Rêgeza 'bingehîn' a Tifaqa Ked û Azadiyê: Çareseriya meseleya kurd

img
STENBOL - Serokê Giştî yê EMEP'ê Ercument Akdenîz diyar kir ku bi awayekî demokratîk çareseriya pirsgirêka kurd "rêgeza bingehîn" a Tifaqa Ked û Azadiyê ye û got, Yekîtiya Hêzê ya Sosyalîst jî di nav de dê hevdîtinê bi rêxistinên ciwan û jinan û sendîkayan re jî bikin.
 
Partiya Azadiya Civakî (TOP), Partiya Karkerên Tirkiyeyê (TÎP), Partiya Tevgera Kedkaran (EHP), Federasyona Meclîsên Sosyalîst (SMF) û Partiya Kedê (EMEP) ku bi banga Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li hev kom bûn, di encama xebat û nîqaşên bi navê “têkoşîna hevpar” de biryar girtin ku tifaqeke nû ava bikin. 6 partiyên siyasî û rêxistin di 25’ê Tebaxê de ragihandin ku “Tifaqa Ked û Azadiyê” ava kirine. Her wiha dê tifaq di meha Îlonê de nexşerêya xwe eşkere bike.
 
Serokê Giştî yê EMEP'ê Ercument Akdenîz, têkildarî xebatên tifaqê û pêşniyarên çareseriyê yên ji bo pirsgirêkên welêt, ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) axivî. 
 
PÊDIVÎYA BI ÇARESERIYÊ
 
Akdenîz ragihand ku nîqaşên tifaqê li ser çareserkirina pirsgirêkên civakî dest pê kirine û got, Tirkiye niha di nava krîzeke aborî ya gelekî giran de ye û tê xwestin ev krîz li ser milê gel û kedkaran bê barkirin.  Akdenîz got: "Pergala kapîtalîst di nava krîzê de ye. Hewl didin vê krîzê li ser milê gel û kedkaran bar bikin. Pirsgirêkên debarê yên pir cidî hene. Di desthilatdariya AKP'ê de zengîn hîn bêtir zengîn dibin, feqîr hîn bêtir feqîr. Ev hatiye asteke ku êdî nayê tamûlkirin."
 
YEKÎTIYA HÊZÊ YA DEMOKRATÎK
 
Akdenîz anî ziman ku ji roja ku AKP bûye desthilat heya niha li gel krîza aborî pirsgirêka kurd û elewiyan hîn kûrtir bûye û got, tiştên ku AKP'ê ew wekî "çareseriyê" danîn holê jî "pûç" derketine. Akdenîz bilêv kir ku AKP roj bi roj dibe "desthilateke hîn hovtir û tundtir" û vê yekê bi "qelsbûna desthilatdariya AKP'ê" ve girêda. Akdenîz destnîşan kir ku her diçe kesên piştgirya AKP'ê dikin kêm dibin û got, lewma hîn bêtir serî li zordariyê dide. Akdenîz got: "Hewl dide pergaleke faşîst ava bike. Lewma em gihîştin wê encamê ku divê hêzên ked, demokrasî, pêşverû û sosyalîst ên Tirkiyeyê, çîna karkeran û gel li hev bicivin û eniyeke yekbûyî û yekîtiya hêza demokratîk ava bikin. Zemîna vê jî divê bibe zemîna tifaqa gel. Li welêt pêdivî bi vê yekê heye. Em hemû wekî partiyên cuda têdikoşin, lê pêdivî bi eniyeke wiha heye."
 
ARMANCA SEREKE
 
Akdenîz anî ziman ku di pergala hikûmeta serokkomariyê de cihê kesên doza dmeokrasiyê dikin û cihêçîna karkeran tune ye û got, lewma divê ev pergal bê guherandin. Akdenîz destnîşan kir ku ev yek, yek ji armancên wan ên pêşîn e û got, Tifaqa Miletê ya li hemberî vê pergalê hatiye avakirin baweriyê nade gel. Akdenîz axaftina xwe wiha domand: “Di her du tifaqan de jî ev tune ye. Em jî ji bo ku vê valahiyê dagirin tên. Berevajî vê, divê hûn li ber sermaya navneteweyî û hevkarên wan rabin. Yanî bi vî awayî nabe; dema em bibin desthilat wê her tişt baş bibe, karker û gel rihet bibin. Îcar ew ê çawa rihet bibin? Yanî ger tu baca serwetê daneynî ber kesên bi krîzê zengîn bûne,  tu mueyîdeyekê daneynî ber wan û tu bi kesên welêt dişêlînin re hereket bikî dê tu şensekî te tune be. Em vê bikin. Me ferqa xwe di vir de danî holê."
 
RÊVEBIRIYEKE ÇAWA?
 
Akdenîz da zanîn ku li Tirkiyeyê pirsgirêka rejîmê heye û got: "Em ê bi pergaleke çawa ji heq van pirsgirêkan derkevin? Me rejîma yek zilamî dît. Ev nabe. Îcar Tifaqa Miletê ya li hemberî vê pergalê çi dibêje? Perpagala 'xurtkirina parlementeriyê'. Lê hê jî nediyar e bê ka ev pergalek çawa ye. Nehatiye dagirtin. Ev 90 sal in me gelek pergalên parlamenteriyê dîtine. Di van pergalan de komkujî, kedxwarî rû dan, Tirkiye gelek zehmetî kişandin û her tim bû Tirkiyeya zengînan û Tirkiyeya feqîran."
 
