Şandeya HDP'ê serdana Bajaroka Narliyê kir

img
MEREŞ – Şandeya HDP'ê li Bajaroka Narli ya Mereşê ji aliyê welatiyan ve bi kêfxweşî hatin pêşwazîkirin û esnafan got ji bo demokrasî û wekheviyê divê ew bibin yek. 
 
Şandeyek Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ku ji parlamenterên HDP'ê Mahmût Togrul, Fatma Kûrtûlan û Zeynel Ozen pêk dihat serdana esnafên Bajaroka Narli ya bi ser navçeya Bazarcixa Mereşê ve kirin. Şande li kolan û cadeyên bajarok ji aliyê esnaf û welatiyan ve bi kêfxweşî hat pêşwazîkirin. Parlamenterên HDP'ê li pirsgirêkên esnafan guhdar kirin. Esnafan destnîşankir kir ku ew nikarin ji ber krîza aborî kar bikin û gilî û gazinên xwe ji şandeyê vegotin. Esnafan her wiha got ew ji ber baweriya xwe bi cihêkariyê re rûbirû dimînin. 
 
Esnafek destnîşan kir ku di hilbijartina were de îxtîmala wendakirina AKP'ê mezin e û heke feraseta wan neguhere îxtîmala ku dê berê xelkê bikeve hev heye. Esnafekî din jî anî ziman ku ji bo demokrasî û wekheviyê divê yekitî bê avakirin. 
 
Şandeya HDP'ê dê sibê jî li navenda Mereşê hin serdanan bike.