bike, hemû mafên wî tên binpêkirin. Em ji kesên dibêjin ne îşkenceye re dibêjin, îşkenceya herî mezin ya li Îmraliyê tê kirine. Hem biryarên dadgehê hem jî raporên CPT’yê piştrast kirine ku ya li vir tê kirin îşkence ye.”
 
‘CARA EWIL LI ÎMRALIYÊ HIQÛQ NEHAT NASKIRIN’
 
Eren, diyar kir ku AKP’ê pêşî ji Îmraliyê dest bi bêhiqûqiyê kir û wiha got: “Ev bêhiqûqî bi taybetî li girtîgehan li tevahiya Tirkiyeyê belav bûye. Ji ber şert û mercên girtîgehan pirsgirêkên girtîgehan ên xwegihandina xizmeta tenduristiyê, hema bêje her hefte em bi nûçeyên mirinê yên ji girtîgehan tên hişyar dibin. Em dizanin ku ev cînayet û mirin ne ji rêzê ne û normal in.”
 
‘WEZÎRÊ DADÊ JI HEMÛ MIRINAN BERPIRSYAR E’
 
Eren, ragihand ku ji girtîgehan cenaze derdikevin û wiha berdewam kir: “Şûna ku ji girtîgehên ku sax ketinê bi awayekî bitendurist derkevin, mixabin cenazeyên wan derdikevin. Dewlet mecbur e ku jiyana girtiyan a madî û manewî biparêze. Ji ber ber nebûna şert û mercên tedawiyê yên li girtîgehan mirin çêdibin. Ji ber pêkanînên xerab û îşkenceyan rêveberiyên girtîgehan, ATK’ya rapora ‘dikare di girtîgehê de bimîne’ daye û Wezareta Dadê ku rê li ber van hemû pêkanînên cihekar vedike berpirsyar e. Em bi bîr xistina vê berpirsyariyê bidomînin. Ji bo binpêkirinên mafan li girtîgehan bi dawî bibin em xebatên xwe berdewam bikin. Em bang li Wezareta Dadê dikin ku ji bo aştiya civakî pêk bê û dawî li îşkence û binpêkirinên mafê jiyanê bê, bi lezgînî bikeve nava liv û tevgerê.”
 
ŞAHÎN: DI SALA 2022’YAN DE 47 GIRTIYAN JIYANA XWE JI DEST DA
 
Dû re Berdevkê Komîsyona Girtîgehan ku di bin banê Komîsyona Hiqûqê ya HDP’ê de xebatan bi rê ve dibe Alîşan Şahîn nirxandin kirin. 
 
Şahîn, bi lêv kir ku piştî kongreya dîrokî ya 3’yê tîrmeha 2022’yan têkildarî girtîgehan xebat dane destpêkirin û wiha axivî: “Hejmara girtî û hikumxwarên ji destpêka sala 2022’an û vir ve li girtîgehan jiyana xwe ji dest dane 47 in. Dibe ku mirineke din hebe, ez ê navê wî bînim ziman. Pêwîste saziyên pêwendîdar ji bo pêşî li mirina wî bigirin û rojên xwe yên dawî bi malbata xwe re derbas bike, bikevin nava liv û tevgerê.”
 
‘BILA BÊ BERDAN’
 
Şahîn, têkildarî girtiyên nexweşê giran Ehettîn Kaynar ev tişt gotin: “Nexweşê penceşerê ye, penceşêr li laşê wî belav bûye. Anîn ATK’ê, li Enqereyê di Nexweşxaneya Kampusê ya Sîncanê de tê ragirtin. Ehettîn Kaynar tevî girtî ye hikumekî ku derbarê wî de hatiye misogerkirin nîne jî ji aliyê Dadgeha Îstînafê ve nayê berdan. Ehettîn Kaynar girtî ye, hewcehiya wî bi rapora tiba edlî jî nîne. Em dixwazin ku dadgerên ku em bawer dikin bêalî û serbixwe ne demildest bikevin nava liv û tevgerê û Ehettîn demildest berdin.”
 
‘MIROV DI BIN TECRÎDÊ DE NE’
 
Şahîn, da zanîn ku tecrîda li Îmraliyê li ser Ocalan tê sepandin belavî hemû Tirkiyeyê bûye û wiha berdewam kir: “Di pêk anînên girtîgehên ewlehiyên bilind ên nû hatine destpêkirin de mirov bi temamî di bin tecrîdê de ne. Heke demên pêş de demekî dirêj bimînin van girtîgehan de dibe ku axaftinê jî ji bîr bikin. 
 
EM ŞOPDARÊN GIRTÎGEHAN E
 
Li vî welatî bi hezar mirov hene ku ji xizmeta tenduristiyê ya bi bandor sûd wernegirtine. Di sala 2021’an de gelek ji wan siyasî 51 girtiyan jiyana xwe ji dest da. Di nava dehan salan de ev hejmar bû 552. Di mijara binpêkirinên mafan ên li girtîgehan de ev hejmareke bixeter e. Ev pêkanînên tên kirin sûc in. Li welat mînakên ku hesabên van pêkanînan hatine dayîn jî hene. Em ji raya giştî re radigihînin ku em ê ji niha ve bibin şopdarên binpêkirinên mafan ên li girtîgehan û em ê di qada hiqûqî û siyasî de bikevin pey wan.
 
BERDANÊN BIŞERT TÊN ASTENGKIRIN
 
Di demên dawî de bi taybetî dema berdana girtiyên ji PKK’ê ya bi şert nêzîk dibe înfazên wan bi zanebûn tên şewitandin. Ev jî binpêkirineke maf e û lijneya çavdêriyê berdana girtiyan asteng dike. Ez bi taybetî binê wê xêz dikim, ev tê wê wateyê ku ev mirov bi zorê dîl tên girtin. 
 
LI DIJÎ GIRTIYÊN SIYASÎ CIHEKARÎ TÊ KIRIN
 
Ji girtî û hikumxwariyên edlî re hefteyê nîv saet mafe telefonê û bidîmen tê dayîn lê ji girtiyên siyasî re hefteyê tenê 10 deqîqe tê dayîn. Ji mafê lêgerîna bidîmen jî bi temamî hatine mûafkirin. Kesên rêveberên rêxistinê ne ne nikarin ji vî mafê bi deng û dîmen sûdê bigirin. Gelek girtiyên siyasî ku girtîgehê ji wan re qedexeya îdarî daye, ji rêveberiya rêxistinî ceza negirtine. Em bang li wan kesên ku ev biryar girtine dikin ku ji van biryarên bêhiqûqî demildest vegerin.”