HDP dest bi xebatên hilbijartinê dike

img
ENQERE - HDP, dê bi xebateke qadê ya di meha îlonê de ji 6 baskan pêk were, gava destpêkê ya hilbijartinê biavêje.
 
Desteya Rêveberiya Navendî (MYK) ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di civîna bi serokatiya Hevserokên HDP’ê Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar hate kirin de biryar da ku xebatên hilbijartinê werin destpêkirin. 
 
Li gorî agahiyên hatin bidestxistin di civîna MYK’ê de biryar hatiye dayîn ku ji bo hilbijartinên pêşwext an jî yên di demê xwe de bên kirin xebat bên destpêkirin. Tevî ku ji aliyê bloka desthilatdariyê ve tê gotin ku wê hilbijartin di dema xwe de were kirin jî, HDP weke gava destpêkê ya xebatên xwe yên hilbijartinê yên meha Îlonê wê bi civînên gel, rêxistinên civakî yên sivîl û civînên esnafan li gelek cihan xebatên amadekirina polîtîkaya hilbijartinê bimeşîne.
 
POLÎTÎKAYA HILBIJARTINÊ WÊ NIQAŞKIRIN
 
Di çarçoveya van xebatên ku bibin destpêka ewil ya hilbijartinê de endamên MYK’a HDP’ê, parlamenterên wê û endamê wê yên Meclisê wê di qadan de bin. HDP ku wê di tevahiya meha îlonê de bi awayekî çalak li qadan cih bigire, politikaya ku wê di hilbijartinê de bişopîne û polîtîkayên tifaqê careke din bi hilbijêrên xwe re nîqaş bike. 
 
Di vê çarçoveyê de Hevserokên partiye Bûldan û Sancar ji deste û komîsyonên partiyê re ferman dan ku dest bi amadekariyên hilbijartinê bikin. 
 
JI 6 BASKAN VE WÊ XEBAT BÊN DESTPÊKIRIN
 
Di vê çarçoveyê de şandeya di serokatiya Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay de dê di 12,13 û 14’ê îlonê de li Dêrsim, Xarpêt û Meletiyê, şandeya di serokatiya Serokwekîlê Koma HDP’ê Sarûhan Olûç de dê di 14, 15 û 16’ê îlonê li Çewlig, Bedlis û Mûşê, şandeya di serokatiya Serokwekîla Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş de dê di 19,20 û 21’ê îlonê li Aydin, Mûgla û Antalyayê, şandeya di serokatiya Cîgirê Hevserokên Giştî yên HDP’ê Tûncer Bakirhan de jî dê li Riha û Dîlokê bi gel û Rêxistinên Sivîl ên Civakî (STO) re bicivin û serdana dikandaran bikin. 
 
Ji bilî van bernameyan wê bi tevlibûna Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sancar di 22’yê îlonê de li Qersê, bi tevlibûna Hevseroka Giştî Bûldan jî di 26’ê îlonê li Semsûrê civînên gel bên lidarxistin. 
 
MA / Berîvan Altan