'Neqşerêya Tifaqa Ked û Demokrasiyê amade ye'

img

STENBOL - Endamê Desteya Rêvebir a Navendî ya EHP'ê Hakan Ozturk diyar kir ku Tifaqa Ked û Azadiyê namzetê çareserkirina pirsgirêkên welêt e û got, "Nexşerêya ku dê di vê mehê de eşkere bikin amade ye."

 
Partî û rêxistinên ku bi banga Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) hatin cem hev, ragihandin ku di 25’ê Tebaxê de Tifaqa Ked û Azadiyê ava kirine. Tifaqa ku ji HDP, Partiya Kedê (EMEP), Partiya Karkerên Tirkiyeyê (TIP), Partiya Azadiya Civakî (TOP), Federasyona Meclîsên Sosyalîst (SMF) û Partiya Tevgera Kedkaran (EHP) pêk tê, dê di nêz de "Nexşerê"ya ku tê de pêşniyazên têkildarî çareserkirina pirsgirêkên welêt hene, eşkere bike. Endamê Desteya Rêvebir a Navendî ya EHP'ê ya ku di nava tifaqê de cih digire Hakan Ozturk, deklerasyona ku dê eşkere bikin û xebatên tên kirin nirxandin. 
 
Hakan Ozturk
 
TÊKOŞÎNEK TOPYEKÛN
 
Ozturk destnîşan kir ku tifaqa wan ji ber pêdiviyekê derketiye holê û got, pirsgirêkên demokrasî, aborî, çîna karkeran û gelek pirsgirêkên din veguherîne barekî mezin. Ozturk îşaret bi wê yekê kir ku ji ber van pirsgirêkên berfireh tifaqeke yekpare hewce bû û got: "Ji ber ku em bi desthilatdariyekê re rû bi rû ne ku bi salan e welêt ber bi xetereyê ve dibe. Diviyabû li dijî vê têkoşînek bihata kirin. Têkoşîneke topyekûn diviyabû."
 
‘EM NAMZETÊ ÇARESERKIRINA PIRSGIRÊKAN E'
 
Ozturk anî ziman ku li gel hatina cem hev, armanca wan girtîngitr e û got: "Hûn ê çi bibêjin, hûn ê çawa siyasetê bikin, hûn ê çi bikin armanc? Ya sereke ev e. Nexwe her kes dikare were cem hev, lê formula efsûnî li wir e.Mijara, hûn ê çi bikin, her kesî eleqedar dike. Bi rastî ger hûn lê binêrin ev ji bo me tenê ne derbasdar e, civak dipirse di pêşerojê de dê hukûmeta heyî çi bike. Bala xwe bidinê, nıkarın bersiva vê yekê jî bidin. Lê gava li hemberî wê pêkhateyên din hebin, wê çaxê civak têkildarî qeyranan, bêkarî, gendelî û enflasyonê pirsan dikin û dibêjin hûn ê çi bikin. Diviyabû ev pirs ji me bihata kirin. Heya mirov li ser vê hûr nebe, pêşniyazên cihêreng ên ji bo çareseriyê berpêş neke, gavavêtin ne pêkan e. Ji lew re em namzetê çareserkirina pirsgirêkên vî welatî ne."
 
GIRÎNGIYA DEKLERASYONÊ
 
Ozturk ragihand ku di hevdîtinên xwe de rêgez û bernameya siyasî nîqaş kirine û got: "Bernameya me dê gel rehet bike, bêhna karkeran derxe û em ê di qada demokrasiyê de bigihêjin xala herî mirovî. Armancên me yên siyasî hene. Mebesta me ew e ku li gor xeletiyên ku heta niha hatine kirin, guhertina hikûmetê ye. Eger di polîtîkaya derve de, di qada mirovî de, di mijara tevgera kurd de, di warê demokrasiyê de pirsgirêk hebin berpirsê vê hikûmet e. Eger li dervayî sînorên me her tim pevçûn hebin, berprisê vê hikûmet bi xwe ye. Pêşî divê pirsgirêk ji hikûmetê bê destpêkirin. Bi rastî jî em dixwazin hikûmetek çêbibe ku karibe demokrasiyê pêk bîne, karibe bibe nefe ji çîna karkeran e şert û mercên aborî yên welêt birêkûpêk bike. Lewma metna ku wekî bernameyeke polîtîk hatiye amadekirin gelekî girîng e."
 
'AKP PIRSGIRÊKAN ÎNKAR DIKE'
 
Ozturk bilêv kir ku li hemberî tifaqa AKP-MHP'ê nerazîbûneke gelekî cidî heye û got, koka pirsgirêkên welêt li ser vê tifaqê ye. Ozturk destnîşan kir ku AKP-MHP xwe nade ber barê tu pirsgirkê û tew bi ser de wan înkar dike. Ozturk anî ziman ku ji van pirsgirêkan yek jê pirsgirêka Kurd e û got: “Zexteke mezin li ser nûnerên hilbijartî yên gelê kurd heye. Di heman demê de qeyûman tayinî rêveberiyên herêmî yên tevgera kurd dikin. Bi taybetî nêzîkatiya wan a li hemberî jinê û tevgera jinê diyar e. Peymana Stenbolê fesix kirin. Dibêjin ew LGBTQ+yan nas nakin. Di warê tunehesibandinê de jî pir serketî ne." 
 
Ozturk ji bo Tifaqa Miletê jî bilêv kir ku ev ne wekî tifaqên din e û got, bernameya wê ne wekî ya Tifaqa Ked û Azadiyê radîkal û kokdar e. 
 
PIRSGIRÊKA KURD
 
Ozturk diyar kir ku ew Tifaqa Ked û Azadiyê di warê pirsgirêka kurd de xwedî nêrîneke cuda ne û got, divê aştî pêk bê. Ozturk anî ziman ku berê vê yekê bi tevgera kurd re nîqaş kirine û got: “Di vî warî de gelek daxwazên gelê kurd hene. Em difikirin ku divê ev li ber çavan bên girtin. Ji perwerdeya bi zimanê zikmakî bigire heya jiyana bi çanda xwe gelek hêlên wê hene. Dema ku bi dilnizmî li hev rûnên û ev bên nîqaşkirin û hebûna vê meseleyê bê qebûlkirin, çareserkirin dê ne zehmet be."
 
NEXŞERÊ AMADE YE
 
Ozturk da zanîn ku "Nexşerê"ya ku dê bi raya giştî re parve bikin amade ye û got, dê piştî eşkerekirina deklerasyonê dest bi xebateke berfireh bikin. Ozturk diyar kir ku dê bi gelek partî, rêxistin, pêkhate û tevgerên çep û bi rêxistin ekolojiyê, jinê û rêxistinên din ên civakî re hevdîtinê pêk bînin.
 
MA / Mehmet Aslan