Akdenîz diyar kir ku awayên rêvebiriyê yên heyî ji bo pirsgirêkên welêt nabin çareserî û got, li hemberî vê rêvebiriyê ew rêvebiriya herêmî pêşniyaz dikin. Akdenîz destnîşan kir ku li hemberî van her du pergalan  pergala serweriya gel pêşniyaz dikin û wiha lê zêde kir: "Em ê bi demokrasiyeke xurt, demokratîkbûyîn û destûreke bingehîn a demokratîk vê yekê tacîdar bikin. Li vir dê hemû daxwazên beşên civakê yên bindest pêk bên.”
 
'JI ŞER RE NA'
 
Akdenîz bilêv kir ku dê bi awayê rêvebiriyê ya ku ew pêşniyaz dikin gelek mesele çareser bibin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Niha cîhan ketiye serdemeke nû. Me ev yek di şerê Ûkraynayê de jî dît. Cîhan êdî ketiye serdema şeran. Lewma gotinên tifaqan girîng in. Mesela hûn di polîtîkaya derve de çi dibêjin? Em ji yên din cudatir, wiha dibêjin: Em bi awayekî pir eşkere û zelal dibêjin ji tezkereyên şer re 'na'. Em rêxistinkirina polîtîkayeke derve diparêzin ku navbera Tirkiye û tu cînarên wê ne xirab be û pêwendiya wê ya bi gelên cîhanê re li ser asasên biratiyê be. Em vê yekê di her du tifaqên heyî de nabînin. Bi erêkirina tezkereyên şer ev krîz, koçberî û xizanî naqedin. Beriya her tiştî di vir de helwesteke zelal divê."
 
'RÊGEZA BINGEHÎN' A TIFAQÊ
 
Akdenîz destnîşan kir ku meseleya kurdî divê bi awayekî demokratîk, aştiyane û bi rêya diyalogê  bê çareserkirin û wiha domand: “Bi salan e em dibînin ku ev bi polîtîkayên red û înkarê çareser nabe. Em wê çareser bikin, em bi vê îdîayê tên. Ger em werin ser awayê wê; Ger em li ser rêgeza xwerêveberiya gelên li herêmê û Tirkiyeyê bisekinin, dê çareser bibe. Yanî em bihêlin bila gelên Sûriyeyê biryara pêşeroja xwe bidin. Ev ji bo gelên Îranê û gelên Iraqê jî derbasdar e.”
 
Akdenîz anî ziman ku ew ê derveyî desthilatdarê û sermayeyê tevbigerin û got, ew ê dawî li têkiliyên pêgirtîbûnê bigirtin û di çaçroveya hiqûqa biratiyê de bi gelên herêmê re hereket bikin. Akdenîz destnîşan kir ku di meseleya kurdî de çareseriya demokratîk "rêgeza bingehîn" a tifaqaê ye û wiha bi lêv kir: "Hêzên pêşverû yên Tirkiyeyê nikarin ji vê yekê birevin û pêwîstî bi vê heye. Di warê baweriyan de armanca me hemwelatîbûna wekhev e. Mesela, dê laîkbûn ne bi vî awayî îstismarkirî be. Di laîktiyeke rasteqîn a ku heya niha nehatiye pêkanînan hebe. Tifaq, alayeke ku li dijî kedxwariyê hatiye vekirin." 
 
HEVDÎTINA BI YEKÎTIYA HÊZÊ YA SOSYALÎST RE
 
Akdenîz bal kişand ser pêvajoya diyarkirina navê tifaqê jî û got, wan di vî warî de pêşniyazên gelek rewşenbîr, kedkar û karkerên li derveyî tifaqê girtine. Akdenîz anî ziman ku bi mehan ev nav nîqaş kirine û got, piştî "Nexşerê"ya ku dê di meha Îlonê de ragihînin, dê li seriyê gelek partî û rêxistinên sosyalîst, demokrat, çep û pêşverû bikin. Akdenîz got, dê hevdîtinê bi Yekîtiya Hêza Sosyalîst a nû avabûyî re jî bikin. 
 
'EM GEL BÊ ALTERNATÎF NEHÊLIN'
 
Akdenîz, destnîşan kir ku ji bo berfirehkirina tifaqê ew ê pêwendiyê bi Tifaqa Miletê ra daneynin û got: “Ji lew re ji xwe wan berê nexşerêyek xêz kiriye û em vê wekî bernameyeke restorasyonê dibînin. Em wisa difikirin ku hevdîtina bi wan re dê bi kêrî tiştekî neyê." Akdenîz, destnîşan kir ku dê di hilbijartinê de gel bê alternatîf nehêlin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Mirov dikare mijara hilbijartina serokkomariyê binirxîne. Bernameya Tifaqa Miletê çi ye, dê namzeteyî çawa nîşan bide? Em ê li vê mêze bikin. Ji lew re şandina rêvebiriya 'yek zilamî' girîng e. Em ê nebêjin bila ew bişînin, em ê jî li wan mêze bikin. Em ê jî alternatîfekê biafirînin. Em ê nîqaş bikin ku bê ka em ê di tûra ewil de namzet nîşan bidin an na." 
 
MA / Mehmet Aslan